|
Li ser jiyana Celadet Elî
Bedîrxan
Mahmut
HOCAOĞLU

Di Kurdistanê
da Malbata Bedirxaniyan ciyekî bêhempa digrin.
Mirov dikare bêje ku ew di her mijarê da bûne
xalek sereke. Di warê şoreşgerî, çandî, wêjeyî
da xebatên pir girîng çêkirine. Mîr Celadet Elî
Bedirxan jî bû dawiyê nimînêrê vî kevneşopiya
malbata xwe.
Mîr Celadet
Elî Bedirxan, kurê Mîr Emîn Alî Bedirxanê kurê
Mîrê Botan ê dawî Mîr Bedirxan e. Piştî ku
serhildana Mîr Bedirxan têk çû û tevlû malbatê
hemû hatin mişext kirin, ew jî mîna bavê xwe li
dûrê welat hat dinyayê. Bavê Mîr Celadet Elî
Bedirxan Emîn Elî Bedirxan, mirovek dewlemend
bû. Mirovek welatparêz, zana û çalak bû. Dewleta
Osmanî çûyîna wan a li Kurdistanê qedexe
kiribû.. Emîn Elî Bedirxan ji bo ku zarokên wî
herdem bi ramanên welatê xwe bijîn, di nav
malbatê da kevneşopiyên Kurdan dida jiyîn. Mala
wî bibû mala dengbêj, çîrokbêj û helbestvanên
Kurd. Mîr Emîn Elî Bedirxan du jin kiribû. Herdu
jî Çerkez bûn. Mîr Celadet Elî Bedirxan ji jina
duyem e. Navê diya wî Senîhe ye.
Mîr Celadet
Elî Bedirxan di sala 1893'an da li Stenbolê hate
dinê. Wî kiribûn memûrê dewletê û li her deverê
welat digerandin. Ew Mufettîşê Dadgeha Stenbolê
bû. Mîr Celadet Elî Bedirxan vebuhtina bavê wî
derketana li ku, bi wî ra bû. Xwendina xwe li
ciyê mîna Stenbol, Edîrne, Qonya, Enqere, Eqqa
(li Filîstînê ye), Selanîk û hwd. berdewam kir.
Di 18 saliya xwe de dest bi dibistana leşgerî
kir; dû re bû zabit. Di şerê cîhan a yekemîn de,
di eniya Qafqas de bû. Piştî hilweşîna
Osmaniyan, li Stenbolê dest bi xebatên ji bo
azadiya Kurdistanê kir. Tevlû hevalên xwe bi
navê "Komala Vêkxistina Civaka Kurd" ava dike.
Ji bo piştgiriyê serî li dugelên serkeftiyê şer,
da.
Mîr Celadet
Elî Bedirxan tevlû birayê xwe Kamûran, Ekrem
Cemîl Paşa û Faîq Tewfîq di sala 1919'an de
diçin Kurdistanê. Zabitê siyasî yê navdar ê
Îngiliz, Noel jî li ba wan e. Berê çûn Meletiyê.
Li vir bi mezin û axayên Kurdan re ketin
têkiliyê. Lê Mistefa Kemal ji wan çalaktir
derket û pêşî li wan girt. Ê ku bi pere û we'da
xapand, da dû xwe û wan bêhêz hişt. Ji aliyek
din jî suwariyên xwe şiyand ser wan û ew jî
neçar man ku xwe paş ve bikşînin. Lê ji vî gera
xwe jî gelek tişt derxist. Di vî gera xwe de li
gelek deveran geriya. Her çiqas ji bo karên
siyasî here jî karên çandî jî dikir. Gelek peyv,
metelok û çîrok jî berhev kir. Di sala 1922'an
da Kemalîstan fermana kuştina malbatên mezin ên
Kurdan derxistin. Ew, birayê wî Kamûran, Safder
Tewfîq û birarziyê wî Heqqî di sala 1923'an da
çûn Elmanyayê. Bavê wî jî tevlû malbata xwe koçê
Misrê kirin.
Mîr Celadet
Elî Bedirxan li Elmanyayê dest bi xwendina
Huqûqê kir. Ji aliyek ve dixwend, ji aliyek jî
tevlû partîzanên Elmanan bû ku ji bo şervaniyê
xwe amade bike. Di sala 1925'an de ku Serhildana
Şêx Seîd dest pê kir, hat Kurdistanê. Lê heta
gihîşt welat, serhildan tefiyabû. Dîsa bidizî
zivirî Elmanya. Di heman demê de birayê wî
Safder li Elmanyayê ji ber nexweşiyek wefat
dike, birayê din Tewfîq jî bi zivirîn û
teslîmbûna li kemalîstan xwe kuşt. Paşnavê xwe
kir Çinar û ket xizmeta Mistefa Kemal. Wasif
Çinarê birazî Bedirxan, bû wezîrê Perwerdehiya
dugela Tirk.
Kamûran Elî
Bedirxan doqtora xwe ya Huqûqê qedand. Lê Mîr
Celadet Elî Bedirxan derfet nedî ku doqtora xwe
bike. Bavê wî li Qahîrê nexweş bû û ew jî çû ba
bavê xwe. Di sala 1926'an de bavê wî wefat kir.
Dû mirina bavê xwe ew jî derbasê Beyrûdê bû, hat
mala apê xwe Xelîl Ramî Bedirxan. Di wan deman
de gellek rewşenbîrên Kurd li Beyrûd û Sûriyê
civiyabûn. Ew jî li wir tevlî wan bû. Di 5'ê
Îlona sala 1927'an de li Lubnanê li bajarê
Bihemdûnê kongra damezrandina Xoybûnê li dar
ket. Di nav damezrênerên Xoybûnê de ji bilî Mîr,
Memdûh Selîm, Hemze Bêgê Muksî, Ekrem û Qedrî
Cemîl Paşa û serokên herêmî yên wek Haco Axa,
Emînê Perîxanê, Mistefa Şahîn Begê Berazî,
Bedreddînê Hebizbinî û gelekên din jî hebûn.
Damezrandoxê Xoybûnê rêxistinên xwe yên berê
fesih kirin. Bi vî awayê mirov dikare bêje ku
Xoybûn rasterast yekitiyek Kurdî ye. Yek ji
biryarên Xoybûn, piştgiriya serhildana Agirî bû.
Xoybûn Paya Generaliyê da Îhsan Nûrî Paşa. Di
heman demê de êrişê li ser qereqolên Tirkan
organîze kir. Lê xeynî Osman Sebrî kesî peywira
xwe neanî cî. Osman Sebrî jî paş ve kişiya. Mîr
Celadet tevlî Haco Axa û Resûl Axê Miheme li
herêma Torê tevlî suwarên Kurd, êrişan birin ser
qerekolên Tirkan. Lê ji ber ku ew negihîştin
armancên xwe, Celadet berê xwe da Çiyayê Araradê
û tevlî serhilderên Serhedê bû. Axirê ev
serhildan jî têk çû û wî bi Îhsan Nurî Paşa re
xwe avêt Îranê. Li Tahranê, Şahê Îranê Mihemed
Pehlewî xwest ku wî bi hin bertîlan ji tevgera
Kurd dûr bixe û li deverekî cîhanê jê re
qonsolosiya Îranê pêşniyar kir. Ji ber ku
Celadet ev daxwaza Şah qebûl nekir, wî cî da ji
Îranê derxistin. Piştî Îranê, Mîr Celadet Elî
Bedirxan demek li Başûrê Kurdistanê û li Bexdayê
ma. Lê Îngilîzan nexwestin ew li Îraqê bimîne û
rê lê teng kirin. Ew carek din ji neçariyê
zivirî Sûriyê. Li vir dest li Frensiya bû. Her
tiştê ku Frensî dixwestin bidinê wî nedigirt. Di
wê demê de Melikê Suriyê Ebdullahê Haşimî kole,
xwest li ba xwe ciyekî bilind di dewletê de
bidê. Lê mîr tu tiştekî nedipejirand. Navbera
Ataturk û Frensiyan baş bû. Ew jî hêdî hêdî
zexta li ser wî zêde dikirin. Di 25.08.1930 de
hikumeta Frensayê hemû endamên komeleya Xoybûnê
ji ser sînor rakirin û wan mişextê Şamê kirin.
Di nav wan de Haco Axa û zaroyên wî, Dr. Ehmed
Nafîz û birayê wî Nûreddîn Zaza, Qedrî Can,
Ekrem Paşa, Muhemmed Cemîl Paşa û Hemzayê Meksî
jî hebûn. Li vir tevlî endamên malbata
Cemilpaşayan, Hemzeyê Muksî û Haco Axa, bi navê
Civata Alîkariya Kurdên Belengaz komelekî
damezrandin. Berpirsiyarên vê komelê li Hisiçe
Hesenê Haco û li Şamê Dr. Ahmed Nafiz Beg bûn.
Armanca wan, ji Kurdên ji Bakûr reviyabûn re
alikarbûn bû.
Çavê wî herdem
li rê bû ku li welat xebat bike. Dû ku
serhildana Mala Eliyê Ûnis şikiya, hêviya xwe
wenda kir. Hemî van zext û zoriyan, berê Mîr da
xebatên ser perwerdehiyê. Mîr Celadet Elî
Bedirxan bi zimanê Erebî, Farisî, Fransî,
Îngilîzî, Elmanî, Tirkî, Rûsî û Yûnanî zanibû.
Mişextiya Şamê jê re bû derfeta fikirîn û
xebatên ser perwerdehiyê. Ew digo ku êdî dema
hişyarkirina Kurda ye. Kurd heta zana û hişyar
nebin, yekîtiya wan jî çênabe. Giraniya xwe ya
mezin jî da ser hînkirina ziman. Li Şamê Celadet
dest bi karê zimanzanî û avakirina alfabeyeke
Kurdî kir. Kete hewldanên derxistina kovarekê.
Rêvebiriya Fransî berê destûrê nedayê, lê di
sala 1931'an de destûr send. Di wî salê de
pirtûka xwe ya bi navê Rêzimana Elfabeya Kurdî
derxist. Di 15'ê Gulana sala 1932'an de Kovara
Hawarê derxist. Kovara Hawar, heta 15'ê Tebaxa
sala 1943'an weşana xwe berdewam kir. Di vî
pêvojoyê de 57 hejmarên vê kovarê derketin. Dema
Kovara Hawarê derdixistin ji aliyek ve jî di 1'ê
Çileya 1942'an de dest bi derxistina Kovara
Ronahî kir. Heta sala 1945'an 28 hejmarê vê
kovarê derketin. Kovara Hawarê bû bingehê
kovarên ku bi tîpên Latînî derketin. Hawar, berê
bi tîpên Erebî Latînî derdiket. Dû Hejmara 23'an
tenê bi tîpên Latînî derket. Kovar warê
niviskaran de her ku diçû xurttir dibû. Di
kovarê de cûrbecûr mijar dihatin pêşkêşkirin.
Mîr Kamûran Elî Bedirxan tevlî helbestên xwe, cî
dida mijarên Qûr'anê, Hedîsan jî. Tiştê balkêş
ew bû ku di dawiya rûpelên kovarê da nivisên
Frensî jî hebûn. Bi giştî di vir de qala
pirsgirêka Kurd dihat kirin. Di 5 hejmarên
Kovara Ronahiyê de mijar li ser Şerê Cîhan a
Duyemîn bû. Dû re bi nivîsên wêje, çand û zimanê
Kurdî berdewam kir. Dû sekinandina weşana
Hawarê, Mîr Celadet Elî Bedirxan giranî da ser
Ronahiyê. Di vî navberê de Mîr Kamûran Elî
Bedirxan jî li Lubnanê Kovara Roja Nû derdixist.
Ev kovar bi zimanê Kurdî-Frensî derdiket. Heta
sala 1945'an berdewam kir.
Mîr Celadet
Elî Bedirxan li Şamê di rewşeke nebaş de bû.
Kemalîstan dest dabûn ser hemî hebûna wan.
Celadet di bin ewqas xerabiyê da jî dîsa
bertîlên neyaran nepejirand. Lê neçar ma ku
mamostetiya Fransî an jî parêzerî bike. Di vî
navberê da biryara zewacê girt û bi dotmama xwe
Rewşen Xanim re di sala 1935'an de li Şamê
zewicî. Ew jî mamostetî dikir. Di tekoşîna wî de
Xanima wî alîkarê wî ya herî mezin bû. Di sala
1939’an Mîr bû midurê şîrketa Frensî ya Cixaran
"Rêcî".
Şerê Cîhan a
Duyem zor û zexta li ser Kurda zêdetir kir.
Dugela Frensî biryar da ku Mîr Celadet Elî
Bedirxan di navbera salên 1943 û 1946'an de li
Şamê di bin çav de bimîne. Ev rewş heta 1948'an
berdewam kir.
Di sala
1947'an de hikumeta Sûriyê rê li ber vekir ku
beşdarê hilbjartinan bibe û bikeve parlementoya
Sûriyê. Belê gava wan dît ku ewê li navçeyên
Kurdistanê pir ray bigre, wî girtin û careke din
vegerandin Şamê.
Mîr Celadet
Elî Bedirxan ji ber tengasiyên aborî di sala
1950'an de dest bi karê çandiniyê kir. Hin
hevalên wî xwestin ku alîkariya wî bikin. Lê ew
vana nepejirand.
Li Gundê
Hecanê ji bo avdana pembûyê araziyên ku ajotiye,
bîreke mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe
re dinivisî de navê wê bîrê "Bîra Qederê"
danîbû. Mîr Celadet Elî Bedirxan di 15'ê Tirmeh
a sala 1951'an de di encama qezeyekî de ket nav
vê bîrê û jiyana xwe ji dest da. Bîra Qederê bû
qedera wî. Ên ku mirina wî bi şik dibînin jî
hene.
Cenaza Mîr, li
goristana Mewlana Xalid Şehrezorî, li kêleka
kalê wî Mîrê mezin Bedirxan binax kirin. Xwedê
Rehma Xwe lê kê. Li ser kevirê ber serê wî,
hevalê wî Helbestvan Qedrîcan wûsa nivisiye.
Mîrê Kurd
Lawê Kurdistan
Neviyê
Bedirxan
Celadet
Fedakar,
xwediyê hîmmet
Cendekê wî ku
di vir de binax bû
Giyanî wî
bilindê asîman bû
Nemiriye,
zindî ye
Navê wî ebedî
ye.
Berhemên Mîr
ev in: Elîfba Kurdî, Rêzimana Kurdî, Ferhenga
Kurdî, Rêzana Elfabeya Kurdî, Rûpelnine Elfabê,
Dîbaca Mewlûda "Biyayîşa Pêxember", Dîbaca
nivêjên Êzdiyan, Nameyek ji Mustefa Kemal paşa
re, Ji Mesela Kurdistanê, Edîrne Sukutunun İç
Yuzu û bi dehan nivîs, helbest û gotarên çapkirî
û neçapkirî…
Di dawiya
nameya ku ji Ataturk re nivisandiye de wûsa
dibê: Hz. Umer ji vir 14 sed sal berê gotiye:
"Ên ji diya xwe azad bibin, nikarin esîr bibin.
Li gel her tiştî bi xwîn rijandina Misilmana ger
hûn dil bi gelên Anadoliyê ku bêçare mirine
naşewitînin, bizanibin ku di tamarên Kurdan de
jî xwîna ku qîma ji kuştin û mirina wî dike,
heye." (1933)*
Mizgîn.net
|