|
|
 |
» »
Kirmizigul û
Sezen Aksu:Berxwedan jiyan e
Nivîskar: berbang.neti: 13.10.2006 Sehet: 14:09
berbang.net
/
Hinermenda tirk Sezen Aksu û hinermendê kurd Mahsum Kirmizigul di derbarê
kar û bar û zarokîya xwe agahîyên gelek balkiş dan! Sezen Aksu îtiraf kir
ku plaqa wî ya yekemin ”Haydi Şansim” a sala 1975an tenê 50 heb firotîye ü
ew jî, wî û malbata wî kirîbû!Hinermend Aksu ji bo sedemên feqirtîyê
mecbûr dimîne bikeve ser rêya koçberîyê, ji bajarê xwe Îzmirê bartike û
tête Stenbolë! Sezen dibêje ”min di dibistana lîseyê de bi cidî destpêka
muzikê kir!Ji bo plaka xwe ya yekemin çûme navenda muzîkê ya navçeya
Unkapanî ya bajarê Stenbolê! Derîyë şirketên muzîkë ji bo min girtîbû!
Xwedê ji razî be, şirketek derxistina plaqa min bi hêvî, lava û ricayên
dost û hevalan qebûl kir!Lê muzika min qet nehat firotin ez bi kerban
ketim nava nivînan! Min berxwe da da û îro jî di vî merhelê da me”
Hinermendê kurd Mahsum Kirmizigul -mixabin bi tirkî distre - jî dibëje ku
bawerïya mamostê dibistanê qet bi wî tunebû û mamostê wî herroj digot
”`Mahsum dengê te wek dengê qoşxane û zîlana derî ye!Dengbêjî lê te nayê…`
Ez diçûme mala xwe û li ber singê dayîka xwe digirîma. Lê bawerîya min bi
min hebû.”
|