berbang.net

 

 
Skip all menusSkip first menu destpek  Nûçe efrin 

 

link
   
 
     
 
   
 
     
 
 

 

Nêçîrvan Barzanî: Hukûmeta Herêma Kurdistanê piştgîrî li kartê taybet dike
Nivîskar: berbang.net Di: 13.10.2006 Sehet: 13:47

 

 

 



 


berbang.net/ Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê bazaar hemdema Nîw Sîtî li bajarê Hewlêrê vekir. Roja Çarşemê, 11ê Cotmehê, bi amadebûna Cihgirê Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Omer Fettah, Serokê Desteya Weberhênana Herêma Kurdistanê Hêrîş Muherem, hijmarek ji berpirsiyarên hizbî û hukûmî û hemwelatiyên bajarê Hewlêrê, Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bazara hemdema Nîw Sîtî li bajarê Hewlêrê vekir.

Di merasîmê de Birêveberê Bazara Hemdema Nîw sîtî Ehmed Rêkanî axavtinek pêşkêşkir, tê de çendîn zanyarî derbarê vê bazarêde da bi amadevanan û got: Ev bazaar wê xwedan rolekî giring be di pêşxistina Herêma Kurdistanê de bi giştî û bajarê Hewlêrê bi taybetî. Ev bazar li ser rûberekî 23000 m2 hatiye çêkirin û ji bazarekî hemdem, supermarket, xwardingeh, 50 motel pêktê û zêdetir ji 350 karmendên biyanî û navxweyî tê de kar dike.

Paşê Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destxweşî li xwediyê projeyê kir û got: Hêvîdarim ev proje bibe nimûne di xizmetkirina hem welatiyên Herêma Kurdistanê de. Projeyên bi vî awayî di Kurdistanê de roj biroj zêde dibin û di encam de projeyên weha derfetekî nuhin ji bo xizmetkirina welatiyan di Herêma Kurdistanê de.

Serokê Hukûmetê piştgîriya Hukûmeta Herêma Kurdistanê ji bo projeyên bi vî awayî ragehand û got: Hukûmeta Herêma Kurdistanê amade ye bi temamî piştgîrî li kertê taybet bike. Herweha nîgeranîya xwe da nîşandan, ku piraniya pêdewîstiyên nav bazarê de yên derveyî Herêma Kurdistanê ne.

Barzanî di wê derbarê de got: Ya rast ewe îdî sermeyedarên Kurdistanê bixebitin ji bo damezrandina karxaneyên hemecûr di Kurdistanê de, di şûna ku hizir bikin ka wê çawa zêdetir qazanc bikin. Pêwîst em bîr li berhema xweyî bikin, ji ber ku Kurdistan welatekî dewlemende û xwedan çendîn çavkaniyê xwezayî ye.

Di dawiya axavtina xwe de jî Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê got: Hukûmeta Herêma Kurdistanê amadeye hemû hesankariyekî ji bo wan kesan bike, ku dixwazin projeyên bi vî awayî encam bidin.

Nûçe: RO/ Zana Sebrî, Silêmanî
Amedekar: AzAd Rizgar

 

  line
Return to top of page