|
Xelata
Nobelê ya kîmyayê diçe ji kîmyazanê emerîkî re
STOCKHOLM - Xelata Nobelê ya kîmyayê ya îsal diçe ji du kîmyazanê
emerîkî Roger D. Kornberg ji Zanîngeha Stanford a emerîkî re. Akademiya
Zanînê ya Swêdî îroj ragihand, ku Kornberg vê xelatê ji bo eşkerekirina gera
agahiyan ji gênan ta proteînê amade di hemî organîzimên bilind de distîne.
Xeklat dora 1,1 milyon Euro dike.
Xelata
Nobel a fizîkê jî diçe ji USA re
STOCKHOLM (dpa/amude.com) - Xelata Nobelê ya fizîkê ya îsal diçe ji du
fizîkzanên emerîkî re. John C. Mather û George F. Smoot vê xelatê ji bo
lêkolînên xwe yên di warê naskirina şêweyê gewdê reş û anîsotropya pêlên
paştîrêjên mîkro yên kosmoyê de, ku wekî "dengvedana Teqîna Mezin" tê
naskirin. Akademiya Zanînê ya Swêdî îroj ragihand, ku xebata herdu
fizîkzanan hiştiye ku mirov bêtir fêm bike bê gerdun çawa çêbûye. Bi
alîkariya zanyariyên nû temenê gerdunê hate destnîşankirin: ew 13 milyar
salî ye. Mather û Smoot dê 1,1 milyon Euro bistînin.
|