Silêman Demir
Çima Cegerxwîn?
Cara pêşî, gava hîna ez gelekî
biçûk bûm min navê Cegerxwîn bihîstibû. Bi gumana mezin
destpêka salên şêstî bû û ez bes tenê dor çar-pênc salî bûm.
Wî çaxî mala me li gundêHebîsê bû. Hebîsê dor 30 km li bakurê
Nisêbînê, di nav çiyan de ye.
Sibehekê gava em rabûn,
em çi bibînin. Cendirmên tirkan dora gundê me girtibûn û
ketibûn nav gund, li zilaman dixistin, ew li binya gund didan
ser hev û hîn bêtir li wan dixistin. Herî bêtir li bavê min,
li kalikê min û çend zilamên cîranên me dixistin.
Ez hîna
di wî temenî de gihabûm ku ez wan bûyerên wilo gelek caran
bibînim. Her carê ji nû ve tirs dikirin dil û nava min, lê
dîsa jî êdî ew bûyerên wilo bi min ne pir ecêb dihatin.
Min hîna tu tiştek ji zimanê wan ê tirkî fam
nedikir, lê carê dihat gotin ku geh dihatin tiving dixwestin,
geh jî tûtin. Her carê gelekî li zilaman dixistin, lê piştî ku
ew diçûn, zilam tev birînên xwe li hev diciviyan û henek
dikirin, bi wan lêxistinên wan ne dişkestin.
Min wê
rojê bi xwe jî texmîn dikir ku dîsa tiştin wilo ji wan
dixwazin, wê hinekî li zilaman bixin û wê herin.
Min bi
dawa dêya xwe ya ku digiriya girtibû û min dinerî. Min di nav
gotinên pîrekan de tê derxist ku cendirman vê carê ne tiving û
ne jî tûtin dixwestin, lê wan doza kitêba Cegerxwîn li zilaman
dikirin. (Xuya bû bihîstibûn ku kitêbeke Cegerxwîn li gund, li
mala me, ya jî li a cîranan hebû. )
Cegerxwîn? Kitêba Cegerxwîn?
Îcarê ew çi bûn! Ew ne tûtin û ne jî tiving bû! Min bi mereq û
kelecana nezanî û famnekirina bûyerê, bi tirs li lêxistina
bav, kal û cîranên xwe dinerî. Min wî çaxî baş ji hev
dernedixist bê ma Cegerxwîn navê kesekî bû, navê bûyerekê bû,
ê tiştekî, ya jî ê cîhekî bû. Mezinan jî ew yek bi min û ên
wek min nedidan famkirin.
Min bi dû re tê derxist ku
Cegerxwîn zilamek e, bi kurdî dinivîse û tirk ji wê yekê hez
nakin. Famkirin û jihevderxistina wê yekê ne hêsan bû. Lê ew
agahdarî, dîsa jî bersiva hin pirsan bûn, a peydekirina hinek
hêsaniyê bûn.
Lê min ew roj û ew lêxistina wê rojê ji bîra
nekirin. Piştî sê çar salan gava ez çûm dibistanê, ez hîn
bêtir tê fikirîm. Min wî çaxî du tişt fam kirin. Min fam kir
ku tiştê ez li dibistanê fêr dibin, bi tirkî ye û nivîsandina
bi tirkî ye, lê şiklekî nivîsandina bi kurdî jî heye û qedexe
ye.
Wî çaxî dîsa navê Cegerxwîn hat bîra min. Lê heta
ku ez mezin bûm jî, min tu caran kitêbeke wî, ya jî helbesteke
wî nedît û nebihîst. Nevê wî, nivîsên wî, nivîsandina bi kurdî
û mebesta wî her ji bo min pirseke mezin bû, mijara lêgerîn û
famkirinê bûn.
Min bi dû re, gava ez mezin bûm, min hin
helbestên Cegerxwîn xwendin, min hin jî ji devan û hinên din
wek stran bihîstin. Min bi dûre li Swêdê kitêbên wî jî dîtin,
min kirîn û xwendin, lê heta niha min wext û derfeta ku ez
Cegerxwîn baş nas bikim, wî xweş fam bikim, peyde nekiribû. Û
mixabin ku min ew nedît.
Min serê havîna sala 2005 an
ew derfet û ew wextê naskirina wî ya edebî peyde kir. Wî çaxî,
telefonek ji min re hat. Got, wê Wezareta Kulturî a Kurdistanê
festîvala sedsaliya çêbûna Cegerxwîn çê bike, ma gelo tu
dixwazî û karî herî beşdar bibî. Karê min ê li wir, ew bû ku
ez ê yek ji kesên ku wê Cegerxwîn bi guhdaran bida naskirin
bû. Min got ez ne zanayê wî karî me, lê hat gotin ku tu
zanayên karekî wilo tune ne. Heger mirov bixwîne û xwe amade
bike, mirov dê bikaribe karekî wilo bike. Min xwest ez çend
rojan bifikirim.
Di wan çend rojan de min xwe pîva, min
li derfetên famkirin û naskirina Cegerxwîn pirsî. Min tê
derxist ku ez ê bigihijim xwe amade bikim. Min bi wî awayî
bersiv da û got ku ez dixwazim û karim herim wê festîvalê û
karekî wilo bikim. Min xwe ji bo wê yekê kar kir. Lê mixabin
ku ew festîval ji ber hilbijartin û karên din ên wî çaxî li
ber hukûmeta herêma Kurdistanê, çê nebû. Lê min her xwend, min
ji xwendina li ser Cegerxwîn û helbestvaniya wî hez
kir.
Tiştê ku min ji wê xwendinê derxist, min kir
nivîsek. Ez bawer im ku wê gelek kes bixwazin van zaniyariyên
di derheqa Cegerxwîn de civandî, bixwînin û wî baştir nas
bikin. Ji ber wilo ez dixwazim bidim kesên ku dixwazin
bixwînin û wî nas bikim.
Cegerxwîn kî
ye
Cegerxwîn sala
1903 an li gundê Hesarê hatiye dinyayê. A rast ku baş ne nayê
zanîn bê ma sala çêbûna wî 1900 e ya jî 1903 ye. Her çi qasî
ku di nasnameya wî de 1903 hatibe nivîsîn jî, Seyda bi xwe di
Jiyanenîgariya xwe de dinivîse ku ne kifş e bê kîjan sal
e.
Navê bavê wî Hesen e, ê dêya wî Eyşan e. Navê
Seydayê Cegerxwîn yê rast Şexmûs e. Eyşan xanima dêya wî,
yazdeh zarok anîne, ji wan heşt mirine, sisê tenê manê:
Şêxmûs, Xelîl û Asya.
Gundê Hesarê li herêma Mêrdînê,
li bakur dikeve. Lê Seydayê Cegerxwîn, bes hinekî ji zarokiya
xwe tenê li wir jiyaye.
Li gora gotina wî, li wir hîna
di wî temenî de bal û guhê xwe dida çîrok û qesîdan, ji ber
dikirin û ji zarok pîrekan re dixwendin û digotin.
Hîna
gava Cegerxwîn biçûk e, dê û bavê wî ji ber belengaziyê û
pevçûnên gundiyan ji Hesarê bar dikin. Piştî ku çend salekî bi
rê de li hin gundan dimînin, tavilê digihijin Amûdê, bajarê
kurdan yê li Sûriyê ku wî çaxî di bin destê Fransa de bû. Sala
1918 an bavê wî li wir dimire. Gava malbat bê bav û serî
dimîne, dîsa berê xwe dide hêla çiyan, warê bav û kalan. Gava
sal dizîvire a din, yanî 1919 an îcarê dêya wî ji
dimire.
Cegerxwîn hîna wî çaxî nû dibû xortik. Wî çaxî
ji bêgavî demeke kurt li ba mala xuşka xwe Asya dimîne, lê ne
pir dereng, yanî sala 1920 an dest bi xwendina olî dike. Ew wê
xwendina xwe heta sala 1928 an dom dike û dibe mela. Ji xwe wî
çaxî, yanî gava dibe mela, bi Kahla keça xalê xwe Mistefa re
dizewice. Cegerxwîn cara pêşî li Sûriyê, li gundê Hasda Jor
melatî kiriye.
Di salên zewaca wan yên pêşî de, du law,
Cemşîd û Xurşîd ji wan re çê dibin, lê herdu jî hîna gava li
dor yeksalî ne dimirin. Bi dû re zarokên din ji wan re çê
dibin. Keyo û Azad, keç jî Sînemxan, Gulperî, Rojîn, Benîsûada
û Haştî. Hemû mezin dibin. Ji wan a mezin, yanî Sînemxan, gava
mala Cegerxwîn li Bexdayê ye, li wir dizewice, zarokên wê çê
dibin, lê bi dû re bi nexweşiyê diçe rahmetê. Lê zarokên
Seydayê Cegerxwîn din hemû hîna sax in. Îro piraniya malbata
Cegerxwîn li Ewrûpa ye.
Ji bîranînên Seydayê Cegerxwîn
xweş tê famkirin ku hîna gava ew xwendevan e, ew di derheqa
xwendin û baweriya xwe ya olî de dikeve şikan, lê dev jê
bernade. Piştî ku çend salan wek mela dixebite, tê digihije ku
ew kar û ew baweri ne yên wî ne û bi kêrî wî nayên. Wî çaxî
radibe rîha xwe diqusîne, şaşika xwe diavêje û dev ji melatiye
berdide. Abora xwe bi çandiniyê dike.
Seyda wî çaxî êdî
bala xwe baştir dide ser siyasetê û nivîsandinê. Dîwana xwe ya
pêşî wî çaxî dinivîse. Lê ew dîwan wî çaxî wenda dibe. Li gora
agahdariya ku lawê Seyda yê mezin Keyo da min, ew dîwan heta
van salên dawiyê jî wenda bû, lê niha hatiye dîtin û wê bê
çapkirin.
Wan salan, yanî gava mela ye, ew û hin gundî
bi hev re du gundan ava dikin. Sal 1936 e. Ji wan gundan re
dibêjin Çêlek û Belê. Bi dû re navê Belê dibe Cehnem. Seyda bi
xwe li Çêlek dima. Ew gund hîna hene, lê tu para wî ya ji
milkan li wir nema ye. Li gora ku ji bîranînên wî tê famkirin,
tiştek li ser navê xwe tapo nekiriye, gava ji gund derdikeve,
para wî jî ji gundiyan re dimîne.
Wê demê, yanî di destpêka
sala 1937 an û 1938 an de, Cegerxwîn û hin hevalên xwe
komeleyekê, ya jî belkî mirov bibêje cemaetekê bi navê
Ciwankurd li Amûdê vedikin. Karê kurdewarî dikin. Lê gava ku
di wan karên xwe de zêde xuya dikin û radihijin çek, Fransî
xwe aciz dikin û wê digirin.
Cegerxwîn dawiya sala 1945 an
mala xwe dibe gundê Topiz, çend mehekî li wir dimîne, lê ew û
gundî bi hev dikevin. Jina wî Kahla metirsiya di mana li wî
gundî de dibîne û jê dixwaze ku mala xwe ji wir bar bikin.
Serê sala 1946 an mala xwe ji wir bar dike Qamişlo.
Wê
salê ew û hin kurdên din dikevin nav kar û barên siyasî.
Civata Azadî û Yekîtiya Kurd ava dikin. Dr. Ehmed Nafiz dibe
serok û Seyda bi xwe jî dibe sekreterê yekem. Xuya ye ku ew
karê Seyda û hevalên wî pir baş nameşe.
Sala 1949 an dibe
hevalê komunîstan û piştî demekê tê girtin. Sala 1954 an dibe
berbijêrê parlementoya Sûrî, gelek Kurd dengên xwe didin wî,
lê dernakeve û nabe endamê parlementoyê. Sala 1957 an ji
komunîstan vediqete. Gava Seyda dibe hevalê komunîstan, gelek
kurdan dike hevalê wan, wan li herêmên kurdan xurt
dike.
Dema Seyda di nav komunîstan de ye, wek kurdekî
welatperwer xebata komunîstî dike, dixwaze ku komunîst doza
kurdan jî wek a Filistîniyan û ên din nas bikin û tadeya
dîrokî ku li kurdan jî hatiye bibînin, doza mafê wan jî bikin
û şaxekî (seksiyon) kurdan di nav partiya komunîst de ava
bikin, dixwest ku nivîsên bi kurdî jî di nav çapemeniya wan de
derkevin, dixwest ku kovara komunîstan bi navê Dengê Cotkar bi
kurdî jî derkeve. Ji ber kurdbûna xwe, Seyda wilo bawer dikir
û dixwest.
Wî bawer dikir ku kurdbûn û komunîzm karin
di xizmeta hev de bin. Bawer dikir ku rastî ew e û heger
komunîstan ev rastî bibihîstina û fam bikirana, wê wilo
bikirana û wî çaxî wê kurd yeker bibûna hevalên wan û gava
komunîst xurt bibûna û bi ser biketina, wê azadiya kurdan jî
bihata bidestxistin. Li gora teorî û rêbazên komunîzmê, gerek
siyaset wilo bûya, gerek komunîst piştgir û parêzgerên doza
kurdan jî bûna. Lê wilo derneket, ên Sûrî ne wilo difikirîn,
ew bi erebî ji bo ereban tenê difikirîn, wan, kirina doza
mafên kurdan, xwestineke paşverû û li dijî komunîzmê didîtin.
Bi qasî ku gelek ji wan kurd bûn jî, siyaset, bawerî û rêbazên
partiyê wilo hatibûn danîn, wilo bawer dikirin û wilo
dixebitîn. Kurd û mafên wan di tu hesabên wan de tune bûn. Ji
bo ku erebên komunîst, ew wek hevalên xwe qebûl bikirana, wan
berî ereban êrîşî kurdperweriyê dikirin û ên ku gotina kurd
dianîn ser zimanê xwe, bi unsûriyê, yanî nijadperestiyê sûcdar
dikirin. Li gora ku Seyda dinivîse, komunîstan digotin "heger
hûn kurd in û ji kurdistanê re dixebitin, herin kurdistana
xwe". Bi kurdistanê, kurdistana "Iraqê" qest
dikirin.
Lê Seyda ji a xwe danakeve, doza mafê kurdan
dike û ew û komunîst wilo, hêdî hêdî bi hev dikevin û Seyda bi
dû re ji wan vediqete.
Heta wî çaxî Cegerxwîn
nerastbûna komunîstan a di derheqa mafên kurdan de bi gelek
kurdên komunîst dabû zanîn û qebûlkirin. Gava vediqete, gelek
kurdên din jî pê re vediqetin.
Li gora ko Seyda
dinivîse, kumunîst wî çaxî ditirsin ku ew ê kurdan tevan bide
dû xwe, partiya komunîst bixe destê xwe û wê bike partiyeke
"şoven" û wê kurdan ji Sûrî veqetînin. Ji ber wilo û bi wî
awayî komunîst berê xwe didin wî û kurdan û şerê wan
dikin.
Lê pîlanekî Cegerxwîn û kurdan yê wilo tune ye.
Ew bi hev re dikevin nav karê avakirina Partiya Azadî.
Wî
çaxî gava hîna di nav karê avakirinê de ne, partiya Demokrat
dike ava bibe. Pêşevanên herdu partiyan hevdu dibînin û
dixwazin herdu partiyan bikin yek. Dikin yek, lê piştî demekê,
ew partî perçe dibe. Cegerxwîn jî bi çepan re vediqete. Û heta
ku diçe rehmetê jî bi partiyeke çep re kar
dike.
Seydayê Cegerxwîn dinivîse ku pîştî ew ji ber
kirin û bidestnexistina doza kurdan ji komunîstan vediqete,
komunîst û gelek xêrnexwazên din berê xwe didin wî,
kurdperweriya wî eşkeretir dibe, bêtir wilo tê naskirin û êdî
dewlet jî dest pê dike û dîsa hişk dikeve dû wî. Ji ber van
sedeman, ew salên 1955-heta 1959 an hêdî hêdî tenê û bêheval
dimîne. Jiyan bi hemû hêl û awayan jê re sext dibe. Cegerxwîn
radibe sala 1959 an diçe Iraqê, diçe Bexdayê. Serê pêşî hinekî
di radioya wir de dixebite û bi dû re li Zankoya Bexdê wek
mamostê kurdî kar dike. Seyda dinivîse ku wê demê mûçe, yanî
maaşê wî, 75 dînar in. 1962 an hukûmet berdide wî û vedigere
Sûrî. Li ser hev sê salan li wir dimîne.
Wê demê hin
kurd di hukûmetê û di hin dezgehên din ên dewletê de hene.
Hukûmet zeîf e, ji bêgavî hinekî rê dide kurdan. Beşek ji
kurdan bi wê yekê kêfxweş in û xwe wek hevparên karîna Iraqê
hesab dikin. Li dibistanan kurdî heye û xwendin heye. Kurd
hewl didin û dixwazin wan mafên xwe xurtir bikin. Lê zû xuya
dibe ku dewlet ne amade ye rê bide wan.
Di çarçova wan
kirin û xebatan de, kurd li Şeqlawa dicivin û dikin biryarekê
ji bo alfabeyeke hevbeş ji bo kurdan bigirin. Kurmanc û Soran
tev li hev in û civîn, civîna hemû kurdan e. Lê gava civîn
dest pê dike, zû dubendî dikeve nav wan. Bahdînî û Cegerxwîn
dixwazin ku latînî bibe alfaba kurdî û kurdan, lê soran dibin
piştgirên a bi tîpên erebî. Piştî gelek qirqirê, biryar tê
girtin ku wê alfabe a bi tîpên erebî be, lê yek, ya jî du ders
bi latînî û kurmancî bin.
Di dawiya civînê de ji
Cegerxwîn tê xwestin ku ew helbestekê ji wan re bixwîne da
kurd bikaribin dilê xweş herin mala xwe. Erê wî çaxî Cegerxwîn
dev ji komunîstan berdaye, lê hîna ji bi baweriyên xwe nêzîkî
wir e û ew her hevalê çîna karker e. Wî çaxî radibe û dibêje
”ey karker û cotkar, bes e, dem hatiye, rabin”.
Seyda
dinivîse ku wî çaxî gotina ku wê hin kurd wî bikujin
derdikeve. Radibe diçe ba Berzanî, gilî dike. Seyda dibêje ku
wî çaxî Berzanî jê re gotiye, ”ka ji min re bibêje bê kî ne,
ez ê serê wan biperçiqînim”. Lê xuya dibe ku ew gotin ji zirt
û aciziyeke rojane ya vala ya hin kesên bêberpirsyar pê ve ne
tu gotin e.
Sala 1962 an piştî Cegerxwîn vedigere Sûrî,
çend caran tê girtin û berdan. Ew demekê nefî bajarê Siweyda
dibe, li jêra Sûrî ye, li ser hidûdê Îsraîl e, bajarê Durziyan
e.
Seydayê Cegerxwîn di biranînên xwe de dinivîse ku ew
nizane bê ew çend caran hatiye girtin. Dinivîse, ku serê pêşî
carê gava ew û hevalên xwe dihatin girtin, li wan dixistin û
gelek caran piştî çend rojan dihatin berdan. Ew û hevalên xwe
li hev rûdinin û di rêyekê difikirin. Dibêjin carê ew tên me
dibin û em jî wek berxikan bêdeng didin pêşiyan û bi wan re
diçin, her carê me dibin û têra me li me dixin. Baş e madem
lêxistin e,em ê çima wilo bi hêsanî û bêdeng bi wan re herin,
em ê çima xwe di nav destên wan de bêçarê û reben bidin
xuyakirin û xelkê jî bi xwe re bitirsînin û wê kirina wan kêfî
wek kirineke qanûnûnî qebûl bikin. Na a wan kêfî ye, ne qanûnî
ye, divê em wê wilo bidin zanîn. Li hev dikin ku êdî gava bên
kê ji wan bigirin, ew e bike hewar, xwe di nav detên wan de
bicircirîne û xelkê bi xwe bihisîne, bi hêsanî bi wan re neçe.
Li ser vê biryarê, Cegerxwîn dibêje ku gava piştî çendakî dîsa
hatin û xwestin wî bigirin, wî li nava sûkê kir hewar, xwe di
nav destên wan de circirand û sûk û bajar li xwe vehewand.
Mecûr dibin ku li wir, li pêş çavên xelkê lê bixin û wî bi
zorê bibin. Gava wî dibin, hîna nû digihijin avaniya polîsan,
him mezinên dewletê yên bajêr û him jî yên kurdan û çend
avukat pê ve tên. Polîs sûcdar û fedîkar tên derxistin û
Cegerxwîn li wir bê lêxistin tê berdan.
Gava cezayê
Cegerxwîn yê li Sweyda xelas dibe û vedigere Qamîşlo, dewlet
wî rehet nahêle. Sala 1969 an direve, diçe ba serhildana di
pêşengiya Mistefa Berzanî de. Dor salekê li wir dimîne,
digihije ku gelek kesan nas bike û rewşê fam bike. Çend caran
bi Berzanî re rûniştiye û şier jê re xwendine. Li gora ku tê
gotin, M. Berzanî gelekî ji şiera wî ya bi navê Dîkê Xerzan
hez dikir. Li gora ku Keyo ji min re got, Cegerxwîn digot ku
Berzanî gotiye ew şier rewşa Kurdan eşkere dike. Û her wilo
gelek caran li pêş Cegerxwîn ji ên li dora xwe re gotiye gava
Cegerxwîn hat, wî li tu deveran nesekinînin, bila rast bê ba
min, ew şairekî me Kurdan ê mezin e.
Gava Cegerxwîn
dîsa vedigere Sûrî, zû kifş dibe ku ew nikare li wir bijî,
dîsa rev derdikeve ber wî, lê vê carê direve Lubnanê. Sal 1973
ye. Dîwana xwe ya bi navê KÎME EZ ku a sisêyan e, li wir
dinivîse. Çîroka bi navê Salar û Mîdya jî çap dike. Seyda heta
sala 1976 an li wir dimîne û vedigere Sûrî. Lê piştî sisê
salan, yanî sala 1979 an bar dike Swêd. Heta ku diçe rehmetê
li wir dimîne. 22-10-1984 an li Stockholmê diçe rehma
Xwedê.
Min pirsî bê ma rojên wî li Swêdê çawa bûn, çi
dikir. Ez fêr bûm ku Seyda sibehê saet 05.00 radibû ser xwe.
Bi rabûna xwe re dest bi nivîsandinê dikir. Kêm caran ji malê
derdiket, wî her dinivîsî. Dixwest bigihije karên li ber xwe
biqedîne, tiştên dixwest binivîse, xelas bike. Wilo gelekî
dinivîsî û xwe di nav nivîsandinê de ji bîra dikir ku gelek
caran ji bîra dikir çaya li ber xwe vexwe û xwarinê bixwe.
Digot divê ez pê re bigihijim. Wek ku zanîbû ne gelek jê re
mayê. Û gava nedinivîsî û malbat li dora wî diciviya, her
bahsa jiyana xwe û a kurdan dikir.
Di dawiya temenê xwe
de û bi taybetî gava dinivîsî, gelekî diwestiya. Ji ber ku her
pazdeh salên dawî destê wî yê çepê pûç bûbû, nikarîbû kar pê
bikira, hemû kar bi destê rastê tenê dikirin. Pêşî nivîsên xwe
bi destan dinivîsî û bi dû re gava bawer dikir ku êdî baş in û
tekûz in, îcarê bi daktîlo dinivîsî. Ew jî hemû bi destekî
dikir. Û her wilo, Seyda pêşî bi tîpên erebî dinivîsî û gava
bi daktîlo dinivîsî, nivîsên wî dibûn bi tîpên latînî. Xuya ye
ku wî her demê pêşî bi tîpên erebî dinivîsî û bi dû re dikir,
ya jî werdigerand tîpên latînî. Ev yek tê maneya ku Seyda bi
tîpên erebî xurtir bû.
Melle Şexmûs bû Cegerxwîn
Şêxmûsê xwendina olî bû Cegerxwîn. Ew çawa
bû, çi ew kir Cegerxwîn.? Bêguman evîna azadiyê û a Kurdistanê
ye. Lê ev yek çawa ket dilê wî, çawa cîh girt û hat hûnandin û
bi dû re bû agirekî ku germ û ronahiya wî da Kurdistanê tevî,
hêvî da kurdan lê tirseke mezin dixist dilê
neyaran?
Seyda di dema xwendina xwe de li kurdistanê
geriya; wî çaxî derfeta ku sedem û jêderên bûyeran û encamên
wan, rewş û hêviyên kurdan, kar û baweriyan wan bibîne û fam
bike dît. Li welêt feqîrtî, belengazî, dewlemandî û xanedanî
dît. Li sedem û bersivan pirsî û geriya. Bi mirovên cuda re
rûnişt, li wan guhdar kir û fêrî tiştên nû û cuda bû. Bi wî
awayî êdî hêdî hêdî asoyên ramanên wî firehtir
bûn.
Bala wî di ber xwendinê re çû ser pirs û
pirsgirêkên civakî, dîrokî û millî. Li deverên cuda û li ba
kes û eşîrên cuda li bersivan geriya. Gava wilo bû, deriyên
raman, xwestin û hêviyên wî, ji bo tiştên nû vebûn, cesareta
wî qewîn bû, hêza mereq,lêger û famkirina mejiyê wî aktiv
bû.
Her ku çû, ew mejiyê ciwan xurtir bû û ji
demekê pê ve êdî bû afiranêr.
Her wilo, ew bi ger û
xwendina xwe fêrî gotar, çîrok û serpêhatiyan bû, fêrî adet,
tecrube û axavtinê bû. Mirov û eşîrên cuda nas kirin, gund û
bajarên kurdistanê dîtin. Zimanê wî, wilo bi gotinên nû û
guhertî xurt bû. Fêrî rist û qesîdeyên nû bû. Seyda bi van
sedeman û bi vî awayî hêdî hêdî ji mirovên der û dora xwe
xurtir bû û hêla wî ya pêşevanî û rêberiyê ava bû û derket
pêş.
Şagirtê xwendina olî Şêxmûsê xort rojekê li
Qerejdaxê Şewqî Begê Erxenî dibîne. Ew camêr ji wan re bahsa
Kurdan, bindestî û heqên wan, kar û xebata wan û serhildanên
ku dê bibin dike. Seyda bi baldarî lê guhdar dike. Bi wê
guhdarkirinê bingehê fikir, bawerî û hêviyên wî yên ku heta wê
rojê li ser bingehê ola wî hatibûn avakirin dihejin, sist û
lawaz dibin, êdî nema karin cîhê xwe nedin yeke xurtir, yanî
welatperwerî, a ku nû wek hêvî û bawerî dikeve dilê wî û hêdî
hêdî dibe a herî xurt.
Ji xwe Seyda berê jî çûye Erxenê û
cara pêşî li wir bihîstiye ku kurd di nav kar û xebateke
kurdperwerî de ne. Ew yek jê re dibe bal û di bîra wî de
dimîne.
Bi dû re, carekê seydayê wî Ubeydullal ciwabekê
dişîne ji Xalid Begê Hesenî re û jê dipirse bê ma gelo ew
karin bên ba wan ya na. Xalid Beg bersivê dide dibêje niha
newin, wê tiştin bibin, heger em bi ser bikevin, werin, ya na,
em bi xwe em ê ji bêgavî bên ba we.
Cegerxwîn û seydayê xwe
vê bersivê û vê yekê ji hev dipirsin û ji hev re rave dikin û
digihijin baweriya ku kurd haziriya serhildanekê dikin. Xuya
ye tiştê dikira bibe, serhildana Şex Seid bû, kurdan xwe ji wê
serhildanê re kar û amade dikirin. Ew yek di dilê Seydayê
Cegerxwîn de dibe hêvî û mizgînî. Gava ev tişt dibûn,
welatperewerî di dilê wî de xurtir dibû.
Wê demê gelek
caran diçû Dêrika Çiyayê Mazî, (Seyda navê Şebextanê lê dike)
ji srûşt û mirovên wir hez dike. Ji nivîsên wî xweş tê
famkirin ku her carê xwestina ku mana xwe ya li wir dirêjtir
bike dikeve dilê wî. Hema gava derfet û mahne jê re dikevinê,
ew dîsa diçê wir. Û rojekê yeke ku dilê wî biçe ser li wir
dibîne û Seyda dildar dibe. Ew evîn naçe serî lê tiştê ku ez
bi xwe jê fam dikim û derdixim, wê dildariyê bingehê maneya
xwendin, nivîsandin û baweriyên wî yên olî hejandiye, ji nû ve
mane daye wan baweriyên wî, reng û rê dayê ber hêviyên wî û
hezkirina wî ya edebî. Û her wilo ez tê digihijim ku heta roja
Seyda çûye rehmetê jî êş û xweşiya wê dildariyê ji bîra
nekiriye. Ew dildarî di dilê wî de bûye bêrîkirin, hêz û yek
ji motorên xwestina wî ya nivîsandinê.
Yek ji
taybetiyên Dêrikê ew e ku zimanê malê û ê her babet dan û
stendinê Kurdî bû. Ez taybetî dibêjim, ji ber ku zimanê
piraniya bajarên wê jêra herêmê ne kurdî bû, erebî bû. Wî çaxî
kurd li gundan bûn, bajar ên ereban bûn. Lê rûniştvanên Dêrikê
kurd bûn û ne oldar bûn.
Seyda li wir giha ku baştir li
muzîka kurdî guhdar bike, gotinên wan, hûnandina rêzên wan ji
hev der bixe, xweşiya kurdî û kurdî di helbestê de bibîne. Li
wir, ji hunera hûnandina hevokan ya bi rengê helbestê bêtir
hez dike. Ew gotin, ew hevok û helbestên gelêrî yên ku bûbûn
klam, ji evîna wî re dibin sebir û derman. Bi wî awayî
xwestina ku bala wî bêtir here ser nivîsandinê û helbestê
dikeve dilê wî.
Gava Seyda li Dêrikê dildar dibe, tê
derdixe ku ne feqe û oldar tenê ye. Ew tê derdixe ku mirov e,
jiyan ji xwendina olî firehtir û xweştir e. Ev bawerî dibe
stûneke jiyana wî ya pêşerojê.
Bi dû re gava ji bo ku
xwendina xwe temam bike tê Amûdê, dildarî dîsa tê serê wî. Du
keçên ku dilê wî dibije wan dibîne. Yek bi navê Hesîna ye û a
din jî bi navê Cemîla ye. Lê xuyaye hezkirinên wî yên vê carê
ne wek evîna wî ya li Dêrikê ye. Ên li Amûdê bes bi hêviya ku
ew jî wek hemû kesan bibe xwedî jin û mal tenê ye. Seyda li
wan nasekine, ne pir dereng bi keça xalê xwe re dizewice û tu
mana hezkirina wan di dilê xwe de nahêle.
Wî çaxî, gava
hîna xwendevan e, dest pê dike û xwe bêtir dide nivîsandina
helbestan. Navê wî wek Cegerxwîn ji xwe li nav xelkê belav
bûye û pê serbilind e. Di bîranînên xwe de dibêje ku rojekê
bang wî dikin û dibêjin "wa Mîre Botan hatiye û dixwaze te
bibîne".
Ê ku hatiye Mîr Celadet Bedirxan e û li mala
seyda Ubeydullahê mamostê Cegerxwîn e. Dema ku Seyda bahs
dike, divê ku nav 1925 û 28 an be. Seyda dibêje ku Mîr gotiye,
min bihîstiye tu helbestan dinivîsî, ka were hinan ji min re
bixwîne. Seyda jê re dixwîne. Wî çaxî Mîr jê re dibêje, gelekî
xweş in, ka hinan ji min re bişîne Şamê da ez wan di Hawarê de
biweşînim. Her wilo Cegerxwîn dinivîse ku Mîr jê re gotiye
ristên te yên yekane pir xweş in, lê ên ku bi awayê M. Cizîrî
û E. Xanî hatine nivîsîn, ne wilo xweş in. Tu bi a min bikî tu
dê dev ji nivîsandina bi awayê wan berdî. Seyda di bîranînên
xwe de dibêje min gotina wî xist serê xwe.
Gava Seyda dest
pê dike û helbestan ji bo Hawarê ji Mîr re dişîne, navê
Cegerxwîn bi kar tîne. Nevê Cegerxwîn wilo jê re dibe navê wî
yê yekem.
Lê li Amûdê, di ber ku helbestan dinivîse û
êdî eşkere bi kar û xebata kurdperweriyê radibe û dike xelkê
fêr bike re, tiştekî din li wir tê serê wî.
Rojekê
Seyda li ser bênderan bi Şêx Mêhdî re rûdinê. Şêx, hin tiştên
ku heta wî çaxî Seydayê ciwan nebihîstibûn û tu kesan newêribû
bibêje, jê re dibêje.
Seyda di bîranînên xwe de ji bo
wê rojê û wê hevdudîtinê, wilo dinivîse:
”Şêx Mêhdî, ez ji
xewa kevneperestî bi carek şiyar kirim. Ew sawîr û goman bi
carek ji serê min dûr xistin. Çavên min di biwara olperestî de
vekirin. Gelek tiştên ku kesî newêrabû bibêjî, ji min re
gotin. Her tişt dane xuyakirin û ronak avête ser bîr û
baweriya min. Ez, di vê babetê de deyndarê Şêxê xwe me”.
S.185
Seyda wê demê xwendina xwe xelas dike, destûra
xwe ya melatiyê werdigire, lê êdî melayekî di ola xwe de
bêbawer e. Gava li gundê Hasda Jor dibe mela, ji bo nanê xwe
dibe mela. Ew bi ola xwe û bi karê ku dike ne bi bawer e.
Dinivîse ku bê destlimêj li pêşiya gundiyan limêj dikir û çaxê
rojiyê wî rojî nedigirt. Piştî ku çend salan wilo melatiyê
dike, tê digihije ku a dike karekî nerast e û bêmane ye.
Radibe dev ji melatiyê berdide, şaşika xwe diavêje û rîha xwe
kur dike. Gelek wext naçe dibe Marxist- Lenînist komunîst û bi
dû re dibe endamê Partiya Komunîst a Sûrî.
Gava Seyda
wilo dike, radibe ji gund jî bar dike, mala xwe dibe Qamîşlo.
Ji bo abora mala xwe, bala xwe dide ser çandinî û tîcaretê. Tu
pereyên wî yên baş tune ne û tu karekî baş jî bi destê wî ve
naye. Erê Seyda dibe Cegerxwîn, dibe azadîxwazê kurdan û
kurdistanê, ji aştî û wekheviyê hez dike, lê halê wî û rewşa
wî ya di nav xelkê de ne pir xweş e. Serê pêşî gelek êrîşî wî
dikin. Mela ye, lê şaşik avêtiyê û nema limêj dike û rojî
digire. Gelek jê wî biaqil jî hesab nakin. Hinên din wî qafir
û heram dibînin. Lê Seyda bi xebata xwe ya bi biryardarî û
helbestên xwe yên xweş, zû wê yekê diguhere û cîhê xwe di dilê
xelkê de xweş dike. Berî her tiştan, xwende û rewşenbîr xwe lê
digirin û qedir didin kar û gotinên wî. Her wilo wî çaxî ew û
dewlet tên hemberî hev. Seyda di wî warî jî de dide xuyakirin
ku ew ne bêaqil û kafir e, lê ew kurdekî egît e, ew bi rûmet û
bi şeref e. Cegerxwîn wilo, tev hemû êş û zahmetiyan dibe yek
ji pêşevanên kurdên Sûrî.
Siyasetvan û
pêşevan
Wî çaxî, 1946an gava Seyda mala xwe
nû aniye Qamîşlo û halnexweş e, derfeta ku pere jê re bên
derdikeve.Sala 1946 an e. Seyda di bîanînên xwe de dinivîse ku
rojeke ji wan rojên ku halê wî wilo ne xweş e, diçe qahweyeke
nêzîkî mala Dr. Nafiz. Doktor gazî wî dike, dibêje ka were
nivîsên xwe bibe. Ew jî li Doktor vedigerine û dibêje nivîsên
ku di demeke weha teng de jî peran ji min re neynin, ne hêjane
tu tiştekî, min ew navên.