|
|
Kamran Simo
Hedil
|
|
17.11.2007
|
|
Kamran Simo
Hedilî bi pexşanek e nû,
xebatek hêja dîsa bi me re
ye. Bi xewnên xwe re me dibe
cîhanek e din. Bi peyvên bi
hêvî, kul û keser barkirî
hesreta xwe tîne zimên. Emli
xebata Simo a nû bi hev re
binêrin: |
te

xewnên min ên bêdûmahî dîl girtin
xewnên ku di xewê de bicih nedibûn
te perçe kirin
di gora şadiyê de
li benda te me
destên xwe bide
di hişyariya sebrê de
derya min perçebû
asîman digirî
di nav paşmayî yên rêhber Nuh de
ez tî ma me
di rastiyê de navnîşana vê nama min
jî nîne û navnîşana min jî hê
nediyar
van nameyên veşartî û peyvên wan
rû yê gelek kaxizan qermiçandin
di destên min ên sêwî de çîroka
hesreta min
a biqasî kefa mistên min bîrovgirtî
ji şopa hesretê pêve li paş xwe
tiştek ne hişt
zayîna rist û rêzên payvên van naman
nezayînên hestên bi zimanê xweşik
hilokirî ne
xew revîna xewnên min
ji tirsa
di dengê ajelan de û fêrbûne
bihîstina dengê firîna çûkan
ji zanîna rawestana
li hêviya vekirina leza kûlîlkên di
bayana sibê de
ji hîskirina herika cûdabûnên dûr û
rêwîtiyên cihên nenas
ji ne ronîkirina zarokiya qurmiçî
jiyana sar û germ têr û birçîtiyên
bihûrî
ji wêrekiya baweriyê û şerma tirsê
ji evîndarî û windakirina evîna te
ji bihistina henasa mirinê û
yarîkirina bi jînê
ji fêrbûna heroj bi strên re firînê
ji vekirina pencera heval û hogirên
çûyî û pêlên dengên wan dagîrkirina
oda dengvemirî
ji tenê mane loriyên xeyalên li ber
serê miriyan
ji ziwa nebûna balîfê şehidê
rondikên şevên tarî
ji qurifandina kûlîlkên di bê dema
mirina xwe de çilmisîn
dizin û tê
dema ev bîranîn
di hiş de vedigerin xwîna jînê û
dibin rabûn û rûniştina bizavê
dema dibin navê windakirina min
dema dibin giyanê êş û şadiyan
dema dibin ez û ez dibim bîranînên
xwe
di wê demê de
peyva rêza pêşî silavê li hestên min
dike
pişt re stran dibe tovreşêna hestên
xoşewîstiyê û di riya diçê evînê de
rêzana jîrî yê
li alayekî rûmeta min
a di nav piyan de û li aliyê din
guleya di devê çeka hêviyê de
bi hejandina dergûşê re hişyarkirina
duhuyên min
li aliyekî nîv mana xeyala te di
destên min de
ba û bahozên di nava min de
hêviyên min
li dilê xwe pêçayî ji ra radikin û
tarûmarbûna wan bi çavên xwe dibînim
di xwe bi xwe de dixeniqim
bizanîna bêrizgariyê
lê dîsa çav li rê ya destekî
dilovaniyê me ez
biqasî mirwarîyeke (încî)di binê
deryayê de bêtawan im
û biqasî girtiyekî di bin bivirê
celatan de serî jê bûyî tawanbar im
ez
tawanên min
qesidên mizgîniya pakrewaniya min e
tu kes nikarê bêtawaniya min bêje
bi tawenê li bêjnûbala tawanbaran tê
ez tê me tawanbarkirin di xasîya
hezkirinê de
hezkirina min
ne pelweşîniya payîzê ye pelvekirina
kûlîlkên biharê ye
di bîra sebrê de bi kûzê kovanan re
jan kişandine
di rojên tarî de kenê hezkirina
cîhanê ye
tu û birûskên hezkirnê li bingehê
hebûnê min ketin
dinyaya min di dilê xwe de bi cih
kirî
cihê henasa bahozeke bi tenê ma
û ji cîhana mezin
misteke ji te ma di awirên min de
kûra hesretê di nava min de dijenê
lê dîsa dicemidim
min xirabtir dîtibûn
lê biqasî lerza di sayiya vê şevê de
ne lerizî bûm
ez bêjim
çiya dê bimeşin tewafa dawa evînê
bi gotinê re xurura min dê bikevê
ser çokên xwe
bêdengiya di guhên gamasî de
dê biqîrê
êdî
bila newin lanet kirin
rojên di sibehên şevên bêxew de
çûyîn
were
bi xemgîniya xemgîniyên xwe
xemgîniya min tarûmar bike
were
bila îske îskên min nebine gora
rondikên min
were
da girî di çavên min de xwe ji bîr
bike
were
da hesret deriyan veke
were
da reşikên tirsê di awirên biharê de
bimirê
bê ku li hêviya nêrîna çavên te bim
bê yî daxwaziya ku tu li çavên min
binêrî
min ji te hezkir
çi dibe bila bibe
vaye dibêjim
ez biqasî navê te
mîna çavên xwe
ji te hez dikim...
Kamran Simo Hedilî kî ye
Hedilî, di sibata 1955 de li gundê
Hedilê ya bi ser navça Hezexê hate
dinyayê. Di zaroktiya xwe de mala
xwe bar dikin bajarê Batmanê. Di
temenê ciwaniyê de dikevê nav
tevgera azadiya Kurdistanê. Ji
terefî dewlata tirk ve, du caran tê
girtin. Di cunta eskerî ya 12.10.
1980 de bi hevalên xwe re derbasî
Rojavayî Kurdistan û Lubnanê dibe.
Xabata xwe li Rojavayê Kurdistanê
didomîne, li wir jî ji terefî
dewlata Surî ve têgirtin.
Di amadekarî û xabata 15 ê tebaxa
1984 an a çekdarî de ji nû ve di nav
tevgerkirina gel li Bakurê
Kurdistanê cihê xwe digire. Li
Rojhilatê Kurdistanê ji terefî
dewlata Îranê ve jî tê girtin.
Kamran Simo Hedilî, li her çar
parçên Kurdistanê, hem di nav xabata
tevgerkirina gel de û hem di nav
xabata artêşê de cihê xwe digire. Ji
1982 ve dinivîse, pêşî bi tirkî
dinivîsî. Piştre bi kurdî dest bi
nivîsandinê kir. Bi kurdî
kurteçîrok, helbest, destan û
lêkolînên wî di rojname, kovar û
malperan de hatine weşandin.
Kamran Simo Hedilî, endamê Pena Kurd
a navnetewî ye. Vêga di rêvebariya
Înstutyiya Kurdî li Stockholm xabata
xwe didomîne. Çar pirtûkên wî yên
çapbûyî hene: Lorîna pênûsê,
helbest, Civata giyanan, kurteçîrok,
Ji Enfalê şeveke bêsibe, destan, Min
deng kuştin, helbst. Du pirtûkên wî
li ber çapêne: Helbest çi ye?
lêkolîn li ser danasîna helbestê û
Kîjan kulîlk çavên te ne? Helbest
(Zarathustra News).
|
|