|
|
 |
» »
§andek
partiya yekîtiya kurd a demoqrat li Sûriyê nameyekê radsetî yekîtiya
Ewrûpayê kir
Duşema
borî bi helkefta salvegera 44aemîn li ser jinasnamexistinê ji beşekî ji
kurdên Sûriyê û bi vexwendeyekê ji partiya yekîtiya kurd a demoqrat li
Sûriyê dora 300 kesî ji kurdên Sûriyê li gel hinek hêzên kurdî û Erebî ên
Sûriyê mangirtinek li pêş avahiya yekîtiya Ewrûpayê li Birûkselê pêkanîn.
şandek ji partiya yekîtiya kurd a demoqrat li Sûriyê bi serokatiya Dr.
Kamîran Bêkes nameyekê radsetî beşê ewlekarî û siyaseta derve a yekîtiya
Ewrûpayê kir û komcivînek lidarxist, di komcivînê de şanda kurdî
biberfirehî li ser rewşa kurdên Sûriyê û kurdên bênasname axifî,
nivîsîngeha beşê ewlekarî û siyaseta derve a yekîtiya Ewrûpayê ji şandeyê
re diyarkir ew mesela mafên mirovan, mafên kurdan û pirsa kurdên bênasname
behs dike da ku çareyekê jêre deynin, nivîsîngehê herweha diyarkir ku ew ê
bi zextê li hikumeta Sûriyê bike da pirsa kurdî çareserbibe, di dawiya
komcivînê nivîsîngehê got şandeyê ew ê vê raporê bighînin serokê yekîtiya
Ewrûpayê.
|