|
Kombûna
Parlementarî ya ewropî doza paraztina çanda kurdî dike
|

Kombûna Parlementarî ya Encumena Ewropayê |
Kombûna Parlementarî ya Encumena Ewropayê di civîna xwe ya do de biryara
resolutsyonekê da, tê de bangî piştgirtina ji bo paraztina çanda kurdî dike.
Kombûnê ji Tirkiyê re, ku endamek Encumena Ewropayê ye, pêşniyaz kir, ku li
ser derfeta perwerdeya bi kurdî li deverên ku ew wekî zimanê zikmakî tê
bikaranîn, li kêleka zimanê fermî birame. Wê herweha pêşniyaz kir ku Tirkî
kursên ziman û wêjeya kurdî li zanîngehan pêşniyaz bike û piştgirtina
deugehên kurdî yên çandî bike. Kombûna Parlementary herweha ji hikumetên
Îran, Iraq û Suriyê doz kir, ku "bizanibin ku ziman û çanda kurdî beşek ji
kelepura welatên wan bi xwe ye, ku ew dewlemendiyeke mayî ye û ne gefek e ku
şerê wê bête kirin". Malpera Amûdê tevaya resolutsyon 1519ê ya Kombûna
Parlementary bi zimanê kurdî diweşîne:
Rewşa Kurdan a çandî
Resolutsyon 1519 (2006)1
1. Wekî berdewamiya raportên wê yên li ser Qereçiyên li Ewropayê (1993),
çanda Cihûyan (1996), Aromanî (1997), çanda kêmayetiya uralî ya di bin gefa
tunebûnê de (1998) û li ser çanda kêmayetiya Csángó li Romanyayê (2001),
Kombûna Parlamentarî dixwaze balê bikişîne ser çand û rewşa Kurdan.
2. Kombûna Parlamentarî berî niha di raportên xwe yên derbarey erkên Tirkiyê
de xwe mijûlî mijarine dî yên li ser Kurdan kiriye (Doc.
9120 a sala 2001ê û
Doc. 10111 a 2004ê); û herweha derbarey rewşa mirovane a gelê
kurd ê koçberkirî li Tirkiyê (Doc.
9391 a sala 2002ê).
3. Pirsa bê ka Kurd bi rastî ji kû derê hatine, dimîne pirseke
neçareserkirî. Ji bo vê resolutsyonê, Kurd grûpeke etnîkî ye, ku zimanê wê
yê zikmakî kurdî ye. Ew bi taybetî ji sîstemên çiyayên Zagros û Toros tên,
wan herêmên çiyayî, ku Tirkî, Îran û Iraqê tê de digihên hev.
4. Ne jimara Kurdan naskirî ye, ne jî welatên ku ew bi piranî lê dijîn
(Îran, Iraq, Surî û Tirkiyê) di jimartina welatiyên xwe de behsa nasnameyên
neteweyî dikin. Tê texmînkirin ku ew di navbera 25 ta 30 milyonî de ne, ku
wan dike yek ji mezintirîn „neteweyên bê dewlet“.
5. Kurd bi kurdî diaxivin, ku zimanek ji beşê bakur-rojava yê beşê îranî yê
malbata zimanan a îndo-ewropî ye. Ew bi temamî ji erebiya samî û tirkiya
altaîc cuda ye. Kurdiya nûjen ji çend grûpên bingehîn pêk tê, ya herî mezin
grûpa kurmancî ye. Hejmareke ji devokan wan grûpan temam dikin.
6. Rewşa Kurdan li gorî rewşa welatên ku ew lê dijîn, ji hev cuda ye. Li
Iraqê dora 5 milyon Kurd ji dema şerê 1991ê ve hema bêje serbixwe ne. Li
Îranê ji bilî mafên çandî ti mafên Kurdan ên din tune ne: mafê muzîk û
folklorê heye, lê yê perwerdeyê tune. Li Suriyê yekcarî mafên wan tune ye û
ta bi muzîka wan jî qedexe ye.
7. Dewleta tirk bi dehên salan Kurd qebul nedikir. Di sala 2004ê de, rewş bi
weşana bi devokên kurdî di televizyona tirkî ya neteweyî de û herweha
pejirandina kursên hînbûna zimanê kurdî rewş hate guhertin. Pirtûk, kasêt û
konsêrtên kurdî nema qedexe ne. Du kanalên televizyonê yên herêmî yên prîvat
û dezgeheke radyoyê cara pêşî di 23ê adara 2006ê de dest bi weşanên kurt
kir.
8. Hin Kurd bi mesela ”kuştina namusê” ve hatin girêdan, lê ev kiryarên
hovane ne tenê li cem Kurdan peyda dibe. Ew li deverên paşdemayî (gundan) li
Rojhilata Navîn pêk tên. Pêşketinên di warên perwerde û aborî dedibin
sedemên kêmbûna kiryarên wilo. Rêxistinên jinan li Iraq û Tirkiyê roline
giring dilîzin. Qanuna tawanê ya tirkî ya nû rê nade pêşiya faktorên ku
dihêlin ku cezaya ”kuştinên namusê” sivik bibe, û wan wekî kujtinên bi
mebest bi nav dike.
9. Pêwîst e ku gelek welatiyên li tevaya herêmê adetên xwe bi pêş xînin.
Piraniya Kurdan haydar in ku Ewropa tiştek erênî ye û hêviya xwe dixin
pêşeroja xwe eger di Ewropayê de yan jî ligel wê. Ew divê herweha haydar
bin, ku welatê ku ”kuştinên namusê” hîn jî ji aliyê hinan ve wekî beşek ji
”kevneşopiya” wan tê pejirandin, welatek e ku ti ciyê wî li Ewropaya mafên
mirovan tune ye. Kombûna Parlamentarî gavên qanunî û siyasî ji aliyê
hikumeta tirkî ve baş dibîne, ku tê hêvîkirin, ku ew dê rê li pêşiya
guhertinên birêkûpêk ber bi aliyê rast ve veke.
10. Bêtirî yek milyon Kurd li rojavayî Ewropayê dijî û li gelek welatên
ewropî, ku hejmareke mezin ji Kurdan lê niştecî ne, dezgehên kurdî yên çandî
hene. Diasporaya kurdî herweha roleke siyasî ya mezin di agahdarkirina raya
giştî ya rojavayî de derbarey çarenûsa Kurdan li welatên cuda ku ew jê
hatine, lîstiye.
11. Kombûna Parlamentarî balê dikişîne ser têkstên ku wê derbarey mijarên ku
bi vê mijarê ve girêdayî ne, pejirandine, bi taybetî
Pêşniyazên 928 (1981) derbarey pirsgirêkên perwerde û çandî
yên zimanên kêmayetiyan û devokên li Ewropayê,
Pêşniyazên 1283 (1996) derbarey dîrok û hînbûna ji dîroka li
Ewropayê û herweha
Pêşniyazên 1740 (2006) derbarey ciyê zimanê zikmakî di
perwerdeya dibistanê de.
12. Divê li pirçand û pirziman wekî kaniyeke zengîn bête nerîn, ku kelepura
me ya ewropî zengîn dike û herweha nasnameya her welat û kesekî xurtir dike.
Li ser asata ewropî û bi taybetî ji aliyê Encumena Ewropayê ve ji bo
paraztina vê çanda taybetî piştgirtî pêwîst e.
13. Baştirkirina rewşa çandî ya Kurdan yekser girêdayî tekuzbûna siyasî li
herêmê ye. Aştî û tekuzbûn giring in ji bo baştirkirina rewşa çandî ya
grûpên etnîk.
14. Kombûna Parlamentarî bangî Tirkiyê, wekî dewleteke endam di Encumena
Ewropî de, dike ku bi şêweyekî baş li ”Pirsa Kurdî” binere û ku gavine
pêwîst bavêje, da ku rewşa çandî ya Kurdan li Tirkiyê baştir bibe.
15. Di warê çandî de, Kombûna Parlamentarî pêşniyaz dike ku dezgehên tirkî
yên xwedî biryar van gavên han bavêje:
15.1. misogerkirina paraztina zimanê kurdî yê bingehîn bi imzekirin,
pejirandin û pêkanîna ”European Charter for Regional and Minority languages”
(Peymana Ewropî ya Zimanên Herêm û Kêmayetiyan) derbarey zimanên kurdî, ku
li Tirkiyê têne axavtin;
15.2. ramankirina derfeta perwerdeya bi zimanê zikmakî li kêleka zimanê
fermî;
15.3. agahdarkirina dê û bavên kurd derbarey derfetên lînguîstîk ên cuda û
herweha hînkirina wan bê çawa ew bikaribin doza tiştên heyî bikin;
15.4. pêşniyazkirina kursên ziman û wêjeya kurdî li zanîngehan;
15.5. pejirandin û piştgirtina dezgehên kurdî yên çandî û pêkanîna
guftûgoyan ligel wan di warê hevkariya ji bo paraztina ziman û çanda kurdî
de;
15.6. ji nû ve lênerîna danûstandinên îdarî ku Kurd di çalakiyên xwe yên
çandî de rastî wan tên;
15.7. piştgirtina kurdîaxêvan ku beşdarî derfetên mass-medyaya nûjen bibin.
Gerek di civata kurdî de ji bo vekirina rê li ber pêşketinên çapemeniya
nivîskî, radyo û televizyonê di civata kurdî de;
15.8. sazkirina hin navendên dî li Tirkiyê ji bo piştgirtina çanda kurdî,
ligel xurtkirina hişyarî û haydarî ji û herweha rêzgirtina kêmayetiyan.
16. Kombûna Parlamentarî herweha ji hikumetên Îran, Iraq û Suriyê dike doz
dike, ku bizanibin ku ziman û çanda kurdî beşek ji kelepura welatên wan bi
xwe ye, ku ew dewlemendiyeke mayî ye û ne gefek e ku şerê wê bête kirin, û
ji wan dixwaze ku gavên pêwîst bavêje derbarey vê resolutsyona han, bi
taybetî di warê zimên de.
|