|
PKK-ê
ji aliyê xwe ve şer rawestand
Partiya Karkerên Kurdistanê bi navê xwe yê dî Koma Komalên Kurdistanê duhî
li çiyayê Qendîlê bi preskonferansekê yekalî şer rawestand û birêvebirê
PKK-ê Murat Karayilanî biryara ko ji şeş madeyan pêk dihat xwend. PKK di
daxuyaniya xwe de behsa awayê rawestandina şerî dike û hîç daxwazeka
siyasî nade ber dewleta tirkan.
Li gor biryara PKK-ê heger ordiya dewleta tirkan êrişên îmhakirinê neîne
ser gerîlayên PKK-ê ew şerî nakin û heger êrişê bîne jî ew dê tenê xwe
biparêzin. Herwiha PKK bi xwe ti operasyonên eskerî nake lê belê ji bo
jiyana xwe ya lojîstîk dê hatinûçûnê bike. Rawestandina şerî ji îro û pê
ve destpê dike û dema wê jî bi rewşê û helwêsta tirkan ve girêdayî ye.
PKK di daxuyaniya xwe de dibêje wê guhê xwe daye banga DTP-ê û rêxistinên
sivîl û li ser daxwaza rêberê xwe Abdullah Ocalanî şerî radiwestîne.
Bêguman DTP bihane ye û ne PKK û ne jî Abdullah Ocalan guhê xwe nade Ahmet
Turk û DTP-ê. Heçî Abdullah Ocalan bi xwe ye jî ev rawestandina şerî ne bi
înisiyatîva wî çêbû. Desthilata başûrê Kurdistanê û Emerîkayê rawestandina
şerî organîze kir û Abdullah Ocalan bi derengî tevlî wê daxwazê bû da
diyar bike ko kontrola wî li ser partiya wî heye
|