|
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
Dr. Cuwan Heqî
Emerîkanasîn,
gera sîstema wê a hundir, şêweyê têkiliyên wan
bi derve re, pêkanîna hobiyên xurt li Emerîka û
çêkirina dostaniyên xurt di navbêra gel, dezgeh
û rewşenbîran de pirsên giring in. Kurd ji vê
awirê dereng mane. Di van rojên em tê de ne, li
Emerîkayê hilbijartin hene. Hilbijartinên nû bê
guman e ku dê bandorê li ser siyaseta Rojhilata
navîn bike. Ji me re pir giring e ku em
hilbijartinan ji nêz vê bişopînin, berbijêran
nas bikin.
Dr. Cuwan
Heqî, bi hejmarek kesên kurd û dostên wî yê
emerîkî re dezgehek bi navê "America-Kurdistan
Friendship League, AKFL ava kirin e. Hayê wî ji
sîstema Emerîka a hilbijartinê û hetanî roja
hilbijartina serokê welêt, heye. Dr Heqî, li
ser hilbijartina bernamzetên bo serokatiya
Emerîka hefteya derbasbû nirxandinek balkêş kir.
Em di vê hefteyê de beşê 3:em pêşkêşî
xwendevanên xwe dikin:
Rola
superdelegeyan - beşê 3:em
Hindek kurtiya
her du nivîsên berî vê nivîsê:
Îsal, 2008-an, di
meha çiriya paşiyê de hilbijartinên bo
serokatiya Emerîkayê çêdibin.
Du partiyên
sereke, Partiya Repuclican, RP (ko Serok Bush ji
wê partiyê ye) û Partiya Demokrat, DP, bo
serokatiyê li hember hev hevbeziyê dikin.
Heya meha Tebaxê
divê namzetê her du partiyan diyar bibin.
RP heya niha du
bernamzetên xwe yên diyar hene: Senator McCain û
Mike Huckabee , waliyê kevin yê eyaleta
Arcansas-ê.
Li gor dengên
delegeyên RP, senator McCain ji bo namzetê
partiyê cihê xwe hema bêje misoger kiriye.
Lê Huckabee jî
dev ji vê hevbeziyê bernedaye û ew li ber xwe
dide. Û hê gelek eyalet mane û herweha,
convention (rengek şawirmendî, hekemtiya
partiyê) jî maye. Jixwe divê mirov hertim
"sensation"an , "bawernedikiriya"n, pênezaniyan
jî hesab bike.
Bi kurtî meseleya
namzetiya RP kêm-zêde zelal dibe.
Lê li layê
Partiya Demokrat ve, terse wê ye. Tevlîheviyek
(confuse) di hilbijartina bernamzetiya wê de
peyda bûye.
Mesele berî niha
senator Hilary Clinton li pêş bû û niha senator
Barack Obama li pêş e, wek:
Barack Obama 1198
dengên delegeyan standiye.
Hilary Clinton
1223 dengên delegeyan standiye.
Ji Obama re 802
dengên delegeyan pêwîst e.
Ji Hilary re jî
dengên 827 deleyan pêwîst e heya ko ew bibe
namzetê yekem yê partiyê.
Eyaletên ko wexta
dengên xwe bidin ev in :
Ohio, Texas,
Pensylvania, North Caroline.
Li aliyê dî jî,
"bayê xurtbûnê" yê Obama li gelek welatan
kursiyê Hilary dileqîne.
Lê gelo heye ko
Obama serî ji Hilary bistîne?
Ji ber vê yekê,
dixwazim li ser sîstema hilbijartina bo
serokatiya Emerîkayê binivîsim.
Li gor sîstema
hilbijartina bernamzetan, divê ewil delegeyên
(nûnerên) "normal" yên her partiyekê, eyalet bi
eyalet dengên xwe bidin bernamzetan.
Bi pêvajoya wan
hilbijartinan re hindek bernamzet dixusirin-ji
vê hevrikiyê dikevin. Hindek dev jê berdidin,
hindek jî bixusirin jî (wek Huckabee) berdewam
dikin. Û hindek jî serdikevin.
Pirsgirêka rojane
ya îro li Emerîka ew e: Gelo li layê DP dê rewş
çawan biebe ye?.
Gava ko Obama
niha li pêş e, ev nayê wê maneyê ko namzetiya wî
ya yekem bo DPê misoger bûye/dibe
Ji ber ko rengek
yê hilbijartinê, wek gotina dawiyê, heye. Ew jî
hilbijartinên ji aliyê "superdelegeyan" ve ye.
Gelo Superdelege
kî ne û rola wan çiqasê heye?
Mesele Partiya
Demokrat her kongreyek de, hindek siyasetmedarên
xuya, navdar û xwedî tesîr wek "superdelege"
dihilbijêre.
Hejmara wan
superdelegeyan di her kongreyekê de dikare were
guhertin. Niha DP 796 superdelegeyên xwe heye.
Hejmara wan delegeyan ji eyaletekê heya eyaletek
dî ferq dike. Hindek eyaletan, wek eyaletên
têrnifûs, dikarin 20-50 superdelegeyên xwe hebin
û yên kêmnifûs, kêmtir hebin.
Desthilatdariya
superdelegeyan ji delegeyên "normal" gelek
bêhtir e.
Gava di
hilbijartinên bo bernamzetiyê de dengên
bernamzetan gelekê nêzîkî hev bin, hingê ew
superdelege dikevin dewreyê de (navçiyê de) û ew
"dest datînin" ser hilbijartina wan bernamzetan.
Ango di çaxê konferansa convention de, ew dê
gotina xwe ya dawiyê bo wan bernamzetan bêjin.
Mesele ew dê bêjin:
"Filankes ji bo
namzeta serokatiya Emerîkayê minasib e û
bêhvankes ne minasib e!"
Pîvanên wan
superdelegeyan hertim: "Gelo ew kes (bernamzet)
dikare Emerîka bi awayekî xurt (wek ko dewleteka
"superpower") rêve bibe, yan na" ye. Ew li
taybetmendiyên, xasyetên rêvebiriya
(leadership), wan bernamzetan dinêrin.
Superdelege çi
biryarê bidin dê wek ya wan were pêkanîn.
Ger yek/hindek ji
wan bernamzetan ji yê dî bêhtir deng standibin
jî, lê ew superdelege bighin wê baweriyê ko ew
kes/ê nikare rêvebiriya Emerîkayê bike, ew
dikarin dengê xwe nedin wî/wê kesî/kesê û ew jî
nabe namzetê partiyê.
Lê bi giştî,
superdelegeyan rengê dengên xwe di konferansa
dawiyê (convention) de eşkere dikin. Ango ew dê
piştgiriya kîjan bernamzetî bikin. Bes ew
dikarin hê ji niha ve piştgiriya xwe bo yekî ji
wan bernamzetan eşkere bikin.
Heya niha ji van
796 superdelegeyan, 234-an diyar kirine ko ew dê
dengên xwe bidin senator Hilary Clinton. Û 156
superdelegeyan jî bo senator Barack. Obama. Hê
406 superdelegeyan rengê dengên xwe eşkere
nekirine.
Vêca roja îro bo
wan bernamzetan gelek girîng e ko ew bikarin
bêhtir wan superdelegeyên mayîn biser aliyê xwe
de bikişînin, wan qayil bikin-. Hingê ew hema
bêje namzetiya xwe ya partiyê bo serokatiyê
misoger dike.
Tê gotin ko
çiqasê Obama îro xurt dixweye û dide pêşiya
Hilary jî, ger pirsgirêka hilbijartinê bimîne
ser dîtina superdelegeyan, hingê Hilary Clinton
dê bikare piştgiriya pirraniya superdelegeyan
wergire û zora Obama bibe. Sedemê wê jî ew e ko
Hilary xwedî tecrûbe, dayin-standin, eleqe û
girêdanên wê yên siyasî û berfereh e. Herweha ji
xwe wê alîkariya mêrê xwe, serokê Emerîkayê yê
kevin, Bill Clinton jî heye.
Lê îro li
Emerîkayê gelek kes vî rengê sîstema
hilbijartinê rexne dikin û dibêjin ko ev ne
rengekî demokratîk e. Ew dibêjin pêwîst e mirov
guhê xwe bide dengên milet (dengên delegeyan,
nûnerên partiyê).
Gava îro,
senatorê kevin, Gary Hart vê sîstema
"superdelegetiyê" bi tundî rexne dike ew ne ji
xwe de ye. Ji ber ko sala 1984 an senator Gary û
senator Walter Mandel jî bo serokatiya Emerîkayê
bernamzetên DPê bûn. Hingê rewşa Gary Hart wek
ya Obama û niha, bû. Ango wî piştgiriyek mezin
ji milet digirt. Lê superdelegeyên DPê hingê
gihan wê baweriyê (qenaetê) ko senator Gary
nikare rêvebiriya Emerîkayê bike- çendî ko
dengên wî ji yên Walter bêhtir bûn jî. Wan
superdelegeyan dengên xwe dane Mandel û ew wek
namzetê yekem yê DPê hilbijartin. Piştre Mandel
hilbijartin pêşberî Reagan winda kir.
Li gor
siyasetzanên emerîkî, ger senator Gary Hart wê
çaxê bibûya namzetê yekem yê DPê, hingê wî wê
zora Reagan bibiriya û ew dibû serokê Emerîkayê.
Niha Gary Hart vê
dîrokê tîne bîra partiya xwe û vê sîstema
superdelegeyan bi tundî rexne dike. Ew pişta
senator Barack Obama digire. Herweha ew dibêje:
"Ger namzetê DPê Obama be, dê namzetê RPê,
senator McCain nikare zora wî bibe û dê Obama
bibe serokê Emerîkayê.
Vêca, gelo dê
dîrok carek dî dubare bibe, yan jî wê Emerîka
dersekê ji vê dîrokê bigire û wê wek tevliheviya
nêv partiyê serrast bike- ew ne diyar e.
Lê ya baş ew e ko
kesek ji wan bernamzetan muhtacî alîkariya
superdelegeyan nebin e, ango ew gelek dengan
bistînin da ko superdelege nekarin rê li
namzetiya wan bigirin.
Em ê berdewamiya
şopandina hilbijartina serokatiya Emerîkayê
bikin.
Zarathustra News
- zarathustra_news@comhem.se
|