Hiner Saleem:
Sînema ji bo kurdan hîn şerm
e
Hevpeyivîn:
Keya Îzol
- Kek
Hiner rojbaş. Xwendevanên Netkurdê cenabê te baş dinasin. Lê
dîsa jî dikarî piçekî behsa xwe bikî. Hiner Saleem kî ye û
niha çi dike?
- Hiner Saleem
kî ye? Tiştê esasî û girîng ez însan im û kurd im. Lê hemû
tiştên din ez sergerdan im û digerim. Digerim carnan bêyî ku
ez bizanibim çi digerim.
Vê havînê min
fîlmekî nû bi navê DOL temam kir ku di meha çile (january) de
ê bikeve vîzyonê.

Keya Îzol li Parîsê di dema hevpeyivînê de
bi Hiner Saleem re
- Tu
hunermendekî piralî yî. Berê bi karê resamî mijûl dibûyî. Paşê
ketî nav dinya sînemaya kurdî. Sînema çawa bala te
kişand?
- Di dawîya sala
1960ê de ez zarok bûm. Em li çîyan li gundê BILÊ yê nêzîkî
devera Barzan bûn. Elekrîk tunebû û ambargoyê li ser herêmên
rizgarkirî berdewam dikir. Carnan bavê min guhdarîya radyoya
xwe ya kevn a malê rûsî dikir ku bi deh panzdeh baterîyan
girêdabûn. Baterî li derve bûn, radyo li hundirê malê. Bavê
min pir hez ji nûçeyên derheq kurdan dikir. Carnan şeş mehan
yek peyv an xeber derheq Kurdistanê nedibihîst. Lê ji dîya min
re digot ku hevalakî wî bihîstîye ku behsa kurdan bûye. Em
hemû malbat bi vê nûçeyê gellek kêfxweş dibûn. Ji bo me tenê
peyvek derheq kurdan derketaya wê peyvê bi rojan têrî me
dikir.

Belçîm Bilgin û Nazmî Kirik di fîlmê Hiner
Saleem DOL (Dehol)ê de. Fîlm pirranî li devera Barzan hatiye
kêşan
Ji bilî radyoyê
carnan bavê min pirtûkên klasîkî ên kurdî ku bidizî hatibûn
çapkirin dianî malê û em tev mecbûr dikirin ku em guh bidin
wan helbestan. Ew ên tê bîra min şaîrekî bi navê MACIN bû.
Wekîdin berhemên Melayê Cizirî, Nalî, Şêx Rezayê Telebanî û
wekî din bûn. Bavê min ji ber ku me tu înterese ji bo wan
berheman nebû xwe gellekî aciz dikir.

Dîmenek ji fîlmê DOL (Belçim
Bilgin)
Heta rojekê ku
pirtûkek klasikî a kurdî ku di nav de illustrasyon (tablo)
hebûn anî bo malê. Ev tabloyên keçên kurdên serbilind bûn. Por
dirêj, sîngên dewlemend, cilên rengîn û li pişt wan çar çîya
hebûn. Cara yekê bû ku min tabloyek an wêneyek dîtibû. Bi xêra
wan tabloyan min bawer dikir ku Xwedê heye. Bi xêra wan
tabloyan kêfa min bi şiîrên kurdî hat. Min bêyî ku jê fahm
bikim pir şîir ezber kirin û xewna min ji bo tabloçêkirinê
dest pêkir.
Zemanê otonomîyê
di sala 1970 yan de em serbilind bûn û bi pîqabekê vedigerîyan
bo malê. Tifinga birno ya bavê min li ser milê wî bû. Xalê min
ku li şantîyeka petrolê li Kerkûkê karker bû ji kar hatibû
avêtin. Di mala wî de televîzyonek hebû. Li wir min cara yekem
TV dît ku wêne dimeşin û dilivin. Ew roj ew bûyer bû destpêka
xewna min a çêkirina wêneyên ku dilivin. Ez hefteyekê li ber
televîzyonê rûniştim. Gava şoka min derbas bû min fahm kir ku
ew wêneyên ku dilivin wêneyên Seddam Husseyîn û Ehmed Hassan
Bekir bûn û şiir û muzîka ku dibihîzim li ser panarabîzm û
pesindana rejîma Baasê bûn. Lê min fahm nedikir çima
televîzyon bi zimanê kurdî qise nedikir. Min fahm nekir ew
sandoqa bisîhir çi ye?

Nazmî Kirik û Ayten Koksoy di sahneyeka fîlmê DOL
de
Lê min wê gavê
sond xwar ku ez ê rojekê kurdan di vê sandoqê re derbas bikim
û ew sandoq ê bi kurdî jî bipeyive. Min digot ez ê yan bibim
elektrîsyen an jî dansos. Yekem heza min ji bo sînemayê wê
gavê çêbû. Di serê min de xeyala sînema û muzîkê dest pêkir.
Îro bi xêra Yilmaz Guney û Behmen Kubadî ev sandoq bi kurdî
dipeyîve.
- Wek
gellek tiştên din ên kurdan beşa sînemayê bazaraka vala ye. Ji
destpêkê heta niha çi astengên mezin bûn mişkile bo xebata
te?
Ez xelkê
welatekî me ku sînema tê de qet tune an jî pir kêm e. Mîletê
min naçe sînemayê. Ji sînema xwe hez nake û nas jî nake.
Sînema ji bo kurdan hîn jî şerm e bi biçûkxistinê li mêr an
keça aktor ku li sînemayê dilîze, dinihêre. Kesên ku sînemayê
çêdikin hîn biçûktir tên dîtin. Di nav kurdan de gotinek heye
gava heya biçe dibêjin ”Bû sînema”. Û herî zêde mûsîbettir ku
çend çeteyên dewletên dagîrker ew jî qedexe
kiriye.
Lê tiştê
ecêbmayî miletê min bêtir ji bo aktrîs û aktorên milletên
serdest ku Kurdistanê dagîr kirine, hurmet heye. Fîlmekî wek
Kurtlar Wadîsî ku ji alîyê hunerî de pir xirab e û fîlmekî dij
bi kurd e jî, bi hezaran kurdên feqîr û qurbiser ku bi
firotina doneran pere qezenç dikin ketin dorê û çûn temaşeyê
wî fîlmî kirin. Fîlmekî li dijî wan û li dijî nasnameya wan
e.
Lê bi neynûka be
jî ez û derhênerên wek Behmenê Qubadî em ê di karê xwe de
berdewam bin sînema ji bo nifşên pêşerojê çêbikin.
Dîmeneka evîndariyê di DOLê de . Ayten Köksoy
û Nazmî Kirik
Îro heşt neh
kanalên kurdan hene. Yekê
ji wan bi belaşî be jî fîlmên min nexwestine. Her çarsed
parçeyên Kurdistanê yek sînema fîlmekî min belav nekiriye. Lê
fîlmên min li Newyork, li Paris,
Sydney,
Toronto,
Stockholm,
Berlin
û Cannesê tên belav kirin. Li festîvalên binavûdeng ên wek
Venedîk û Cannesê di pêşbirkeyan de beşdarî
dike.
-
Kurd mîletekî nêzikî 40 mîlyon in. Bi hezaran bûyer, serpêhatî
û serencamên vî miletî hene ku heta îro jî nebûne babeta
fîlman. Te bi berhemên xwe çiqas dikaribû valahîyeka wiha tije
bikî?
-
Her fîlmek nêzikî saetek nîv e û her fîlmçêker jî di jîyana
xwe de heger hertiştê wî baş bimeşe dikare 20 fîlman çêke. Ez
bîst salên din jî bijîm û fîlman çêkim û 40 saetan behsa jîyan
û êşa kurdan bikim têr nake. Êşa kurdan ewende mezin û fireh e
ku emrê min qîm nake vê valahîyê tije bikim.
Ne
Hiner, Behmen û Yilmaz, pênsedên din jî derkevin nikarin behsa
vî miletî bikin. Ev milet e ku fîlmê xwe temaşe nake, qîymet
nadê, hurmeta rejîsor û hunermendên xwe nizane lê hurmeteka
mezin dide aktorên dagîrkeran. Ew dikarin mesrefên zêde ji bo
merivên wiha bikin. Lê artîst, hunermend û rejîsorên kurd li
ba wan bêqîymet e.

Ciwan Haco jî di fîlmê DOL de rol girtiye. Rejîsor
Hiner Saleem û hunermend Ciwan
Haco
Jin
û mêrek di temaşakirina fîlmekî min de ji ber ku du aktor
hevûdû maç dikirin
xwe aciz kirin û derketine derveyî sinemayê.
Dewlemendên
kurdan ji bo xwarinekê dikarin bi hezaran dolar mesref ji bo
şexsê min bikin. Lê ger ez bixwazim hezar dolar nadin ji bo
çêkirina fîlmekî.
-
Mîzah di fîlmên te de temaya sereke ye. Ji bo te sînora mîzah
û realîzm çawa ji hev cuda
dibin?
- Dibêjin
însanekî muhterem bi şerm û heya kêf nagire. Mîzah (Humor)
şêweyekî biedeb e. Ez dixwazim behsa trajedîya kurdan bikim lê
ji ber ku ew trajedî ewqas mezin e ez dixwazim wê bi mîzah
bînim ziman ku temaşevanên bîyanî ji min nerevin ji ber ku
trajedîya kurdan her zordestî, kîmyebaran û kuştin e. Ji ber
ku ew ji min nerevin ez dixwazim bi vî awayî wan bikşînim
sînemayê kurdî.

Nazmî Kirik, Rojîn û Abdullah Keskîn di DOL de gihîştin
hev
- Bi
rejisorên din ên kurd re pêwendîya te çawa ye? Carnan hevkarî
an şêwirmendî di navbera we de pêk
tên?
-
Ez ji bo pêşeroja fîlmê kurdî pir bihêvî me. Li çar perçeyên
Kurdistanê nifşekî nû hazir dibe. Çimkî Behmen û ez tenê têrê
nakin. Lê kêfa min pir bi kar û enerjîya Behmenî têt. Ez li
ser navê Zerdeştî hêvîdar im ku emrê wî sed sal be û bikaribe
sed fîlmên din ji bo me çêke. Ez sedî sed bawer im ku sed
Behmen û Hiner dê ji nav kurdan
derkevin.
- Tu
jî wek hevalekî wî yê nêzîk bi Mehemed Uzun re hatibûyî
Dîyarbekrê. Nêzikî şeş rojan em li gel hev li cem wî bûn.
Hestên te yên wan rojan çi
bûn?
- Herdem ez ji
Dîyarbekirê derbas bûme hêsir bi çavên min ketine. Her şevên
ku vê dawîyê ez li wir bûm giriyê min ji bo Dîyarbekirê dihat.
Hêvîya me jî, şîn û şadîyê me jî Dîyarbekir e.

Mehemed Uzun payiza par gava DOL li
Barzan dihat kêşan serdana wan kir. Mehemed Uzun û Hiner
Saleem di bin konê reş (reşmal) de li ser DOL sohbet
dikin.
Vê carê min hêvî
û dihata Dîyarbekirê di çavên nemirê Mehemed Uzunî de dîtin.
Mehemed wek Dîyarbekirê hezar salên din jî zor û zordestî dom
bikin ew herdû her dimînin.
- Fîlmê te
yê dawî Zero Kilometer beşdarî Festîvala Cannesê bû.
Serketinek wiha mezin çawa pêk hat ? Zero Kilometer çiqas
dikaribû bersîva hêvîyên te
bide?
- Rejîsor an
aktorekî tirk biçe Festîvala Antalyayê ev yeka ji bo wî dibe
sermîyaneke heta heta.
Hurmet ji bo kesên ku xwe digîhînin Festîvala
Antalyayê, lê Antalya wek ku zarokek di mehela xwe de fûtbolê
bilîze. Lê gihîştina Cannesê ji bo rejîsorekî gellek zehmet e.
Wek meriv li Real Madridê reqem 10 bilîze. Millet hene ku sed
sal in dîrokên wan hene lê tu car wek rejîsorê wî welatî
neçûne Cannesê. Dinya alem dizane Cannes li ku ye lê kurd hêj
vê rastîyê nizanin.

Dîmeneke din ji dema xebata kêşana
fîlmê DOL. Ciwan Haco û Hiner
Saleem
-Wek rejisorekî
kurd tu herî zêde çi wek asteng li pêşîya karê xwe dibînî?
Gelê Kurdistanê, Hukumeta Herêmê Kurdistanê (HHK) û rêxistinên
din ên sivîl ên kurdan çawa li te xwedî
derketin?
- Gellek însanên
baş wek hunermend û artîst îro li quncikê zîndan û
bendîxaneyên welatên dewrûberê Kurdistanê de ne. Elhamdûrellah
li Rojhilata Navîn HHK bi qasê tûwana û îmkanên xwe piştgirîya
hunermendan dike. Heger alîkarîya HHK neba belkî du fîlmên min
dawîyê hêj zehmettir çêbûbana.

Rojîn di dema vehesiyanê de.Ew jî di
fîlmê DOL de dilîze.
- Tu
niha bi çi mijûl dibî? Fîlmekî te yê din taze xelas bû. Dikarî
piçek behsa fîlma DOL bikî? Li ser wî hêvîyên te çi
ne?
- Fîlmê DOL
(DEHOL) li her çar parçeyên Kurdistanê derbas dibe. Aktorên wê
kurdên hemû beşan in. Ji bakur Nazmi Kirik, aktirîsa pir
bidihat Belçîm Bilgin, Ciwan Haco, Rojîn, Abdullah Keskin,
Omar Çavşîn, Behmen Hacî û hunermendeka tirk Ayten Soykök û
pir kesên din tê de rol girtine. Meha yekê a 2007 ew dê li
Ewropayê be, lê hêvîdar im li gellek welatên din jî bikeve
vîzyonê.
-
Sînemeya kurdî ji dema Yilmaz Guney heta îro di kîjan
merheleyê re derbas bûye. Tu pêşerojê çawa dibînî û projeyên
te yên pêşerojê çi ne?
- Bîyanîperest
xwe dêxud. Ez ne dijî bîyanîya me. Berî her tiştî ez hurmeta
dê, bav û kalên xwe digrim. Ez merivekî humanîst im. Dinyayeka
bê kurd naxwazim. Kesên ku êrîşê ziman û hebûna kurdan bike
pêwîst be ez ê her tişt bikarbînim da ku hebûna kurd û
Kurdistanê pê biparêzim.Miletekî wek kurdan ku ji her di bin
zilm û zordestîyê re derbas bûye divê bikaribe bersîva
êrîşkeran bide.
Heger Başûr bi
hemû înad, milk û emlak, bi xwîn û rih û dil bîstûçar seatan
herroj kar ji bo millet nekiribûya îro ev destkevtin nediket
destê kurdan. Loma divê em wê wek ronîya çavên xwe biparêzin.

Keya Îzol û Hiner Saleem
- Gellek
sipas Kek Hiner. Ez ji bo te serketinê dixwazin. Gotina te ya
dawî ji bo xwendevanên Netkurdê
çiye?
- Ez jî sipasê
te dikim û serketina te dixwazim.

Ayten Köksal aktora xweşik û şox û şeng a
DOLê