|
» »
|
Orhan Pamuk
xelatê Nobelê bo Edebîyatê wergirt |
|
12/10/2006 |
|
|

|
|
Orhan Pamuk |
Nivîskarê navdarê Tirk Orhan Pamuk xelatê Nobelê Edebîyatan yê evsal
wergirt. Îro pêncşem, Akademîya Swêdî li Stockholm rêz li karê nivîskarê
54 salî girt yê bi navê ‘Geryan li du Giyanê Xemgînê Bajarî’, bajarê wî
Îstenbolê.
Akademîya Nobel dibêjitin Orhan Pamuk di wê romana xwe de sembolên nû yên
li hev çûn û têkelbûna kulturan eşkere kirine.
Pamuk li Îstenbolê dijî û tête naskirin weke yekem nivîskarê cîhana Îslamî
bi eşkereyî ‘fetwa’ ya kuştina nivîskar Salman Ruşdî şermezar kiriye.
Pamuk 10 nivîsînên bi Tirkî hene û gelek ji nivîsînên wî hatine
wergerandin bo zimanên Îngîlîzî, Almanî, Fransî û Swêdî.
Xelatê Nobel evsal dê digel milyon û sêsed hezar dolaran be li meha 12 li
Stockholmê wê bête bexşîn.
|