Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn)
Mustefa Reşîd
Semt û cih
Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) beşê herî
rojava ji Başurê Biçûk e. Ew li rojhilatê Çiyayê Gewr(Amanos), yanê wilayeta
Îskenderûnê(Hetayê) dikeve. Ferehiya vê herêmê ji rojhilat heya rojava dora
55 km e û ji bakur heya başur dora 75 km e. Xeta tirênê, ku ji Stenbolê diçe
Helebê, di vir re derbas dibe.
Erdnîgarî
Çiyayê herî bilind li vê herêmê, Çiyayê
Hawarê ye, ku 1200 m ji rûyê deryayê bilind e. Ew li bakur e; û ji rojhilat
ber bi rojava ve dirêj dibe. Di bakur û rojavayê vî çiyayî re sînorê navbera
Bakurê Kurdistanê û Başurê Biçûk derbas dibe. Çiyayê Hawarê, ber bi başur
ve, herku diçe nizim dibe. Ew li rojhilat digihîne bilindcihên Şikakan û li
rojava digihîne Çiyayên Amkan û Xastiyan. Li hembera van hersiyan, li başurê
vê herêmê, Çiyayê Lêlûn(Bêlus) rawestiyaye. Çiyayê Lêlûn jî, ji rojhilat ber
bi rojava ve diçe û, li der û piştên vî çiyayî, axa Kurdan digihîne axa
Ereban. Di navbera Çiyayê Lêlûn û Çiyayê Xastiyan de, Deşta Cûmê heye. Deşta
Cûme gelek bi xêr û bêr e. Ew li rojava digihîne Deşta Hemqê û li rojhilat,
li ber bajarê Efrîn, ber bi bakur ve diçe û teng dibe. Ew, bi vî awayî,
navçeya Şikakan ji Çiyayê Xastiyan cuda dike. Çemê Efrîn, ku ji Bakurê
Kurdistanê, ji navbera Meraşê û Dilokê(Entabê) hildavêje, li nêziya Kela
Horî dikeve herêma Çiyayê Kurmênc. Çem, di navçeya Şikakan re, tê heya ber
bajarê Efrîn û di Deşta Cûmê re derbas dibe û diçe Deşta Hemqê, ku ew tevî
Çemê Asê û Ava Reş dibe; û gişt bi hevre, li nêziya Entekê(Hetayê), dikevin
Derya Sipî.
Dîroka Çiyayê Kurmênc
Navê vê herêmê, ji berê û paşê de, bi navê
Kurdan ve girêdayî ye. Hên di dema Yûnaniyan û Romaniyan de jêre hin caran
KARDIYA û hin caran jî KURDÎKA hatiye gotin. Ereban jêre gotine: Cebel-ûl
Ekrad; û Osmaniyan jî jêre gotine: Kürd-Dağ (yanê dîsa Çiyayê Kurdan).
Kurdan jî hergav gotine: Çiyayê Kurmênc. Herêma Çiyayê Kurmênc beşek e ji
herêma Mîrîtiya Kurdan ya Kilisê. Ji Mîrîtiya Kilisê re, li gor mîrên vê
herêmê, Mîrîtiya Mand yan jî Mîrîtiya Canpolatan hatiye gotin. Lê belê, ev
mîrîtiya Kurdan, di dema geşbûna xwe de, ji herêma Çiyayê Kurmênc gelek
firehtir bû. Di dema mîrê mezin de, Mîrê Mand, ji bakurê bajarê Hemayê
heyanî bi başurê Meraşê; û ji Derya Sipî heya bi rojhilatê Kilisê û Ezazê
axa vê mîrîtiyê bû. Mîrê Mand, di dema şerê Xaçeperestan(Selîbiyan) de,
arîkariya Kurdên Eyûbî kiribû û wan jî, wek spasî, herêma Qusêrê diyarî
dabûn wî.
Di dema malbata Canpolat de, kursiya
serdariyê ji bajarê Kilisê çûbû bajarê Helebê; û mîrên Canpolatî li Helebê
jî serdarî dikirin. Di sala 1606an de, ku Mîr Husênê Canpolatî nexwestibû bi
Osmaniyan re biçe şerê Eceman, Sedir El-Ehzem Qiwîcî Mûrad Paşa Mîr Husên
vexwend ba xwe û ew bi xinizî(îxanetî) kuşt. Ji lewre, birayê wî Mîr Elî
Canpolat, li dijî dewleta Osmanî, serhildan pêkanî. Wî, ji bilî mîrîtiya
xwe, heya nêzîkî Şamê û Libnanê jî xiste bin destê xwe û serxwebûna xwe ji
Dewleta Osmanî diyarkir. Mîr Elî Canpolat pêwendiyên dîplomatîk li gel
Mîrîtiya Toskana ya îtalî (Mîr Fêrdînand) li darxistin. Wî, pere jî li ser
navê xwe çapkirin û, di mizgeftan de, bi navê wî xutbe hate xwendin.
Dewleta Osmanî ji vê yekê gelek enirî (tore
bû) û leşker kişand ser Mîr Elî Canpolat. Ji bilî leşkerê osmanî 40.000
Kurdên Zulqadirî jî, bi serdariya Zûlfiqar Paşa, ji herêma
Albistanê(Elbistan), bi ser Mîr Elî de hatin. Mîr Elî 20.000 siwar û 20.000
peya amade kiribûn û li Deşta Orûcê bi wan re ket şer. Di vî şerê newekhev
de, nîvê leşkerê Mîr Elî Canpolat hate kuştin û nema karîbû li Helebê jî
raweste. Bi vî awayî, ev mîrîtiya dewlemend, mîrîtiya Mîrê Mand û Canpolatan
bi dawî bû, perdeya reş bi ser de hate berdan; û ew kete bin serdariya
waliyên osmanî ya yekser(dîrekt). Mîr Elî Canpolat di şer de nemir, wî xwe
da aliyekî û piştî demekê, ew çû ba Siltan Ehmedê Yekemîn û baxşandina
xwe(yanê efûkirina xwe) ji wî xwast. Siltan Ehmed ew pejirand, ew kir
Beglerbeg û şande Romaniya, ku bibe waliyê bajarê Tîmîşwara. Birayê wî, yê
biçûk jî xiste Dibistana Siltaniyê. Mîr Elî ji Stenbolê bi rê ket û gihîşt
bajarê Bêlgirad(paytextê Sirbiya). Lê Sedir El-Ehzem Qiwîcî Mûrad Paşa kîna
xwe ji bîr nekiribû. Wî, bi nehînî(bi dizî), peyayên xwe li pey Mîr Elî
şandin, û wan, li bajarê Bêlgirad, di Kela Kalîmêkdan de, bi îxanetî, Mîr
Elî Canpolat kuşt. Di vê navberê de, divêt bête gotin, ku ew malbata niha li
Libnanê, li Çiyayê Şûf, bi navê Cumbilat (Kemal Cumbilat, kurê wî Welîd
Cumbilat), pêşengiya Dirûzan dike, ji nifşên malbata mîrên Canpolat in.
Nawend û navçeyên Çiyayê Kurmênc
Piştî şerê cîhanê yî yekemîn û avakirina
Dewleta Sûriyê, herêma Îskenderûnê (Hetayê) û herêma Çiyayê Kurmênc li aliyê
Sûriyê man. Lê belê bajarê Kilisê, ku serdariya Çiyayê Kurmênc ji wir de
dihate kirin, li aliyê bakur ma. Ji lewre, serdarî (yanê hukûmet) di
destpêkê de hat gundê Mabetan. Piştî demekê, ku bajarê Efrîn nû hatibû
avakirin, serdarî (hukûmet) çû bajarê Efrîn. Bi awayekî fermî Efrîn bû herêm
(qeza) û sê navçeyên wê hatin çespandin (tesbît kirin). Ew navçe jî ev bûn:
Hemam, Bilbil û Reco. Lê belê, sala 1938an, Frensa wilayeta Îskenderûnê
(Hetayê) diyarî da Tirkiyê, daku ew piştgiriya Almaniya di şerê cîhanê yî
duwemîn de neke. Bi vê dozê re bajarê Hemamê bi xêza(xeta) sînor hate
perçekirin. Ji bona vê yekê, navçe (wek nawend) ji Hemamê hat gundê
Cindirêsê. Cindirês êdî bû navçe (nahiye). Di salên 60î de, sê navçeyên din,
bi awayekî fermî, hatin çespandin. Ew jî ev in: Mabetan, Şeran û Şiyê. Ji
ber wilo, niha navçeyên Efrînê şeş in (Cindirês, Bilbil, Reco, Mabetan,
Şeran û Şiyê). Herêma Çiyayê Kurmênc bi giştî ji 366 gund û nawendan pêktê û
hema hemî jî Kurd in. Di destpêka salên 60î de, ku dewletê rêforma axê
pêkanî (belavkirina erdê axan li ser cotkaran), bi vê sedemê, hin erd dan
Ereban jî. Lê hejmara wan gelek kêm e û heya ew jî hînî zimanê kurdî bûne.
Êl û eşîrên Çiyayê Kurmênc
Di rastiyê de, êlîtî êdî li vê herêmê namye û
heya pir kes jî hene, ku nizanin ka ew ji kîjan êlê ne. Lê dîsan jî, emê êl
û eşîrên Çiyayê Kurmênc bidin naskirin. Êlên li vê herêmê ev in:
Amkan (Amkî): Ji Bilbilê heya Reco û Şiyê
belav dibin.
Biyan (Biyî): Bi taybetî li aliyê navçeya
Bilbilê ne.
Şêxiyan (Şêxî): Li aliyê Bilbil, Reco û heya
Çiyayê Xastiyan belav dibin.
Xastiyan (Xastî): Li Çiyayê Xastiyan dimînin
(navçeya Mabetan).
Cûmiyan (Cûmî): Li Deşta Cûmê dimînin
(navçeya Cindirêsê).
Ev pênc êlên pêşîn niştecihên vê herêmê ne,
yanê ew ji berê de li vir in. Bi taybetî êlên Amkan û Cûmiyan, ku navê wan
di heyamên kevnare de jî derbas dibe. Ji bilî van ev êlên din jî hene, ku
dibe ew paşê hatibin vê herêmê. Ew jî ev in:
Şikakan (Şikakî): Li aliyê rojhilat dimînin
(navçeya Şeran). Dibe ku ev êl, di demekê de, ji Şikakên rojhilata
Kurdistanê veqetiyabe û hatibe vê herêmê.
Robaran (Robarî): Li rojhilatê Çiyayê Lêlûn
dimînin.
Şêrewan (Şêrewî): Li rojavayê Robaran, li
Çiyayê Lêlûn û kuntarên wî de dimînin.
Heyştiyan (Heyştî): Li kuntara Çiyayê
Xastiyan, li ber Deşta Cûmê dimînin.
Hinek ji êla Rojkî, ku warê wan ê bingehîn li
herêma Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ye, li gundê Şêxorzê û derdorên wî hene.
Hin kes jî, bi taybetî ji gundên Coqê û Maratê û hin gundên din dibêjin, ku
ew Çeqelî ne (êla Çeqeliyan). Hin malbat ji êlên herêmên Kurdistanê yên din
jî li Çiyayê Kurmênc peyda dibin wek: Dinî, Hevêdî(Hevêrkî), Zagî û hwd..
Gundên bi navê Xerzan, Xaltan, Dimiliyan û Behdînan xweş didin xuyakirin, ku
pêwendiya wan bi kîjan êl û herêmên Kurdistanê re heye.
Ol û mezheb
Piraniya kurdên vê herêmê misilman in û
mezhebê wan henefî ye (ne şafiî ye mîna piraniya kurdên din). Êzîdî berê li
vê herêmê gelek bûn, lê niha ew ne ewqas pir in. Bi tenê çend gund mane, ku
bi giştî hên êzîdî ne. Li hin gundên din ew nîve-nîv in. Li vê herêmê bi
tenê gundê Mabetan elewî ne.
Çandinî
Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn), ji aliyê
Çandiniyê ve, gelek dewlemend e. Ev herêm, berî her tiştî, bi zeytûnên xwe
gelek bi nav û deng e. Bi milyonan darên zeytûnan li vir hene û hema tu kûda
binêrî her zeytûn xuyadikin. Darên zeytûnan, ku hatine rêzkirin, axa vê
herêmê pir rind û xweşik xemilandine. Kurd ji zeytûnan zeytê derdixin û
difiroşin, yan jî zeytûnan wisa difiroşin. Zeytûn ji bo zeytê ne, yan jî ew
tên şêrînkirin û xwarin. Meywên tirî, berê li vê herêmê, ji niha bêtir bûn,
lê dîsan jî, li gelek navçeyan hên tirî pir heye. Li bajarê Efrîn hên
mîrxana ereqê jî heye. Darên fêkiyan li vir gelek hene; wek: Henar, sêv,
hilûk, kîraz(gîlaz), çeftelî, mişmiş(qeysî), hejîr, tû, hurmî û bihok. Li
hin navçeyan giwîz û behîv(badem) jî pir in. Ji bilî van, genim, ceh, şûfan,
garis, kuncî, bervero, nîsk, nok, colban, titûn û pembû jî pir tê çandin. Li
hêla din, zebeş(şûtî), qawûn, şimam, bacanên sor (firingî), bacanên reş,
pîvaz, sîr, kundir, tirûzî (qitî), xiyar (aro), encûr, qernebî, îsot, tirp
(tivir), bamî, fasûlî, lopik û hwd. Gelek peyda dibin. Hin berhemên siruştî
wek simaq, zehter û ridar, ji berê de, ji Çiyayê Kurmênc dertên.
Xwedîkirina lawiran (heywanan)
Berê, li vê herêmê, pezê gewr û pezê reş jî
gelek dihat xwedîkirin, lê niha tenê li hin deveran heye; û bi taybetî, ji
bo hewcedariya malê. Her wisa jî mirîşk, qaz û ordek hene. Hesp, bergîr,
qantir, ker, çêl û camûs jî, li hin cihan, peyda dibin. Xwedîkirina mêşên
hinguv jî berê pir hebû.
Folklor û çanda gelêrî
Cilên folklorî yên herêma Çiyayê Kurmênc, yên
mêran, mîna cilên Partên kevnare ne (kumê sipî, şehra bi rêşî, eba bi surme
û şelwerê qezmîrî yê devlingteng). Govend û semayên folklorî yên vê herêmê
gelek navdar in û komikên vir yên folklorî, pir caran, li ser tenga
Sûriyayê, xelatên pêşîn wergirtine.
Ji berku vê herêmê zimanê xwe parastiye, wisa
jî, çand û folklora gelêrî jî, bi taybetiyên xwe ve, li vir hatiye parastin.
Pir dengbêjên navdar yên vê herêmê, ku navê wan hatiye naskirin, hene; wek:
Hemûş Korik, Ibramê Bêsnî (Îbramê Tirko), Cemîlê Kerê, Cemîl Horo, Omerê
Cemlo, Evdê Şehrê, Hesnazî, Reşîdê Memcûcanê, Adîk Necar, Beytaz, Eliyê
Kabê, Elî Tico û hwd.
Kela û seyrangehên Çiyayê Kurmênc
Herêma Çiyayê Kurmênc ji aliyê arxêyologî û
torîstîkî ve jî herêmeke gelek xweş e. Wek hemû aliyên Kurdistanê, di bin
axa vê herêmê de jî, li her cihekî şopa çand û civakên kevnar heye. Lê tenê
hin tişt ji wan li ber çavan tên xuyakirin. Li Çiyayê Lêlûn gelek avahiyên
kevnar aşkere û diyar in. Li vî çiyayî, ya here bi nav û deng Kela Semanê
ye, ku ewropayî jêre „San Sîmon“ dibêjin. Her sal, bi lekan û qeflan torîst
tên li vê kelayê temaşe û mêze dikin. Li bakurê-rojhilatê herêma Efrîn Kela
Horî heye, ku ji wê re ewropayî „Sîrûs“ dibêjin. Li nêziya vê kelayê, Pira
Kevnare heye. Pire li ser Çemê Efrîn hatiye avakirin û hên jî tê bikaranîn.
Li Deşta Cûmê, ji aliyê Hemqê de heya Kela Horî, gelek girên kevnare yên
avakirî hene. Her girek ji wan, ji her aliyekî ve, ji du girên din ve tê
xuyakirin. Gava van giran dikolin, gelek tiştên bi nirx ji wan derdikevin.
Ji aliyê din ve, seyrangeh û cihên
bihinvedanê jî gelek hene. Ewên bi nav û deng ev in: Kefircenê: Bi av, dar û
berên xwe tê naskirin. Li vir gelek aşxane û cihên şahiyan hene, ku ew her
roj dagirtî ne. Basûtê: Bi darên henaran û kaniya xwe navdar e. Dibêjin ku
xwarina aşxana vir bê kêmasî ye. Meydankê û Gemrûkê bi sîlavên avê tên
naskirin. Ava Sarisabûnê, li binaniya Kela Horî, gelek seyrangeran ber bi
xwe ve dikişîne û wisa jî Kitix û Tislor. Kaniya Batmanê jî wek seyrangeh li
ber Ava Reş e, lê ji ber ku ew li ber sînor e, pir mirov naçin wir.
Warên pîroz
Gelê vê herêmê, bi taybetî hin cihan, wek
warên pîroz nasdike: Kela Horî, Ziyareta Henên, Ziyareta Abdurehmên,
Şêx-Berkat, Ziyareta Çêlxanê û her wisa jî Menan û Deyan. Dibêjin ku Kaniya
Turindê û Golbehîr jî ji avên pîroz in. Li Ziyareta Henên niştimanperwerê
mezin NÛRÎ DÊRSIMÎ hatiye veşartin.
Kargeh û pîşyî
Piraniya kurdên vê herêmê bi çandinî û
xwedîkirina lawiran xerîk in. Bi awyekî giştî, êdî cot bi tiraktoran tê
ajotin. Cotê bi dewêr gelek kêm maye. Lê ji bilî çandiniyê, gelek kar û
pîşeyên din jî hene. Berê hemû aş bi avê dihatin gerandin û mehserên
zeytûnan jî bi dewaran (bergîr yan jî qantir). Di dema îro de, ew hemî
geriyane ser kehrevê (êlêktirîkê). Li herêma Efrîn, niha gelek mekbesên
zeytûnan yên nûjen hatine avakirin. Ji bilî van, kargeha tenekan, ya pelûş
(keşmûn, bêrîn), ya sabûnê û ya cilan (mehfûran) heye. Kanên keviran û yên
çêkirina hewcedariyên avakirina xaniyan û malan jî gelek peyda dibin.
Kirîn, firoştin û Bazirganî
Di warê bazirganiyê de, kurdên vê herêmê ne
gelek jîr in. Tevî dewlemendiya Efînê, xêr û bêrên wan ji wan re namînin.
Pir kes berhema xwe pêşde, bi erzanî, difiroşin bazirganên Helebê û ew bi vî
awayî, her sal, her deyndar in. Ew peran bi kar û nirxên biha deyndikin û
wisa, xêr û bêrên wan, ji wan re namînin. Li nawenda bajarê Efrîn û hin
navçeyan, di hefteyê de, rojekê bazar çêdibe. Wek nimûne: Li Efrîn roja
çarşemê, li Cindirêsê roja duşemê û hwd. Li bazarê, bi awayekî giştî, ji bo
hewcedariya malê, kirîn û firoştin pêktê.
|