|
Ne Stêrk
Ne istêrk e ne pêjina
pêxemberekî ye
Ne dêmekî ku ji bo heyvê
li çok dibe
Vaye ew têt wekû rimeke
agirperest,
Zemîna tîpan êrîş dike
Ne istêrk e ne pêjina
pêxemberekî ye
Ne dêmekî ku ji bo heyvê
li çok dibe
Vaye ew têt wekû rimeke
agirperest ,
Zemîna tîpan êrîş dike
Xwîndar e - xwîna xwe ji
bo rojê hildide
Vaye ew tazîbûna keviran
li xwe dike
Û ji şikeftan re, limêj
dike
Vaye ew qada sivik ,
hembêz dike
Qiral e Mehyar
Qiral e Mehyar
Qiral e û xewn jê re
koşk û bexçeyên êgir in
Û îro gazina wî ji
gotinan kir,
Dengekî ku mir
Qiral e Mehyar
Di melekûta bayê de dijî
û
Di zemîna razan de ,
mulikdar dibe
Dengek
Mehyar dêmek e ,
evîndarên wî ew
xapandine
Mehyar zengilek î bê
zengezeng e
Mehyar li ser rûyan
hatiye nivîsandin
Stranek e bi xef serdana
me dike
Di riyên sipî yên
sirgûnkirî de
Mehyar naqûsek ji
windabûyan e
Di vê zemîna çiyayî de
Têkçûn
Bo Unsî Hac
Ez di navbera agir û jan
ê de dijîm
Bi zimanê xwe re – bi
evan cîhanên lal re
Ez di bexçeyê sêv û
asîman de dijîm
Di kêfa pêşîn û
bêhêvîtiyê de
Di nav destên Êva de
Xwediyê wê dara
lan'etbûyî
Û xwedayê mêwan im
Ez di navbera ewir û
pizotan de dijîm
Di kevirekî ku digirî ,
di pirtûkaka ku
Raz û têkçûnan eşkere
dike me
Diyalog
Tu kî ye ? Tu kî
hildibjêre Mehyar ?"
Bi ku ve biçe yan Xweda
û yan Pelîd heye
Dojehek diçe û yek tê
"Û dunya hilbijartin e
Ne Xwedê hildibjêrim û
ne Pelîd "-
Herdû jî dîwar in
- Herdû min kor dikin
Gelo ez dîwar bi dîwar
biguherim ?
Û matmayina min ya
ronîdar e
Ya ê ku zanê hertiştî ye
Zimanê Gunehiyan
Mîrata xwe dişewitînim ,
'Erda min keçik e ,
dibêjim
Û ti gor nînin di
xortaniya min de
Ez Xweda û Pelîd
herduyan derbas dikim
Riya min ji ya herduyan
dûrtir e
Ez di kitêba xwe de
dibuherim
Di karwanê bahoza
çirûskdar de
Di karwanê bahoza kesk
de
Ez bang dikim – piştî
min ne buhişt heye û
nejî ketin
Zimanê gunehiyan ji holê
radikim
Qiral ê Bayê
*Bo Munîr Beşûr
Biyan e ala min ne
nêzîk e û ne tê xuayn
Biyan in stranên min
Vaye ez debdebê komî
serhev dikim , daran
agahdar dikim
Asîman kenarek radixim
Di gotinên xwe de , evîn
, jiyan û zayînê dibînim
Vaye ez perwaneyan
didime hev
Di bin baskên beyanê de
Û mêweyan xwedî dikim
Bi baranê re radizim
Di nav ewir û zengilên
wan , di deryayan de
Xewn
De xwe bi tepê şewitî
bipêçe
Ey Babil a raz û şewatan
!
Bendemana Xwedayê ku tê
Bi agir rapêçayî
Bi lû'lû'yê diziyan
xemilandî
Ji fişikên deryayê , ji
guhmasiyan
Ez li benda xwedayekî me
ku mat dibe
Di enire ..digirî .. xûz
dibe.. ronî dide
Riwê te ey Mehyar
Ewî Xwedayê bi rê de ,
destnîşan dike !
Fanûs
Robi nîvro , radihêje
fanûsa xwe , li
Mirovekî digere
Qûm di çavên wî de tune
ye
Bi pêlaveka ji tozê ,
dimeşe
Di bermîlekê de , radize
Herdû pencên xwe dike
lihêf
Û tu / çi ? –
Çavên min nîn in –
Di navbera min û birayên
min de , Qabîl heye
Di navbera min û yê din
de , şap heye –
Dema ku şev radize
Ez xwe ji şûrkêş
vedidizim
Di meşim û toz li pey
min di meşe
Lê ez bê fanûs di meşim
! |