|
|
 |
» »
Şêrko Bêkes: Ez nikarim helbestê ji herikîna xwîna dayîk û zarokên Kurd
cuda bikim
Hevpeyvîn: Emîr Şuaîvend
Hevpeyvîna
taybet ya Agirî bi helbestvanê navdar yê Kurd, Şêrko Bêkes
Helbest xemla ziman e û ziman nasnameya gelan
e, û herwiha ew hîmekî qahîm e ku dîroka gelan li ser da dimeşe. Helbest
xwedîka zelal ya rengan e ku hemû
ciwanî, nermî û narîniya xwezayê tê de dixuye. Ev gelek caran şûrê
şer
û
mertalê berxwedaniyê ye ku di dîroka gelê me de bi kevintirîn destnivîs tê
hesibandin.
Kurdistan ji dûr
zemanan heyanî niha di bin bahoza zulm, zor
û
dagîrkeriyê de bûye,
lewra helbesta Kurdî pêtir di
çepera
berxwedaniyê de cih girtî ye. Pir in ji wan helbestvanên me yên ku di vî
warî de kedên giran danîne
û
şakarên bê mînak afirandine, yek ji wan helbestvanên herî navdar ku îro jî
di jiyanê de ye, mamosta Şêrko Bêkes e. Ev xelkê bajarê Silêmaniyê û Kurê
helbestvanê navdar Bêkes e. Zmanê helbestên Mamosta Şêrko hertim mertalê
berxwedaniya gelê me di hember zulm û zora serdestan de bûye.
Wî heyanî niha 25 berhem wekî helbest ji
çapê
derbas kirine ku piraniya wan bi zimanên biyanî jî hatine wergerandin. Me
xwast ku ji nêzîk ve haydarî kar, xebat û ramanên Mamosta Şêrko Bêkes li
ser hunera helbestê bibin, lewre me hevpeyvînek bi wî re pêk anî ku em
deqa wê di jêr de dixin ber çavên
we xwendevanên hêja.
Birêz
Mamosta Şêrko, di destpêkê de em dixwazin ku hûn hinek li ser jiyana xwe
ya taybetî û çawaniya destpêkirina karê xwe yê hunerî ji xwendevanên me re
biaxivin.
Bi kurtî
dikarim bêjim ku ez di sala 1940’an de li bajarê Silêmaniyê ji diya xwe
bûm. Min xwendina xwe ya destpêkî û navendî li bajarê Silêmaniyê û
xwendina pêşesazî li Bexdayê bi dawî anî. Yekem dîwana min ya helbestan di
sala 1968’an de li bajarê Bexdayê hate çap kirin. Min di sala 1970’an de
bi hevkariya çend helbestvan û çîroknivîsan yekem weşana wêjeyî ya bi navê
“Ruwange” li çapê xist. Min 2 caran berê xwe daye çiyayên
Kurdistanê û tevlî şoreşa berxwedaniya gel bûm. Di sala 1975’an de min
yekem qesîdeya xwe ya bi navê “Koç” nivîsand. Di sala 1986’an de ez
derketim derveyî welêt. Di sala 1987-1988’an de ez bûm bi xwediyê Xelata
Tofoskî ya ser bi Yaneya Qelemê Swêdê. Heyanî niha parek ji
berhemên min bi 10-12 zimanên cîhanê hatine wergerandin. Di sala 2001’an
de ji aliyê dezgeha Xak ve Xelata “Pîremêrd” bi min hate bexşîn.
Heyanî niha min 25 dîwanên helbestan bi zimanê Kurdî li çapê derbas kirine.
Min di sala 1965-1966’an de yekemîn helbesta xwe nivîsand.
Wekî ku hûn dizanin nêrînên cur be cur seba helbestê hene, hûn wekî xwe
helbestê çawa pênase dikin?
Kesek nine ku pênaseyekî diyar û sinûrdar ji bo helbestê hebe, wekî ku
çawa em nikarin jiyanê bi rengekê bixemilînin yan ku bixin nava
çarçoveyekê. Helbest jî her wisa ye. Her ji ber vê çendê ye ku ji serdemê
Eflaton heyanî niha helbest bi hezaran rengan hatiye pesin kirin. Em
dikarin bibêjin ku helbest xwediyê gişt wan pênasane ye, lê di halekê de
jî xwediyê tu ji wan pênasan nebûye. Bi raya min ev newekheviyane
vedigerin bo warên cur bi cur yên helbestê. Her helbestvan yan jî
rexnegirekê pêka meyl û lêkdana xwe helbest şirove kiriye. Ev çende dibe
sedam hatine rojeva nêrînên cur be cur. Bo mînak Romansî helbestê
xwezayî dizanin û bi çavê xeyal lê dinêrin, berevajî, Rêalîzm ku
pêtir eqlanî ne, helbestê di cîhana rojane de zeq dikin. Sorêalî
her bi giştî berevajî hemû nêrînên din derdikevin û wateyekî din didin
helbestê, ew bawer in ku helbest bê sinûr e û ziman di nava vê de beredayî
ye, bi awayekê ku dikare orf û adetan biguhere û hemû wateyan ser û bin
biket. Renge min bi xwe çend pesnên cur bi cur ji bo helbestê hebin,
helbest li bal min balindeya ziman û nepeniya vê hunerê ye ku têgihîştin
ji vê heya qasekê giran û zor e! Ez dikarim zaftir helbestê şirove bikim û
wateyên cur bi cur bidim helbestê. Lê rawestgehek nine ku mirov bisekinîne
û bibêje tevav, eva helbest e!
Birêz Şêrko hûn di helbestê de pêtir giraniyê didin çi aliyekê?
Helbest riha di nava ceste de ye ku mirov nikare endamên wî cesteyî ji
hev cuda bike. Bi wateyekî din di wî cesteyî de ji rehên herî biçûk ve
bigire heyanî demar û hêstikan, gişt hev û du dikemilînin. Ziman riha
helbestê ye, ev yek tê wateya vê çendê ku ger ziman nebe, helbest jî tune
ye. Aheng û muzîk liva nava helbestê ne, ger ku livîn nebe, jiyana
helbestê tune ye. Wate dişibe çirayê hember helbestê, heke ku çira nebe,
birêçûn, têgihîştin, heyirandin û wêne tune ye. Form pencereya helbestê
ye. Herwiha ev hîmek e ku helbest li ser vê disekine, ger ku ev nebe
hiloşîn û herifîn çê dibe. Xeyal tê wateya firîna helbestê yan jî ev
fantaziyayek e ku helbestê ji xeberdana asayî cuda dike. Niha em dikarin
bibêjin ku helbest avahiyek e ku ji kevirekê heyanî sitûnekî mezin, dîwar
û herwiha pirtik bi pirtika wî avahiyî bi hev re girêdayî ne. Ez wekî hemû
helbestvanên din girîngî û pûteyê bi gişt pêkhatên helbestê didim. Helbest
nivîsandin curek hostatî ye, gereke mirov bizanibe çi dike, lê dîsan heke
ku mirov di wî karê xwe de berhemekî ronakbîrî û ezmûnekê çê neke, ev ne
hostatî ye. Ez nirx û buhayê didim bi gişt karên nava tabloyên xwe, ji
reng ve bigre heyanî valahî, hêl û heyanî digehe ser hilbijartina çarçove
û navê tabloyê.
Bi raya we di dema îro de helbesta Kurdî di çi qonaxekê de ye?
Bi raya min helbesta Kurdî îro tûşî hindek nexweşiyan bûye ku
çareseriya wan nexweşiyan jî gelek asan nine. Ji xwe merema min ji
piraniya wan helbestan e yên ku rojane di rojname û weşanên din de
derdikevin (zimanê siqet). Di helbestên han de nêrînên helbestvan bê ser û
ber û nexuya ye û ev bi xwe jî nizane ku çi dibêje. Ev ne şahrezayî û ne
pisporî di darêtin û çêkirina bingeha helbestê de ye. Ev bê hay in ji
hunera helbestê û bizarî helbestvanên din dikin. Di encam de ev modên
helbestê tevlîhev dikin. Lê berevajî hin helbestên xweşik jî hene ku bi bê
tu paseportekê digehine hemû dilan. Her çiqas ku ev mînakane kêm in jî, lê
di her dem û zemanekê de jî her ev kêmane helbest bûne.
Gelo çima piraniya helbestên Şêrko zimanê buyer û karesatên Kurdistanê ne?
Ez her di zarotiya xwe de di bin keprekê de ji diya xwe bûm ku wê
helbest û Kurdayetî bi hev re civandibûn. Bêkesê bav, [bavê Şêrko jî
helbestvanekî navdar yê gelê me bû] Bêkesê helbest û di vê demê de jî
Bêkesê nava bûyeran de bû. Ev serokê serhildana 6’ê Eylûla sala 1930’an bû.
Dema min ji xwe fam kir, helbestên bavê min hindavî serê min bûn, piştre
dema ez gihîştim temenê lawîtiyê, ketim nava lehiya serhat û bûyeran de.
Me bi çavê xwe herikîna xwîna gelê xwe didît. Em di serdemê çav vekirinê
de bûn ku mirovê Pêşmerge serî hilda. Şoreşa Eylûlê teqî. Em ketin çiya.
Me ji nêzîk ve ji gundên şewitî û goriyên wan dinêrî. Serdemê lawîtiya me
serdemê agirbaranê bû. Min bi xwe jî nedikarî dest ji kumê xwe ve bigirim
ku ba nebe! Min nedikarî helbestê ji herikîna xwîna dayîk û zarokên Kurd
cuda bikim. Helbest ji xwîna wan qurbaniyan pîroztir nebû, lê her tim ev
çende li ber çavê min bû ku hunera helbestê bilind rabigirim û nekem bi
pêxura dirûşmên rût û qut. Ez di nava ba û bahozên han de bûm ku ketim
nava cîhana helbestê. Qedera helbest û qurbaniyan ez dorpêç kirim.
Min di gelek hevpeyvînên xwe de ev çende dubare kiriye ku karê min di
helbestê de ax kulan di nav birînên gelê min de ye. Min dirêjî bi vê
ezmûnê daye û hemû cehda min pêşdebirin û dewlemendkirina vê hunerê bûye û
her car min xwastiye gurzekê bixim ser coxîna helbesta Kurdî. Ji xwe
piraniya berbiçav ya berhemên min di vê pêvajoyê de herikîne. Dengê
helbesta min di gelek dîwanên min de dengê buyer û aliyên cîhanî bûye. Jin
wekî dayîk û xweştivî, giyan û ceste jî di helbestên min de xwedî rûmet
in. Herwiha ger hûn ji gişt helbestên min binêrin, dê bibînin ku xemên
mirovan ji hemû aliyên cîhanê ve li bal min bûne bi curek ji peyama
helbestê. Lê Kurdistan û tirajêdiyên vê di pileya yekem de cih digirin,
ji ber ku ev dergûşa ziman û peyva min in. Lê her di vê demê de jî hemû
tiştên xweşik û hemû reng, rengdan bûn.
Mamosta bi raya we çima wêjeya Kurdî bi giştî û helbest bi taybetî ketine
mala wêjeya berxwedaniyê?
Wêje di bin her nav û nîşanekê de be, her wêje ye. Eva ku bi wêjeya
berxwedanî hatiye binav kirin, qonaxek ji qonaxên jiyana
gelê me wekî piraniya gelên cîhanê ye, bo mînak gelên Rûsya, Fransa,
Spanya, Amerîkaya Latîn, Afrîqa û gelek welatên din ev qonaxe şopandine û
heyanî niha jî wêjeya berxwedaniya şerê duyem yê cîhanê di weşanên wan de
tên dîtin û ev wêjeye bûye parek ji çanda wan gelan. Ev çende bi
“ketine" nava vê xaneyê, nayê bi nav kirin.
Gelê me ji dema ku hebûna xwe hîs kirî ye heyanî niha, di bin îşkenceya
dagîrkeran de bûye, gelê me ji hilmijîna hewayê azadî û serfiraziyê hatiye
bê par kirin, zimanê wî gelî wekî teyrekî per û bask şikandî bûye. Ji xwe
dema jiyanek wiha be, helbest jî dibe rengvedana vê jiyanê, ji ber vê
çendê gelek xwezayî ye dema ku parek ji wêjeya wî gelî wêjeya berxweder
be. Ev pêvajoya han ji Ehmedê Xanî ve dest pê dike û li bal Hacî Qadirê
Koyî digihîje astekî bilind û berbiçav û di serdemê Bêkes [bavê Şêrko] û
hevalên wî de dibe bi curek ji peyama helbestê. Heya roja ku azadî bihê
dorpêç kirin û heya dagîrkirina axekê di rojevê de be, ev wêjeye jî tim wê
berdewam bimîne, lê di hemû demekê de merema me ji wêjeyê û gotara
helbestî ye, ne gotara siyasî û gazîkirina îdeolojiyê.
Mamosta bi giştî berhemên te yên çap bûyî kîjan in û piroje yan jî berhema
te ya pêşerojê dê çi be?
Wekî ku min îşare pê kir heyanî dema niha 25 berhemên min wekî
pirtûkên helbestan bi Kurdî hatine weşandin. Eva jî nayê wateya vê çendê
ku gişt helbestên min gorî dilê min in. Na, di cîhanê de helbestvanek ku
gişt berhemên vî di astekê de bin tu ne ye. Wekî çawa ku hemû salên jiyana
mirovan ne wekhev in, helbest jî tiştekî wiha ye. Dîwana min ya dawiyê bi
navê “Surode Berdînekan” bû, ez nizanim pirojeya min ya pêşerojê dê
çi bibe, ev çi be jî dê di dema xwe de serî hilde û bikeve ber çavê
hemûyan.
|