|
Hevpeyvîn bi İsmail Beşikçi re
Şerê Tirkan û Kurdan Dê Çênebe
Zarathustra News
Ji roja ku êrîşa derveyî sînor ketiye rojevê
û vir de hîsterîyeka civakî derketiye holê. Tu
dibêjî qey her kes di nav haletê rûhîyeyeka wisa
de ye ku, hema dixwaze wî jî bigrin leşkeriyê.
Gelo cenabê we viya çawa şîrove dike?
Di meha kewçêra 1998an de bona ku
serokê PKK Abdullah Öcalanî ji Sûriye bidin
derxistin fişareka tund li ser Sûriyeyê hate
meşandin. Rêveberiya Sûriyeyê, serokkomar hafiz
Esad hate tehdîdkirin. Serokkomarî, serokwezîrî,
serokê TBMM, serekerkanî û fermandarê hêzên
bejayî berdewam daxuyanîyên ku Sûriyeyê tehdîd
dikin belav kirin. Di van daxuyaniyan de dihate
gotin ku, “Em dizanin Öcalan li Sûriyeyê ye. Ger
di demeka kurt de ji Sûriyeyê neyête derxistin,
em ê bi xwe Şamê dagîr bikin û pirsê hel bikin.”
Fermandarê hêzên bejayî Atila Ateş çû ser sînorê
Sûriyeyê û van tehdîdan li wir dubare kir. Di
encama van gefxwarinan de serokê PKK Abdullah
Öcalan di roja 9 kewçêr 1998 de ji Sûriyeyê hat
derxistin. Di destkeftina vê serketinê de roleka
gelek mezin a van tehdîdan hebû. Bona Öcalan
pêvajoya Yewnanîstan, Federasyona Rûsyayê,
Îtalya… bi vî awayî dest pêkir.
Gefxwarineka bi vî rengî di mehên
îlon û kewçêr ên sala 2007an de bona Hukûmeta
Herêma Kurdistanê, bona serokê Partî Demokratî
Kurdistan û serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî, bona serokê Yekîtî Niştimanî
Kurdistan û serokkomarê Îraqê Celal Talebanî jî
derxistin rojevê. Ji serokên kurdan dihat
xwestin ku ew bona damezrandina dewleteka
federal nexebitin, bila referanduma Kerkûkê
betal bikin, bila li hemberî PKK ya ku li Çiyayê
Qendîl baregeha xwe danîye, bi awayekî aktîf
bikevin nav şer û bila berevaniya mafên neteweyî
yên tirkmanan bikin. Di prosesa van gefxwarinan
de ji bo êrîşa li ser Başûr PKK wek hincetekê
dihat bikaranîn.
Cihêtiyeka gelek girîng di
navbera tehdîda kewçêra 1998an û kewçêra 2007an
de heye. Li sala 1998an Sûriye dihate
tehdîdkirin lê leşker neçûbûn ser sînorê
Sûriyeyê. Çekên şer ên giran, mîna tank û top
nebiribûn ser sînor. Lêbelê di kewçêra 2007an de
leşkerek gelek zêde biribûn ser sînor. Amûrên
şer yên giran, mîna tank û top û hawan û
wesaîtên din ên şer biribûn ser sînorê ku 200
kîlometre dirêjahiya wî heye. Tew ji sala 2006an
de dest bi vê amadekariya hanê kiribûn. Dihat
diyarkirin ku, 100 hezar an 150 hezar, carînan
jî 250 hezar leşker li ser vî sînorî hatine
komkirin.
Herwekî sala 1998an dixwestin bi
riya gefxwarinê serkeftinekê bidest xînin.
Diviyabû ku ligel vê gefxwarina leşkerî
rayagiştî jî hîşyar bikin da ku bibe piştgîrê vê
gefxwarinê. Bi riya merasîmên cenazeya şehîdan,
bi riya rîtuelên alayê û bi wan çalakiyên
provakatîf ên hêzên veşartî yên dewletê
rayagiştî hat provekirin û kela wê rakirin.
Gelek aşkera ye ku rayagiştî li hemberî kurdan
dihate pîjkirin û dixwestin bi vê rêyê, fişara
li ser kurdan hîn tundtir bikin. Çapemenî û
masmedya bona pêkanîna rayagiştîyeka wisa û bona
tevgerên vê rayagiştî roleka sereke lîstin.
Lewre jî ne rast e ku meriv rabe bibêje ev
rayagiştî ya hanê û bizava wê ji xwe re, xwe bi
xwe dest pêbûye. Ev rayagiştîya hanê ji layê
hêzên dewletê û ji layê vê çapemeniya ku gelek
pêt bi îdeolojîya fermî ve girêdayî ye, hate
pêkanîn û rêvebirin.
Li sala 1998an di encama tehdîdan
de serkeftinek bi dest ketibû. Êdî zehmet bû ku
serokkomar Hafiz Esad, rêveberiya Sûriyeyê
lîderekî gerîlayan li welatê xwe bihewîne. Lê
serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
bi pêşxistina berxwedaneka biryardar û maqul
balê kişande ser mafên kurdan, gelek rewabûna
van mafan da zanîn, herwisa, da zanîn ku ev
mafên hanê, ango mafên xwezayî yên civaka kurd
bona tu kesî û bona dewleta tirk jî nabin tehdîd.
Vê berxwedanê pêşî li wê serketina ku tirkan
dixwest bi dest bixînin girt. Lêbelê li hemberî
vê berxwedana biryardar û maqul pêwîstî bi
tehdîdên hîn tundtir û berfirehtir hebû. Lewre
jî bi riya çalakîyên provakatîf, bi riya
merasimên cenazeyên şehîdan, bi rîtuelên alayê,
bi riya talankirina hindek maxazayên kurdan, bi
êrîşkirina li ser Partiya Civaka Demokratîk û bi
êrîşên girseyî yên li hemberî kurdan radeya vê
tehdîda hanê bilindtir kirin.
Çi dema ku pirs were ser mafên
filîstînîyan, tirkên Bulgarîstanê, tirkên
Trakyaya Rojavayê, tirkên Qibrîsê, tirkmanên
Kekûkê, tirkên li Kosovayê, boşnaq, çeçen û
vîetnamîyan hingê Tirkiye ji layê azadîyê ve
nêzîkî pirsa wan dibe. Dide zanîn ku daxwazên
wan daxwazên rewa ne. Lê çi dema ku pirs were
ser mafên kurdan hingê ji layê bereveniya
dewletê ve bala xwe dide ser û dibêje, daxwazên
demokratîk ên kurdan asayîşa dewletê tehdîd
dikin. Bona ku van daxwazan bipelêxe tundiyekê
ku digihê radeya terora dewletê tetbîq dike. Di
warê pelaxtina van daxwazan de fişardin,
qedexekirin û cezakirin wek polîtîkayên bingehîn
têne dîtin. Hîç ne di bala dewletê de ye ku
mafên azadîyê yên kurdan jî, qet nebe, bi qasî
mafên wan gelên ku me li jor navê wan hejmart
hene û rewa ne. Daxwazên kurdan tune dihesêbe,
ji nedîtî ve tê. Lêbelê ev polîtîkaya hanê tenê
li hemberî kurdan ku wek “bira” têne bi nav
kirin tê pêşxistin. Lewre, li kuderê dibe bila
be, Tirkiye nasnameya kurd nas nake, naxwaze nas
bike. Hîn jî wek komikên ku dê bêne tirkkirin li
wan dinêre. Bona tirkkirinê, bona asîmilekirinê
her tedbîrî tetbîq dike. Di vê rêyê de fişardin,
qedexekirin û cezakirin bi awayekî tund têne
bikaranîn. Ew deverên ku kurd têde niştecih in,
mîna parçeyek ji welatê tirkan têne dîtin. Digel
ewçend fişardinê, dîsa jî, hindek meriv van
rîskan digrin ber çav û dawa mafên xwe dikin. Ev
jî dibe sedem ku dewlet fişardin û qedexekirin û
cezakirinan hîn di radeyeka bilindtir de bi kar
bîne. Ew dewleta ku ziman û kultur û nasnameya
miletekî nas neke, mafên wan ên demokratîk qebul
neke, bêgav e ku fişardinên di radeya terora
dewletê de bi kar bîne. Li Tirkiyeyê sedemê
bingehîn yê pêkhatina rewşa şiddet û terorê ev
helwêsta dewletê ye.
Ev hemî didin nîşan ku kurd ne
mîna welatîyên wekhev lê mîna civakek ku li ber
asîmilekirinê serî çemandiye, wek civakek ku
divêt bête asîmilekirin têye dîtin. Em dikarin
vê yekê wek muameleya koletiyê jî bi nav bikin.
Li salên 1930, wezîrê Edaletê yê wê demê Mahmut
Esat Bozkurt gotibû, “… Tenê mafek bo kurdên li
Tirkiyê heye, ew jî xizmetkariya bo tirkan e.”
di roja îroyîn de jî, kurd cardin wek kole têne
qebulkirin. Di vê çarçoveyê de daxwazên azadiyê
yên ku ji layê kurdan ve çêdibin, bi
reaksiyoneka tund têne pêşwazîkirin. Ez dibêjim
qey çêkirina çalakiyên provakatîf, sloganên ku
di cenazeyên şehîdan de têne avêtin, pêşxistina
rîtuelên alayê, herwisa, bi vê rêyê geşkirina
bizavên girseyî yên civaka tirk, peywendiya van
tiştan bi vê têgihaştinê heye. Dibêjin, “Hîn
heta bi duhî solên me dialastin, nûke çawa
radibin dawa azadiyê dikin!” Ev têgihaştin heye.
Gelo meriv dikane bibêje ku
çapemenî ji layê siyasiyan û leşkerên malnişîn
ve têye pîjkirin?
Belê, meriv dikane bibêje ku
çapemenî ji layê siyasiyan û leşkerên malnişîn
ve têye pîjkirin. Beşeka mezin ya çapemeniya
tirk wek liqekî Rêxistina Muxaberata Neteweyî
(MİT) dixebite. Meriv dikane hindek ji endamên
çapemeniyê û hindek ji endamên zanîngehan jî, ji
yên ku pîjkirinê dikin, bihesibîne.
Gelo encamên harbûna hestên
neteweyî çi ne, aya dibe ku ev reksîyon ji
kontrolê derkevin?
Di encama manîpulasyonên dewletê
de hestên neteweyî, ya rast hestên
nîjadperestiyê bilind dibin. Helbet ev pêvajo,
ji layê rêvebirina dewletê ve jî layên xwe yên
xetereyê hene. Çi dema ku mîtîng û numayîş û meş
bi vî awayî bêne pêşxistin hingê têgihaştina “em
sînoran bibezînin, em lêdin, bişkênin,
bipelixînin…” jî pêş ve diçe, daxwaza van tiştan
zêde dibe. Hingê piştî ku ev neyêne kirin, yan
jî di dema xwe de neyêne kirin, îcar baweriya bi
sazîyên dewletê jî kêmtir dibe.
Ez ne bawer im ku ev reaksîyon ji
kontrolê derkevin. Sedem jî ev e ku, di pirsa
kurd de polîtîkaya bingehîn a dewletê
asîmilasyon e. Di vê derbareyê de du kirinên
bingehîn hene. Yek jê ev e ku, rê nedin
pêkhatina burjuvaziyeka kurd ku li ser xaka xwe
hilberîniyê bike, li herêma xwe karxaneyan veke,
berhemên xwe belav bike, bazara herêmê bigre bin
kontrola xwe. Di herêma kurdan de bi
polîtîkayeka gelek taybet dewlet pêşî li vê yekê
digre. Ji sermayedarên kurd têye xwestin ku ew
li rojavayê kar bikin. Bi riya mekanîzmayên cûr
bi cûr berê sermayeyê didin rojavayê. Wek mînak,
ger yek li rojavayê karxane veke hingê dikane
gelek bi hêsanî krêdî wergire lê çi dema ku bona
avakirina karxaneyek li herêma kurdan daxwaza
krêdiyê bête kirin hingê bank gelek zemetî
derdixin pêşiya karsazan. Di vê çarçoveyê de
xwedî lê derketina li axayên gundan û şêx û
serokeşîran jî ew e ku pergala xwe ya feodal
berdewam bikin. Ev jî polîtîkayeka bingehîn e.
Korucutî (hêzên cehş) jî, sazîyeka wisa ye ku
dem û dezgehên feodal, peywendîyên feodal li ser
piyan dihêle, berevaniya wan dike. Û bi vî awayî
bizava rizgariya kurd hîn baştir dikeve bin
kontrolê, hîn baştir pêşî lê têye girtin. Ew
pereyên ku dikeve destê serekê korucuyan, yan jî
darayîya ku bi dest dixînin, cardin wek
polîtîkayekê berê vê sermayeyê jî didin bajarên
rojavayê. Bona viya têne teşwîqkirin.
Kirina duyemîn, li hemberî
roşinbîran e. Ev jî, dibêjin em fişardineka wisa
bikin ku bila roşinbîrên kurd nikaribin li ser
axa xwe, wek mînak, bila nikaribin li bajarên
wek Diyarbekir, Batman, Wan, Sêrt, Cûlemêrg,
Mêrdîn, Mûş, Agirî, Bazîd, Melazgir, Gever,
Nisêbîn, Qoser û Farqînê bimînin. Gelek evkirî
ye ku tunebûna burjuvaziyeka kurd a li ser axa
xwe, herwisa, tunebûna roşinbîriya kurdî ya li
ser axa xwe, ji layê pirsa kurd ve xwedî
karîgerîyeka girîng e.
Asîmilasyon li sazîyên wek
xwendegeh, dayreyên dewletê, çapemenî û heta ku
li nav malbatê jî têye pêşxistin. Dîn jî di vê
çarçoveyê de dikane rolekê bilîze. Divêt ev di
çarçoveyên cihê de bêne helsengandin. Ji layê
din ve gelek karsazên kurd yên ku li bajarên
rojavayê yên mîna Stenbol, Bursa, Anqere, Îzmîr,
Aydin û Îzmîtê jî kar dikin hene. Lêbelê evên
hanê ne burjuvaziya kurd in, meriv dikane wan di
nav burjuvazîya tirk de bihesibîne.
Di vê çarçoveyê de gelekê kurdan
cih-warê xwe terk kirin, çûne metropolan, çûne
li bajarên rojavayê akincî bûne. Hewl didin xwe
da ku li wan deran bi cih bibin. Beşeka girîng
ya van merivan dev ji mal û milkê xwe, xanî û
zevî û rezê xwe yên li welatê xwe, ango li
cografyaya kurd berdane û dixwazin li bajarên
rojavayê ji xwe re milk bikirin, êdî li wir koka
xwe berdin erdê. Ev proses bona asîmilasyonê
rewşeka gelek guncaw pêk tîne. Herwisa, têye
zanîn ku xwendegeh û çapemenî û malbat û
dayreyên dewletê jî bona pêkhatina asimîlasyonê
her di nav hewldanê de ne. Surgûnkirin jî helbet
bona asîmilasyonê rewşeka guncaw pêk tîne.
Herwisa, çûnûhatek ji ber sedemên zêdebûna
nufûsê, ji ber sedemên ekonomîkî, ji ber sedemên
kar peydakirinê jî her tim heye. Peywendiyên ku
di vê çarçoveyê de çêdibin jî, bona pêkhatina
asîmilasyonê rewşeka guncaw tînin holê. Wisa
texmîn dikin ku di encama van peywendiyan de
çend nifş bi şûn de dê asîmilasyon temam bibe.
Jixwe, di encama şewitandin û xirakirina gundan
de beşeka grîng a nufûsa kurdan bêgav maye ku
koçberî bajarên rojavayê bibe. Xebateka dewletê
ya di vê derbareyê de jî her heye. Lêbelê,
dewlet bi zanebûn rê nade ku nufûsa kurd berê
koçberîya xwe bide kampa Mexmûr a li navbera
Mûsil û Duhokê. Çunke li wan deveran asimîlasyon
çênabe û tew di ser de jî gelek aşkera ye ku
nasnameya kurdayetiyê hîn xurttir dibe.
Meseleya neteweyî di bingeha xwe
de meseleya axê ye. Ger lingên meriv li ser axa
meriv bin, meriv li ser axa xwe be, di nava gel
û meriv de peywendîyeka organîk hebe, hingê di
warê helkirina pirsê de meriv di pozîsyoneka
guncaw de ye. Ger ji sedemên aborîyê, bi mebesta
peydakirinê kar meriv ji ser axa xwe, ji gelê
xwe bi dûr ketibe, ji axa xwe, ji gelê xwe
veqetiyabe hingê ev yek têye vê wateyê ku li
hemberî dewletê meriv gelek lawaz e. Di roja
îroyîn de êdî gelek roşinbîrên kurd ji vê yekê
haydar in. Roşinbîr êdî dizanin ku surgûn çima
çêdibin. Roşinbîr êdî jê haydar in ku çima
herêma kurdan li paş hiştine, çima rê nedane ku
sinaî bi pêş keve, wek mînak, êdî dizanin ku
bendav ne bona avdanê lê tenê bona hilberandina
elektrîkê çêbûne, vê elektrîkê jî didin
rojavayê. Herwisa, çima gund têne şewitandin û
xirakirin, bona çi korucutî têye arastekirin,
çima malbatan ji cih û warên wan didine
koçberkirin? Derbareyê van mijaran de li gel
beşeka roşinbîrên kurd pêzanîneka nû geş dibe.
Ji ber vê yekê êdî pêwîstiyek e ku roşinbîrên
kurd di şûna ku li bajarên metropolê yên mîna
Stenbol, Anqere û Îzmîrê binecih dibin, divêt li
ser axa xwe binecih bibin. Ev roşinbîr di nav
prosesa ji metropolên Tirliye, ji Ewropayê bo
vegera ser axa de ne. Di roja me de yek ji
prosesên grîng ev e. Roşinbîrên ku li metropolên
Tirkiyeyê yan jî li bajarên Ewropayê dimînin êdî
dest pêkirine demeka grîng ya ji salekê li
welatê xwe derbas dikin. Meriv dikane vê
pêşveçûnê bişopîne. Di mijara roşinbîrên kurd de
meriv dikane proseseka wisa bibîne. Ev jî
rastîyek e ku veger, ango vegera bo welêt hindek
rîskan di nav xwe de dihewîne. Lêbelê roşînbîr
jî, jixwe, van rîskan digrin ber çav û
vedigerin.
Ev êrşînê ku li van mehên dawîn
li hemberî kurdan, bi taybet li hemberî Partiya
Civaka Gel çêdibin, dibin sedem ku di kurdan de
hîşyarîyek çêbibe, hestên netewî bihêztir bibin.
Meriv dikane viya wek karîgeriyeka neyînî ya
îdeolojîyê jî bihesibîne. Ev bizavên komelî yên
ku têne pêşxistin, ev nîjadperestî wê encama ku
dixwazin bi dest bixînin ligel xwe nayne,
berevajiya wê, rewşa ku dewlet qet naxwaze
çêbibe pêk tîne. Mîtîng û numayîş û meşên li
dijî kurdan, herwisa, êrîşên li hemberî kurdan,
li hemberî saziyên kurdan wisa hate pêşxistin
ku, vê yekê hindek kurdên ku di xewê de bûn jî
hîşyar kir. Di vê çarçoveyê de, êrîşî hindek
kurdan hate kirin ku ew gelek wext berê bar
kirine hatine li bajarên rojavayê bicih bûne, tu
peyweyndiyeka wan bi siyasetê re nîn e û bi qasî
dewletê li hemberî gerîla ne. Di encamê de em
dikanin vê êrîşê wisa şîrove bikin ku “Dibe ku
we kurdîtiya xwe ji bîr ve kiribe lêbelê em
dizanin ku hûn kurd in. Em li dijî we ne jî. Em
ê we jî tune bikin.” Ew mîtîng û numayîş û meşên
ku hatin pêşxistin têgihaştineka wisa,
hişyarîyeka wisa jî çêkirin. Ger ev pêşxistina
van numayîşan zêdetir bibe, di van merivan de,
li nav van malbatan xwestineka wisa hîşyar bibe
ku cardin vegerin welatê xwe, ango vegerin ser
axa kurdan. Ev jî dê pêşî li prosesa
asîmilasyonê bigre, dê jê re bibe asteng. Ez ne
bawer im ku di vê çarçoveyê de pevçûneka ciddî
di navbera kurdan û tirkan de çêbibe.
Meriv dikane vê mijarê wisa îfade
bike ku polîtîkaya bingehîn asîmilekirin e, wek
şêwazek asîmilikirina kurdan bo tirkîtiyê têye
tetbîqkirin. Di prosesa tetbîqkirina vê şêwazê
de bi taybet pêşî li pevçûneka kurdan û tirkan
digrin. Nexwe, şêwazên tund dikanin kurdayetiyê
hişyar bikin, vê prosesê bileztir bikin. Digel
van hemîyê hewldanan ger dîsa jî komel li
hemberî asîmilasyonê li ber xwe bidin, hewl
bidin xwe da ku kurdayetiyê biparêzin, pêşdetir
bibin, gelo wê demê dê çaw be? Hingê pêwîst e,
yên ku naxwazin asîmile bibin, li hemberî
asîmilasyonê li ber xwe didin, dixwazin
kurdayetiyê biparêzin û pêşdetir bibin divê bêne
tunekirin? Meriv dikane bifikire ku ev îhtîmal
jî di fehma serweriya tirk de heye. Lêbelê ez ne
di wê qenaetê de me ku ev îhtîmal dê were
pêkanîn. Ji ber ku kurd êdî bi piranî ne li
herêmekê ne, ji ber ku kurd li rojavaya
Tirkîyeyê jî hene, ji ber ku amûrên ragihandinê
hene, ji ber ku di warê peywendîdanînê de amûrên
teknolojîk zêdetir bûne, lewre êdî ev yek rê
nade bicihanîna nîyeteka wisa. Wek mînak, ger li
goşeyeka din a cîhanê bûyerek rû bide, dikane bi
riya telefonên destan hîn ku 24 saet di ser re
neçûbe, li her alîyê cîhanê were bihîstin. Ev jî
aşkera ye ku divêt operasyonên wisa bi
veşarî/nihênî bêne kirin. Wek mînak, êdî
telefonên destan jî dikanin rê nedin ku karekî
wisa nihênî bimîne.
Êdî dewleta tirk, karbidestên
hukûmetê, berpirsîyarên artêşê jî jê haydar bûne
ku pevçûneka etnîkî dê ji hev cudabûnê ligel xwe
bîne. Wek mînak, serekerkanê ku hîn çar pênc meh
berê digot “yê ku nebêje çi baş e ku ez tirk im,
ew dişminê me ye” piştî ku li meha kewçêrê
mîtîng û numayîş û meş çêbûn û bi şûn de êdî
pêwîstî pê dît ku bibêje “kurd Birayên me ne”.
Li vir jî mumkin e ku meriv karîgerîya neyînî ya
îdeolojîyê, encamên vê yekê bibîne.
Gelo cenabê we ji layê haletê
ruhîyeya civakî ve, vê rewşa neasayî ku her li
dar e û her têye xwestin ku Tirkiye êrîşî
derveyî sînor bike, çawa dibîne?
Di nav civakê de, di nav hişê wan
de ew xwestina bezandina sînoran tenê li hemberî
kurdan derdikeve rojevê. Wek mînak, li navbera
salên 1985 û 1988an li Bulgarîstan tirk dihatin
çewsandin, navên wan bo navên Bulgarî dihatin
guhartin, tirk dihatin bulgarkirin. Wê demê,
“bezandina sînoran” hîç nehate rojevê. Gelek li
hemberî vê polîtîkaya navborî ya Bulgarîstanê
derketin lê kesî negot, “em êrîşî derveyî sînor
bikin û hemnîjadîyên xwe rizgar bikin…” Tişteka
wisa nehate rojevê. Bona tirkên Trakyaya
Rojavayê jî her wisa. Qibrîs jî, divêt di
çarçoveyeka cihêtir de were helsengandin.
____________________
Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn & Çavkanî:
Evrensel Kültür, Hej: 192, Berfanbar 2007, r.
74-77
Zarathustra News -
Peyamaazadi
|