|
|
Tirs û çavsoriya rijîma Be’is li
derbarey Danezana Şamê
Sînorê Yekta
* Sergotara
rojnama Newroz – Hejimar /77/ - ya
Partiya yekîtî ya Demokrat a Kurd li
Sûriyê
Piştî lidarxistina
kongira berfireh ya Encûmena
niştîmanî ya Danezana Şamê - Îlan
Dîmeşq – a rikebir , û ji roja
10.12.2007-an de – roja cîhanî ya
mafên mirovan – karbidestan li
seranserî sûriyê û li derve , bi
gelek hawan dest bi hêrişên berçav û
yên neberçav kirin û hê berdewamin ,
bihêviya ku karibin vê piletforma
demokratîk û pirreng ji hev bixin ,
kar û barê wê belawela , beravêtî û
rûreş derînin .
Di derheqê endam û
rêvebiriya Encûmenê de , bi hêrs û
çavsoriyeke balkêş pêla girtinên
keyfî serî hilda , gelek camêr
avêtin binê zîndanan û hê girtî mane
, weke: 1-Seroka encûmenê xanima
hêja Dr.Fida Elhoranî . 2-Nivîskar û
çalakvan Ekrem El-bunnî . 3-Dr.Ehmed
Tu’imê 4-Nivîskar û siyasetvanê
navdar Elî El-Ebdulla . 5-Dr.Welîd
El-bunnî . 6-Dr.Yasêr El-Îtî .
7-Mamoste Cebir El-Şofî .
8-Rojnamevan û nivîskar Fayêz Sara .
9-Mamosteyê Endezyar Mihemed Hecî
Derwîş.
Ji bilî bi dehan kes
yên ku karbidestan ew birine û anîne
, hineka çend se’etan , û hinên dî
şevekê li ba xwe hêştine , ji nêv
wan birêz Raşid Setûf, Xessan Necar,
Ûseme Aşûr, Xazî Qedûr, Semîr Neşar,
Îsmail Omar, Îsmail Mihemed, û
gelekên dî.
Çêrok Çi ye ?
Çêroka vê pêvajoyê ,
ango rastiya pirsê ewe ku , li
1.12.2007-an li derdora Şamê , cara
yekemîn bû ku li hundirê Sûriyê ,
nûnerên gelek hêzên siyasî ,
komîteyên civaka sivîl , rewşenbîrên
demokrat , kesayetiyên serbixwe û bi
beşdarbûna nûnerên partiyên kurd yên
(Ber û Hevbendiyê) , karibûn bi
hevre kongirekî xwe lidarxin , û di
bin navê Encûmena Niştîmanî ya
Piletforma (Danezana Şamê – Îlan
Dîmeşq) xwediya dirûşma: Ji bo
pêkanîna guhartina demokratîk a
aştiyan de , li ser hinde belge
rawestin û erê bikin . Herweha
kongirê karîbû pirograma karûbarê
xwe bi serkeftî bibira serî û
rêvebiriyek ji xwe re helbijarta .
Hêjay gotinê ye ku
endamên kongirê ji hemî parêzgehên
Sûriyê hebûn , vêca ji bilî , Heleb
, Şam , Latqiyê , Hums û Hemayê , ji
Swêda û Der’a de bigir ta tu bighê
Reqê , Dêrazorê û Hesekê…hwd.
Li hêla dî, di civata
Encûmenê de , bi dehan camêr hebûn ,
yên ku her yekî ji wan , bi neheqî
bêtirî 10-15 salan ji jiyana xwe di
zîndanan de , di paş deriyên hesinî
de borandibûn , ji ber ku ew xwedî
bawerî û nêrîn bûn , azadîxwaz û
mirovhez bûn , siyaseta parta Be’is
ya tek-partiyê nedipejirandin , ji
şêweyên kuştin û xwînrijandinê re
digotin na .
Bi dawîbûna kongirê
re , li seranserî Sûriyê û li derve
baş deng pê diket , û ev gavê he
dibû ciyê pesin û pîrozbahiyan .
Vêca piropagandayeke xurt digel
giraniyeke rêxistinî , siyasî ,
rengane , lihev û pirnas dihate holê
û li hundir Sûriyê rê li ber
xebateke berfirehtir vedibû . Lewre
jî karbidestên rijîma parta Be’is ,
sergerm û çavsor dibûn , dest bi
girtinan dikirin , da ku – xwedê
giravî – karibin rê li ber liv û
tevgera siyasî a demokratîk û
aştiyane bigirin û devê wê
bixetimînin.
Zor mixwabin ku ta
niha , rê li ber rêxistinên mirovane
an xwediyên wan girtiyan venebûye ku
karibin wan carekê bibînin , lewre
jî dixuyê ku tirseke ecêb ketiye
zikê karbidestan , dilteng bûne û
hurve wirve tevdîran distînin .
Careka dî jî xuya
dibe ku ew nikarin guhdarî nêrîneke
dî ya cuda bikin , ji gotûbêj û
diyalogê re , ne amede ne , nejî pê
bawerin , û bi serde jî , bi her
hawî hewildidin ku dengê
hemwelatiyan û Îlan Dîmeşq bête
birîn , û rola wê ya erênî û avaker
di jiyan û pêvajoya civaka Sûrî de
biçelmise û bête tunekirin .
Roj ji rojê baştir
xuya dibe ku ev lihevkirin û
piletforma Îlan Dîmeşq , çerçewake
niştîmanî Sûrî demokratîk û mirovhez
e , hembêza wê mezin û berfireh e ,
lewre jî hemî rengên civakê bi
dostanî û biratî ciyê xwe tê de
dibînin , çi kurd , Aşorî û Ereb ,
Fille , Misilmanên Sunî , yên Elewî
, Isma’ilî û Durzî …hwd. Loma jî ev
pêla girtinan û tevdîrên tund li
dijî liv û hebûna Îlan Dîmeşq li ba
piraniya xelkê Sûrî ciyê nerazîbûn û
şermezariyeke xurt bû . Daxwaza
hemiyan ewe ku girtiyên siyasî û
xwedî nêrîn , rojekê pêşde ji
girtîgehan bêne berdan û rûpeleke nû
di jiyana Sûriyê de vebe , da ku
mirov wêribe û karibe bê tirs nêrîna
xwe bêje û azad be.
|