|
3/5/2007
Kurte dîroka Kurdistanê
ya siyasî û wêjeyî
Bext Reşê Koçer
Kurd yek ji
miletê herî kevnare di rojhilata navîn de.
Welatê wan kurdistane, cihê xwe di dîrokê de
girtine û kolane Ji berî zayînê, bi navê dewleta
Mêdya, ya hatî damezirandin di sala 701 an de
berî zayînê û dewleta wan berdewam kiriye heya
sala 550 an B. Z , û dewleta wan hatiye
şikestin li ser destên Exmîniyan û ji vê dîrokê
ve Kurdistan ketiye di bin fermandariya
Exmîniyan de, û Exmîniyan akamî li Kurdistanê
kirine heya exmînî hatine şikestin li ser destê
Îskenderê Meqdonî di sala 331an de B.Z , û ji vê
dîrokê û pêve Kurdistan ketiye di destê
Îskenderê Meqdonî de û ji dîroka mirna
Îskenderê Meqdonî ve di sala 323 an B.Z ,
Kurdistan hatiye parvekirin di navbera du
dewletên gelek mezin de Sasaniya Farisî û
împiratoriya Bîzentî û Kurdistan bûye qada hemî
şerên dirêj û dijwar yên di navbera van herdu
dewletan de derbûyîn , û her wisa Kurdistan maye
êxsîra van herdu dewletan heta misilmantî di
cîhanê de belav bû , û Kurdistan ketiye di bin
destên Erebên Misilman de di sala 637 an Z , li
ser destê Seۥed
bin Ebî Weqas û piraniya Kurdan tevlî
Misilmantiyê bûne , û di sed salên navîn de , bi
taybetî di sedê duzdehan û sêzdehan de , nemaze
piştî ketina paytexta Eۥbasiyan
li ser destê Holako di sala 1251 an de z ,
Kurdistan dîsa weke di sed salên berî
Misilmantiyê de , bûye weke pirekê di navbera
rojhilat û rojava de û li ser xaka wê re
leşkerên Hormiya , Beyzentiya , ordiya Teter,
Mengula û Tirkên Selcoqî diçûn û dihatin heya
sala 1514 an Z , di şerê candîran de dîsa
Kurdistan hatiye parvekirin di navbera Tirkên
Osmanî û Îrana Sefewî de .
Di van hemî
serdemên me bi ziman anîn şer û cengên li ser
xaka Kurdistanê peydabûyîn nayên jimar û zirarên
gihandin li gund û bajarên Kurdistanê nayên
windakirin û qurbaniyên van ceng û şeran bihtir
ji miletê Kurd bû
Di sedên
bîstan de û bi taybetî piştî şerê cîhanê yê
yekemîn û di lev hatina Sayîkis Pîko de di sala
1916 an de Z , Kurdistan bi cara yekem dibe çar
parçe , di navbera herçar Dewletên rojhilata
navîn de Îraq , Sûrya , Tirk û Îran û Kurdistan
dibe armanca van herçar Dewletan û van Dewletan
hemî hewl û bizavê xwe di kirin ji bo qirkirin û
heşaftina miletê Kurd û wendakirina ziman û
netewa Kurd û van her çar dewletan şerek qerêj
û gemar û dijwar û şerek tev kujî li ser Kurd û
Kurdistanê bi rêbirin .
Ji şewata
hezarên gunda , heya kîmîya barankirina gund û
bajarên Kurda , heya enfalkirina zarok û pîrekên
Kurdan , heya dizîna nifûsên miletê Kurd û heya
darvekirina serok û rêberên Kurdan .
Û van herçar
dijminan zimanê Kurdan û hebûna Kurdan ya netewî
ji xwe re kirin armanc û corek yên çekan
nehiştin û bi Kurdan bi kar ne anîn ji bo
armancên xwe bi cih bînin ji çekên zanistî tang
, top , firoke û çekên kîmyawî (xaza xerdel) û
ji çekên torevanî û sîkolocî bi xuyakirina
Kurdan ji cîhanê re weke hêjmarek diz û cîwelek
di şikeft û zivingên çiyan de dijîn bê ax û bê
welatin .
Piştî evqas
bobelat û perjengên Kurdan kişandin li ser
destên van her çar dijminên xweda nenas Kurd di
vê paş wextê re di sedê bîst û yekan de bûn
armanca dijminek bê cî bê rewş bê nasname
dijminek xiniz û bê bext û bûn armanca
tîroristiyê û tîroristiyê jî di dema van çar
pênc salên dawî de baca xwe ji Miletê Kurd stand
û têra xwe ji rih û canê kurdan da hev û
karîseta yekê sibatê di sala 2004 an de Z , ya
li bajarê Hewlêrê çê bû qenc nîşane li ser
daberbûna Kurdan li tîroristiyê .
Wek
rojhilatnas didin xwyakirin şer û cengên li
Kurdistanê peydabûyîn dibin himberî pêncî şerên
weke şerê cîhanê yê yekemîn û mebesta van şer û
cengan timî timî wendakirina ziman û netewa
Kurdî bû ji hebûnê , û qirkirin û heşaftina
miletê Kurd bû , û vemirandina germiya di dilê
Kurdan de bû .
Ev bobelat û
perjeng û karîsetên di ser Kurdistanê de hatin û
ev zilm û sîtema yên miletê Kurd kişandin li ser
destên van hêzên yên dagirkirina Kurdistanê
kirin û tevlî suriştiya Kurdistanê ya weke
buhiştek xuristî û ya zengîn bi çiya û çeman û
bi dehl û daran û seyrangeh û havîngehan û tevlî
xweşikbûna di nav qîz û keçên kurdan de peyda
dibe , bûne sedemê pirbûn û zengînbûna wêjeya
Kurdî bi destan , pend , şîret , helbest ,
stiranên şeran , û çîrokên evînê .
Weke destana
tekoşîna Kurdan di kelha dimdim de , ya
berxwedana Kurdan dijî hêzên şah Ebas şahê Îranê
di sedê şazdehan de dide xwyakirin . Weke çîroka
Mem û Zîn , ya rewşa evîneke beravêtî dide
xwyakirin .
Weke stirana
dibêje .
Ez xelefim
xelefim
Heware mîr
heware l
Ez Xelefim
Xelefim
Yezdîn Şêr
begê Botane
Xwedyê şûrê
sedefim
Heware mîr
heware lo
Xwedyê şûrê
sedefim
Yezdîn Şêr
hakmê Botane
Ev stiran û
gelek stiran bi vî rengî hene di huner û wêjeya
Kurdî de , ji wan re dibêjin stiranên şeran ji
ber ev stirane bihtir bi şeran re dihatin
stirandin , û van stirana gelek germî dikirin di
dilê şervanên Kurdan de û gelekê hêrsên wan
bilind dikirin û rolek serekî dilîstin di
serketinên wan de .
Û gelek pend û
şîret jî hene bi Kurdan têne naskirin .
Wek van pendên
dibêjin .
- Yê ne di
govendê de be xweş reqase
- Kî bi rez û
male ew bi ap û xale .
- Ne konê bê
pez û ne gundê bê rez û ne yê ko dibê ez û ez .
- Xwedê nokan
dide kalê bê dinan .
- Gotin :
qantirê kî bavê te ye , got : hesp xalê mine .
Wek van
şîretên dibêjin .
- Rih dibe
bost dijmin nabe dost .
- Ger cîranên
te bûn mar . Tu jî dest bavêje kevir û dar .
- Yê bi çavekî
li te nêrî tu bi herdu çavan lê binêre .
- Yê
neqenciyan bike ji wîre bimîne , ji zarokên wîre
namîne .
- Nanê mirov
di tûrê hevalên mirov de be , mirov qet têr
naxwe .
Ev pend û
şîret dibûn mîna destûrekê rêveberiya civaka
Kurdî dikirin û gelek bandoriya wan hebû bi
rengekî posîtîv li ser civaka Kurdî .
Dîsa weke
rojhilatnas didin xuyakirin , wêjeya Kurdî ji
wêjeyên zengîne di cîhanê de lê berhemên ji
wêjeya Kurdî yên di vî wextî de peyda dibin
gelekî hindikin li gor yên hatin wendakirin û
şewitandin bi sedema wêran û talanên yên
dijminan di serê Kurdistanê de anîn û bi taybetî
dema hêzên misilmanan di Kurdistanê de belav bûn
gelek laleş û dibistanên Kurdan şewitandin û
pêre gelek pirtûkên Kurdan yên dîrokî û wêjeyî
hatin şewitandin .
Ji van karîset
û bobelat û perjengên hatin li serê Kurd û
Kurdistanê diyare Kurd miletek zor leheng û
qehreman û boşe û zimanê Kurdî zimanekî resen û
dewlemend û xurte heya karîne xwe bi parêzin ji
nemanê û ji qirkirinê dirûyê van bobelat û
perjeng û karîsetan de .
Ez van gotinan
dibêjim ne ko ez mirovek Kurdim û ez pesnê
zimanê xwe û miletê xwe didim .ma dema wêjevanê
nemir û pîroz MUHEMED MEHDI ALCEWAHIRI li ser
Kurdan di got :
Şeُbûn
deaُîmoho ecemacîmo we demo
Tetehُetemo
dinya wela yetehُetem
Ma çi
peywendiya wî bi netewa Kurdî ve hebû.?! ma ew
jî Kurd bû ?! lê ev tişta ez dibêjim rastiyek
dîrokiye cîhan tev pê dizane .
Bê goman ev
pirbûn û zengîn bûna wêjeya Kurdî girêdaye bi
zengîn bûna wêjeya Kurdî bi wêjevan û helbestvan
û nivîskaran .
(( Her
mirovek Kurd , mêr be yan jin be , keç be yan
Kur be , helbestvane ))
Her wesa
gotiye nivîskarê sedê nozdehan yê navdar
nivîskarê Ermenî EPOVIYAN (1804- 1848) .
ji wêjevanên
Kurd yên berhemên herî buha hiştin bi şûn xwe ve
di wêjeya Kurdî de .
MELAYÊ CIZERÎ
, FEQÊ TEYRAN, EHMEDÊ XANÎ , NALÎ , MEWLEWÎ ,
BÊKES , CELÎLÊ CELÎL , ORDÎXANÊ CELÎL , HEJAR
MUKREYANÎ , CELADET BEDIRXAN Û SEYDAYÊ
CEGERXWÎN ….T.D.
Û bi dawiya vê
gotarê dixwazim ji Kurdên cîhanê re zelal bikim
: Ziman nasnameya miletane û sedema hebûn û mana
miletan hebûn û mana zimanê wane dema hebûn û
mana zimanê wan hebe , hebûn û mana wan jî wê
hebe kengî zimanê wan wenda bû ew jî wê wenda
bibin .
Û sedema hebûn
û mana Kurdan û berdewam bûna rola Kurdan heya
vî wextî di cîhanê de piştî van bobelat û
perjengên reş yên di ser wan de hatin berdewam
bûn û pêşveçûna zimanê wane .
Ji ber vê yekê
hêvîdarim hemî Kurdên bi rûmet bi şeref bi şan
hemî Kurdên welat perwer hemî Kurdên welat parêz
hînî dîroka xwe bibin hînî zimanê xwe bibin ji
ber bizanin dijminên wa çi gawirin çi xwîn mêjin
û bizanin pêşiyên wan çi leheng bûn û çi mêrxas
bûn . û çi berevanî di ber hebûna xwe ya netewî
de dikirin .
Bext Reşê
Koçer
Emil :
bextres@naseej.com
|