|
Bername
Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê
(Pejirandiya
Kongireya Sêzdehem)
Beşa yekem:
Bernama Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Destpêk:
1. Dîroka xebata neteweya Kurd bi yek ji parên herî bixwîn û dirêjdem ya
dîroka xebata gelên zulmlêkirî yên vê cîhanê tê hesibandin. Piştî şerê
1514’an yê navbera du Împeratoriyên Osmanî û Sefewî li Çaldiranê, Kurdistan
bi kiryar di navbera du dewletan de hate parve kirin û sala 1639’an bi
îmzakirina peymanekê di navbera Şah Ebasê Sefewî û Sultan Muradê Osmanî de
hate fermî kirin. Tevgera rizgarîxwaz ya Şêx Ebeydulayê Nehrî (1880),
destpêka bizava rizgarîxwaz ya neteweyî bi dijî dagîrkeran û ji bo
serxwebûna Kurdistanê bû. Destpêka sedsala bîstan, şahidê serhildana
rêxistinên siyasî û xurtbûna tevgera rizgarîxwaz ya neteweyî di seranserî
Kurdistanê de bû, lê hemû carekê bi pîlan û kompiloyên welatên herêmê û
danûstandin tevî hêzên mezin de dihatin bêlivîn û tebitandin. Çaxekê ku şerê
cîhanî yê duyemîn dest pê bû, xebata gelên azadîxwaz yên cîhanê dijî
kevneperestî û faşîzmê xurt û berfireh bû, di vê navberê de hewcehiyeke
dîrokî ji bo avakirina rêxistineke siyasî di Kurdistana Îranê de ku bikare
xebata rizgarîxwaz ya gelê Kurd bimeşîne, dihate seh kirin. Piştî
dagîrkirina Îranê ji aliyê hevalbendan û nemana dîktatoriya 20 salî ya
Rizaxan li Kurdistana Îranê, rewşeke jêhatî ji bo xurtkirina tevgera
rizgarîxwaz pêk hat. Pêşengên gelê Kurd ji vê derfet û delîveyê mifah
standin û di 25’ê Gelawêja sala 1324’ê Rojî (16.08.1945)’an de Partiya
Demokrat ya Kurdistanê damezrandin.
Bi vî awayî, avabûna Partiya Demokrat ya Kurdistanê, encama pêdivî û
hewcehiyeke dîrokî û nîşana hişyarî û çelengiya xortên pêşeng ên gelê Kurd
bû. Ji wê demê ve Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ku xortên şoreşvan yên
gelê Kurd di refên xwe de kom kirine, rênîşander û rêveberê xebata
rizgarîxwaz ya civatên xelkê Kurdistana Îranê ye.
Avabûna PDK Îranê di dîroka gelê Kurd de bi niqte guhartinekî bihagiran û
girîng tê hesibandin û destpêka qonaxeke nû ya xebata neteweya me ye. Bi
rêberiya vê partiyê bû ku gelê Kurd bo cara yekemîn di dîroka nû ya xwe de
karî hikûmeteke nîştimanî di beşek ji Kurdistanê de bîne ser kar. Vê
hikûmetê 11 mehan xwe ragirt û li pey paşdekişyana tevgerên gelên Îranê
careke din dîktatoriya leşkerî bask bi ser hemû Kurdistana Îranê de kêşa.
Lê gelê Kurd ji xebatê sar nebû û ji bo bidestxistina armancên xwe yên
demdirêj herwiha dom da xebat û tekoşîna xwe.
PDK Îranê xwediyê 59 salan xebata tejî evraz û nişîv û tejî ji fîdakarî û
canbazî ye. Aşkira û xuya ye ku partiya me di vî heyamî de bibandortir bûye
û ceribîn ji xebata gelê Kurd û gelên din wergirtiye.
2. Di nîva duyem ya sedsala bîstan de, pêşketina zanist û teknolojiyê û
xurtbûna hêlên peywendiyan sîma û rûçikê cîhanê guharî ye. Gelek ji rejîmên
dîktator û kevneperest hatine herifandin û li cihê wan sîstemên nûtir û
azadtir hatine ava kirin. Dehan neteweyên mezin û biçûk mafê diyarîkirina
çarenivîsa xwe bidest xistine û dewletên serbixwe damezrandine. Herwiha emr
û temenê wan rejîm û sîsteman jî ku bi tund û tûjiyê piştrast in ber bi
kurtî û nemanê diçe. Bi giştî gelên bindest û hêzên civakî ne ku dikarin
qedera xwe bidestve bigirin û civaka xwe pêşve bibin, derfet û delîveyeke
ron û zelaltir ji wan re pêk hatiye ku civakeke azadtir, mirovîtir û
pêşkevtîtir ava bikin.
Bi hiloşîna Bilûka Soviyetê di sala 1990’an de, du pirsên girîng di astê
cîhanê de derketin rojevê û qîmet û nirx û hêjayiya xwe derxistin holê, ya
yekem pirsa neteweyî û hewcehiya dabîn bûna mafên neteweyî yên gelên
zulmlêkirî yên cîhanê bû. Serbarê wê çendê ku 70 sal bû îdea dihat kirin ku
di welatên Sosyalîstî de pirsgirêkek bi navê pirsa neteweyî li holê de nine,
me dît dema ku sîstema Sosyalîstî li ber hev hilweşî û derfet ji bo gelên
wan welatan pêk hat, bi tu awayekê hatine ortê û hikûmeta neteweyî ya xwe
ava kirin.
Duyem jî pirsa demokrasiyê bû. Pirsek ku bi dehan salan bû di bin navê
berevanî ji qazancê kedkar û zehmetkêşan de di parekî zaf ji welatên cîhanê
de dijberî tevî de dihate kirin, bi awayekê hewcehî û pêdivî bûna xwe da
xuya kirin ku gelek ji dîktatorî hilweşandin û gelek yên din jî ji tirsê vê
çendê ku bi çarenivîseke nediyar re rû bi rû bin, neçar man pencereyên malên
xwe ber bi rûyê demokrasiyê vekirin û xwe tevî rewş û zirûfê rê xistin.
3. Rojhilata Navîn di berhevdanên neteweyî û nemaze di stiratêjiya dewletên
mezin de girîngiyeke xasmanî heye. Di warê coxrafî de ev herême yê ketiye
ser sê rêya 3 parzemînên Asiya, Afrîqa û Ewropayê. Di warê aborî û
çavkaniyên bin erd de ev herême pir dewlemend û zengîn e û pitir ji nîva
hemû paşketa neft (petrol) a cîhanê di vê herêmê de hil ketiye.
Cuda ji wane jî, hebûna çend tevgerên rizgarîxwaz yên nîştimanî nemaze
tevgera Kurd û tevgera Filistînê, di vê herêmê de ku dijkiryarekî xwezayî
dijî parvekirina Kolonyalî ya herêmê ye, girîngî û bihagiraniya Rojhilata
Navîn di hesêb û berhevdanên neteweyî de zêdetir kiriye.
Hemû ev rastî yê bûne sedema vê çendê ku desthilatên mezin tev guhartinên vê
herêmê bi hûrî bêxin bin zêrevaniyê û li hemberî her cure bûyerekî vê herêmê
li ser seh bin û dijkiryaran ji xwe bidin xuyakirin. Bûyerên van 20-25 salên
dawî û hebûna xuya û rasterast û berdewam ya hêzên leşkerî yên dewletên
Rojava û nemaze Amrîka di vê herêmê de nîşaneyekî ron ya vê rastiyê ne.
Piştî bûyera 11’ê Siptambrê (2001), êrîşa hevalbendan bi serokatiya Amrîka
bo ser Efxanistanê û hiloşîna rejîma tundrew ya Îslamî a Talibanê û ji hev
belav kirina Rêxistina Elqaîde di wî welatî, seretaya destpêkirina
guhartinan di Rojhilata Navîn de bû. Di şûn wê de jî, dewleta Îraqê di bin
zext û tevijma êrîşa leşkerî ya Amrîka û hevalbendan de hilweşiya. Vê bûyerê
jî wekî erdhejekê herêm û dunyaya derve hejand. Em dikarin bibêjin piştî
şerê cîhanî yê duyem, çi bûyerekê hindî vî şerî, têkiliyên herêmî û neteweyî
ne têkdaye. Nemaze di welatên Rojhilata Navîn de ku pirsgirêka siyasî, aborî
û arîşeya neteweyî û olî tê de xurt e, hikûmetên wan nigeranê vê çendê ne
balansa siyasî di heremê de têk biçe û nikarin hukimdariya kevneperestane ya
xwe bidomînin.
Serkeftina xelkê Îraqê di avakirina welateke azad û demokrat li pêşerojê de,
dê bandorê li ser xelkê welatên cîran dike. Gelê bêzar ji nîzam û pergalên
dîktator û paşverû li benda derfetekê ne heta ji bo bidestxistina azadî,
demokrasî û mafê neteweyî yên xwe çelengtir dijî rejîmên dijî gelî xebatê
bikin. Her niha xebata rizgarîxwaz ya neteweya Kurd pê daniye asteke
qedersaz. Di vê navberê de mafê siyasî yê Kurd li Îraqê li ser bingeha
Federalîzma Coxrafî-Neteweyî di qanûna rêveberiya dewletê ji bo qonaxa
veguhastinê de bi fermî hatiye nas kirin. Cîgirbûna vî awayê Federalîzmê,
dibe mînakeke hêja û baş ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di parçeyên din
yên Kurdistanê de jî.
4. Di dema piştî şerê cîhanî yê duyem de di warê aborî, civakî û siyasî de
gelek guhartin li ser Îranê de hatine. Di rastî de Îranê jî nedikarî xwe ji
ew hemû guhartinên kûr ku bi ser cîhanê de hatine, dûr ragire. Lê ew
guhartina ku di Îranê de qewimî ye, bi tu awayekê hemberî îmkanata aborî û
xwezayî ya welatê me nine. Îran niha jî her wek welateke paremayî tê
hesibandin. Piraniya civatên xelkê di belengaziyê de dijîn. Niha jî pareke
zaf ji rûniştevanên Îranê, nemaze li gundan nexwendevar in û kêmtir destê
wan bi alîkariyên bijîşkî û dermanî digihîje.
Tevî bi ser kar hatina rejîma Komara Îslamî di sala 1979’an de, Îran di
hinek waran de paşde hatiye vegerandin. Di çaxekê de welatê Îranê bi wan
îmkanatên xwezayî ku hebû, her çiqas li destê dîktatoriyê dinaland, mijûl bû
ciheke jêhatî di civaka navneteweyî de ji xwe re bigre, Melayên bi desthilat
gihîştî bi pêşvegirtina siyaseta dujminî tevî civaka şaristanî, ew welat ji
cîhana pêşverû dûr kirin û hewl dan vegerînin dewranên sedsalên navîn.
Aboriya Îranê li cihê vê çendê ku pêyê xwe bigre û here nava aboriyên bihêz
yên herêmê û cîhanê, bi terzekê tûşî bê ser û beriyê hat ku niha yek ji
aboriyên jor û lerzok tê zanîn û parê (dirav) Îranê li hemberî diravên cihê
hitbarê yên dunyayê bi awayekî navincî 12000 ji sedê hatiye jêr.
Çewisandin û serkuta azadiyan, siyaseta rojane ya desthilatdarên Komara
Îslamî ye. Tu partî û rêxistinek û sendîkayeke serbixwe derfeta tekoşîna
azad nine, azadiyên takekesî û civakî bi nebaştirîn awayî tên bin pê kirin û
her dengeke nerazîbûnê bi girtin, zîndan, îşkence û heta teror û îdamê tê
bersîv dan. Bi vî awayî Îran yê bûye girtîgeheke mezin ji bo hemû miroveke
azadbîr û azadîxwaz.
5. Kurdistana Îranê di warê aborî û civakî ve herêmeke paremayî di nava
welateke paşmayî de ye. Her çiqas Kurdistan di warê xweza û heyîna bin erd
zengîn e, lê di zaf waran de yek ji herêmên herî paremayî yên Îranê ye.
Guhartina aborî û civakî û nexasma senetî li Kurdistanê nagihîje pileya zaf
ji herêmên din yên Îranê jî. Rewşa aborî û saxlemî û çandî ya rûniştvanên
Kurdistana Îranê kêm guherî ye. Pileya jiyanê nizm e û zehmetkêşên
Kurdistanê di belengazî û bêpariyê da dijîn.
Zulma neteweyî di hemû warên jiyana siyasî, aborî, civakî û çandî li
Kurdistanê dikeve pêş çav. Berpirsiyarên bingehîn yên dewletî li Kurdistanê
tev ji navendê tên diyarî kirin û gelê Kurd tu cihwarek di rêvebirina kar û
barên welatê xwe de nine. Serbarê hebûna îmkanata xweristî, projeyeke girîng
ya aborî û senetî di Kurdistanê de nahê cî bi cî kirin. Tu partî û rêxistin
û sendîkayeke serbixwe ya siyasî û senfî îmkana xebata azad û serbest nine.
Zarokên Kurdan her yekem roja çûn ji bo dibistanê, divêt bi zimanê Farsî
bixwîne û firsend û derfeta xwendin bi zimanê dayîkê ji wan re pêk nehatiye.
Bi vî awayî Kurdistan yê bûye girtîgehek ji gelê Kurd re di Îranê de.
6. Parekî zaf ji wan kêmasî û pirsgirêkan her li dewrana desthilata rejîma
berê hebûn. Rejîma Paşatiya Pehlewî tu car rêya pêşveçûn û geşekirina
serbixwe bi welat nedabû, azadiyên mirovî yên civatên xelkê hatibûne
zevtkirin û cudahî û natebahiyeke kûr di navbera xwe û civatên xelkê Îranê
de pêk anîbû ku tenê rêya çareserkirina wê, şoreşeke kûr ya gelî bû. Eva bû
ku di sala 1978’an de civatên xelkê Îranê bi terzeke bêwêne hatne ortê û
piştî salekê berxwedanî, xebat û gorîdanê tomara jiya rejîma Paşayetiyê têk
ve pêçan.
Bêguman şoreşa xelkê Îranê yek ji girîngtirîn bûyerên dîrokî yên welatê me
bû, her di vê demê de jî wane û derseke gelek hêja û bihagiran ji bo
xebatkarên rêya rizgarî û serxwbûnê tê de bû. Şoreşa seranserî ya Îranê da
xuya kirin ku her çaxekê xelkê welatekê bi berxwedanî û hevgirtinê bixwazin
dav û zincîrên bindestiyê biqetînin, çi hêzek nikare berahiya wan bigre û
aqibet hemû kosp, asteng û berpêngên ser rêya serkevtinê dê ji holê rakin.
Her çiqas dewrana tejî rojreşî û biyom ya dîktatorî a malbata Pehlewî hemû
tex û qatên xelkê Îranê li dijî rejîma Mihemed Riza Şah hev xistibû, lê
gelek mixabin ji ber vê çendê ku hêzên demokrat û şoreşvan pirogrameke
hevbeş ji bo sîstema hikûmeta piştî Paşatiyê nebû, û ji ber vê çendê jî ku
tu yek ji hêzên nîştimanî û welatparêz yên Îranê nedikarîn bi tenê xelkê li
dora xwe kom bike û desthilata siyasî di welat de bidestve bigre, komek
Melayên bîrteng û kevneparêz bi mifahwergirtin ji seha olî ya xelkê dest li
ser bidestxistiyên şoreşê û berhema xwîn û hêsirên xortên gelên Îranê de
girtin û desthilata zorxwaz ya xwe bi ser welatê me sepandin.
Di encama vê rewşê de şoreşa Îranê di rastî de bi armanc negihîştî ma û
nekarî çi yek ji hêvî û xweziyên civatên xelkê Îranê bidestve bîne. Gelên
têniyê azadiyê di Îranê de bi vê meremê bi destê vala û betal berengarî
Artêşa teyar ya rejîma Şah re çûn û bi hezaran kes ji xortên xwe gorî kirin,
bona vê çendê ku azadiyên demokratîk di seranserî Îranê de bidestve bihên.
Zehmetkêşên Îranê ku para herî zaf ya rûniştvanên welat in û di serkevtina
şoreşê de bandoreke zor hebûn ji ber ku li belengazî, xizanî û rojreşiyê
rizgar bibin û gelên zulmlêkirî yên Îranê di sîbera rejîmeke demokratîk de
bi mafên berheqe xwe yên neteweyî bigihîjin.
Lê kevnarperwerên zorxwaz ku berhem û bidestxistiyên xebat û fedakariyên
xelkê Îranê zevt kirine, berevajî çavnihêriya civatên xelkê rê nedan çi yek
ji wan hêviyên pîroz bidestve bihên. Hevdem tevî cihgîr bûna desthilata
kevneparêzan, azadiyên demokratîk gelek xirabtir ji serdema rejîma Paşatiyê
hatin bin pê kirin. Civatên destkurt û zehmetkêş yên welatê me pitir ji hemû
çaxekê tevî xizanî, nebûn, giranî û bêkariyê rû bi rû bûn û hikûmeta nû tu
gaveke bibandor ji bo çareserkirina hezaran pirsgirêkên jiyana wan ne
avêtiye. Gelên zulmlêkirî yên Îranê jî ne her bi mafên berheqe xwe
negihîştine, belkî bersîva tev daxwaziyên wan bi agir û hesin hatiye dayîn.
Dîktatorî ya olî ne tenê çi bîr û baweriyeke neyar yê xwe nikare tab bike,
belkî tevî her hizir û baweriyeke cuda ji bîr û baweriyên kevnarperwer yê
xwe – bila neyar jî nebe- bi xurtî dijminiyê dike. Di heyamê 25 salan
desthilatdariya rejîma Komara Îslamî de vê rejîmê ji çi tawanekê li hemberî
azadîxwazan ji her netewe, tex û qatekê bûbin, destê xwe neparastiye.
Li Kurdistanê dîmena biyom ya dîktatoriya nû gelek eşkeretir û bêperdetir jî
xuya ye. Serbarê vê çendê ku gelê Kurd wekî parek ji xelkê Îranê bi awayekî
çeleng di şoreşa seranserî ya Îranê de beşdarî kir û her çiqas gelê me bi
egera nûnerên xwe û li rêya aştî û gotûbêjê ve bi aliyê kêm yê mafên berheq
yên xwe bigihîje, hikûmeta kevneperest ya Komara Îslamî ne tenê stûyê xwe li
hember daxwaziyên berheq yên xelkê Kurdistanê xwar nekir, belkî berevajî,
leşker kişande ser xelkê Kurdistanê û destûr û fermana qir kirina wan da.
Heta kar bi vê çendê jî nesekinî û Xumeynî berevajî ola Îslamê
ferman(Fitwa)a cîhadê dijî gelê Misilman yê Kurd da û rêtina xwîna pîr,
ciwan, jin û mêrên xelkê Kurdistanê bi helal zanî.
Pitir ji 25 sala ye şer dijî civatên xelkê Kurdistanê dest pê bûye. Sedan
binkeyên Leşkerî û navendên zêrevanî kirina nepenî û torên ajan û sîxorê li
seranserê Kurdistanê de hatine ava kirin. Di vî heyamî de xelkê Kurdistanê
nêzîk bi 50 hezar şehîd di rêya berevanî ji azadiyê de dayîne ku pitir ji 4
hezar kesan ji vê qasê xebatkarên Partiya Demokrat bûne. Lê tevgera şoreşvan
ya gelê Kurd herweha li hemberî zordariya rejîma Melayan sekinî ye û
berxwedaniya xwe bi awayên cur bi cur didomîne.
Bi vî awayî rejîma kevneparêz û devbixwîn ya Komara Îslamî dijminatiya xwe
bi hemû hêvî, xwezî û armancên gel re û tevî hemû qanûn û rê û cihên
navneteweyî dayiye xuya kirin û li dijî tev hêzên welatparêz yên Îranê
sekiniye.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê li ser vê baweriyê ye ku ji bo serbestî
û azadiya Îranê di bin barê zulm û zordarî û dîktatoriyê hewce ye li cihê
hikûmeta kevnarpewer û dijî gelî ya Melayan, sîstemeke demokratîk ya
federalî were ava kirin ku armancên berheq yên gelên Îranê bidestve bîne.
7. Bo gihîştin bi armancan çareserkirina pirsgirêka neteweyî di çerçoveya
pergaleke demokratîk de, Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê yekîtiya hêzên
demokrat û welatparêz yên Îranê bi merceke bingehîn dizane. Partiya me bawer
e bona vê çendê ku tevgera demokratîk ya Îranê careke din rastî bê
bernameyiyê nebe û bidestxistiyên wê nehên talan kirin, hewce ye her ji niha
ve wan hêzên siyasî ku bi wateya rastîn demokrat û pêşverûxwaz in, li ser
bernameyeke hevbeş ji bo pêşeroja welat hev bigrin.
Ji bo pêkanîna vê yekîtiyê, partiya me him dijî şovenîzma Îranî, ku hebûna
gelê Kurd înkar dike û him dijî nasyonalîzma berçavteng ya gelên Îranê ye ku
dîktatoriya navendî û xelkê Îranê ji hev naveqetîne. Şovenîzma Îranî û
nasyonalîzma berçav teng ya gelan her du astengên ser rêya yekîtiya gelên
Îranê ne. Her di vê demê de partiya me li ser vê baweriyê ye ku di rewşa
niha de tirsa mezin şovenîzma mezinxwaz ya Îranî ye.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê pitir ji 25 sala ye ku berxwedaniya
xelkê Kurdistanê dijî çewisandin û tepeserkariya hovane ya rejîma Komara
Îslamî bi hêjayî rêberî dike. Xebat, tekoşîn, fidakarî û xwe gorîkirina
endam, alîgir û Pêşmergeyên mêrxas yên partiyê hitbar û hezlêkirina partiya
me di nava civatên xelkê de pêtir ji caran biriye jor. Partiya Demokrat ya
Kurdistanê niha ne her tenê partiya hezlêkirî ya xelkê Kurdistana Îranê ye,
belkî li cem gelên din yên Îranê û rêxistinên pêşkevtinxwaz yên Îranê û
derveyî Îranê jî ciyê rêz û hurmetê ne.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê vê pirogramê dêxe berçav û bala xelkê
Kurdistanê û ji hemû rûniştvanên Kurdistanê: Kedkaran, cotkaran, karmend û
senetkaran û bazariyan û bi giştî ji hemû kesên welatparêz yên tev tex û
qatan dixwaze ku ji bo bidestveanîna armancên vê bernamê bixebitin. Divêt
endam û alîgirên partiyê vê pirogramê bibin nava civatên xelkê Kurdistanê û
bendên wê ji gel re rave û şirove bikin û bîr û nêrînên partiyê derbarê
pirsên siyasî, aborî, civakî û çandî ji wan re beyan û bas bikin. Herwiha
hewce ye xelkê parên dinê yên Îranê jî ji daxwazên bingehîn yên xelkê
Kurdistanê û partiya me bihên agehdar kirin.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê hêza herî mezin ya siyasî ya Kurdistana
Îranê ye ku piraniya zaf ji xelkê Kurdistanê piştgîriyê ji wê dikin. Lewre
divêt em bi dil û can bixebitin heta hêza bêdawî ya gel ji bo bidestxistina
wan armancên ku di bernama partiya me de hatine bikeve kar. Wê demê ye ku
bernama partiyê dibe hêzeke madî ya xwedî şiyan û karîn û dikare mafên
berheq yên gelê Kurd di çarçoveya Îraneke demokratîk û Federalî de bidestve
bîne.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê armancên xwe di vê pirogramê de cih
dane. Bidestveanîna van armancane li stûyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku
di çarçoveya welatê Îranê de tê damezrandin.
Fesla yekem:
Armancên giştî
1. Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê Partiya pêşverû û pêşeng ya xelkê
Kurdistana Îranê ye û mil bi milê hêzên pêşkevtinxwaz yên seranserî Îranê ji
bo avakirina sîstemekî demokratîk li Îranê û bidestveanîna mafê diyarîkirina
çarenivîsa gelê Kurd di Kurdistana Îranê de xebatê dike.
2. Armanca Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê ji bo pêşerojê pêkanîna
civakekî demokratîk ya Sosyalîstî ye.
3. Dirûşma stratêjîk ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê avakirina
sîstemekî demokratîk û federal li Îranê û bidestveanîna mafên neteweyî ji bo
gelê Kurd di Kurdistana Îranê de ye.
4. Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê, gelên zulmlêkirî yên Îranê bi
hevalbendên stratêjîk yên xwe dizane û ji tevgera rizgarîxwaz ya wan ji bo
bidestveanîna mafên neteweyî piştgîriyê dike.
5. Piştevanî ji xebata neteweyî – demokratîk ya gelê Kurd li parçeyên dinê
yên Kurdistanê rê û rêbaza hertim ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
ye.
6. Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê piştgiriyê ji xebata rizgarîxwaz ya
gelên cîhanê dike û alîgirê aştî û dostînî ya hemû welatan e.
Fesla Duyem:
Bingehên birêvebirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê
7. Kurdistan yek ji herêmên Komara Federalî ya Îranê ye.
8. Herêma Kurdistanê hemû axa Kurdistana Îranê digre. Çarçoveya coxrafî ya
herêma Kurdistanê bi ji berçavgirtina sedemên coxrafî û aborî û daxwaza
piraniya rûniştvanên her yek ji herêmên Kurd akincî dê were diyarî kirin.
9. Di Herêma Kurdistanê de hemû desthilat di destê xelkê de ye ku bi egera
nûnerên xwe di Parlemana Kurdistanê de û ji rêya organên Hikûmeta Herêmê ve
dê bikar bînin.
10. Kar û barên têkiliyên derve (siyasî û aborî), berevaniya netewî, danîna
pirogramên dirêjdem yên aborî û sîstema dirav(pere) di bin desthilata
dewleta Federal de ye. Cuda ji wane, desthilata birêvebirina dezgeha dewletî
li Kurdistanê di destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye. Xelkê Herêma
Kurdistanê wekî hevwelatiyên xwe di seranserê Îranê de ji rêya qanûnî ve û
bê tu cure ferq û cudahiyekê dê di rêvebirina kar û barên welat de beşdar
bin.
11. Herêma Kurdistanê, ala, sirûd û cejna neteweyî ya xwe heye. Di Herêma
Kurdistanê de, ala Komara Federalî ya Îranê li rex ala Kurdistanê tê hildan.
12. Dadgeha bilind ya Ferderal ku ji pisporên hemû neteweyên Îranê bi
awayekî wekhev pêk tê, bi pirsgirêk û arîşeyên qanûnî yên di navbera dewleta
Federal û dewletên herêmî de pêdeçûnê dike û navgîn ( balans)a desthilatê di
navbera wan de diparêze.
13. Parlemana Kurdistanê organa herî bilind ya qanûn danîna xasmanî ya
Herêma Kurdistanê ye. Nûnerên Parlemanê dê ji rêya hilbijartineke giştî,
wekhev, rasterast û nepenî bihên hilbijartin.
14. Parlemana Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdisanê diyarî dike. Hikûmeta
Herêma Kurdistanê li hemberî Parlementoya Kurdistanê berpirsiyar e.
15. Parastina ewlekarî û ser û berî ya hundir a Herêma Kurdistanê li stûyê
hêza Pêşmerge û sazî û organên Întizamî yên din ên Hikûmeta Herêmê ye. Erk û
wezîfa hêza leşkerî berevanî ji tixûbên welat li hember destdirêjî ya
biyaniyan e û mafê dest têverdanê di kar û barên parastina ewlekarî û ser û
berî ya hundir de nine.
16. Zimanê Kurdî zimanê fermî yê xwendin û name nivîsandinê di navbera
îdareyên Herêma Kurdistanê de ye, zimanê Farsî di Herêma Kurdistanê de jî
wekî cihên dinê yên Îranê zimanê fermî ye û di xwendingehan de dê were
xwendin.
17. Name nivîsandina fermî ya îdareyên Herêma Kurdistanê tevî dewleta
navendî û îdareyên ser bi dewleta Federal li Kurdistanê û herêmên dinê yên
Îranê dê bi zimanê Farsî be.
18. Hemû akinciyên ne Kurd li Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirina çanda xwe
alîkarî bi wan re tê kirin û îmkanata xwendin bi zimanê xwe dê ji wan re
were dabîn kirin.
*********************
Fesla sêyem:
Mafên rûniştiyên Herêma Kurdistanê
19: Hemû ew maf û azadiyên ku di danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan û peymanên
navneteweyî yên ser bi vê danezanê de hatine, wekî azadiya bîr û bawer û
raderbirînê, azadiya weşan û çapemeniyê, azadiya pêkanîn û tekoşîna Partî û
rêxistinên siyasî, yekîtî û şêwrên kedkarî, cotkarî û senfî, sazî û civatên
demokratîk û azadiya hilbijartina kar û cihê rûniştinê û azadiya ayîn û ol
di herêma bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de her wekî tev herêmên
din yên Îranê dê bihên pêkanîn û cîgirkirin.
Hemû rûniştvanên Kurdistanê bê tu ferq û cudahîdanînekî zayendî, qewmî,
tixmî û olî dê wekî hev mifahê ji mafên civakî, aborî, siyasî û çandî wer
bigrin.
20. Dîn (ol) ji dewletê cuda ye.
21. Jin û mêr di nava malê û civakê de mafê wekî hev hene û ji bo karkirina
wekhev dê miaşê wekhev bistînin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê divêt ji bo jinên karmend û kedkar mafê
mifahwergirtin ji izna bi miaş û hiqûq di dema pêgiran (avis)î û zayîna wan
de pêk bîne.
22. Hikûmeta Herêma Kurdistanê biha û girîngiyeke taybet dê ji perwerde û
elimandina zarokan re bide.
***************************************
Fesla çaran:
Siyaseta aborî û civakî
23. Pêşdebirina rewşa aborî ji rêya bername darêtinekî zanistî di Herêma
Kurdistanê de li stûyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ji bo tol vekirina
paremayîna aborî ku berhema zulma neteweyî ye, hewce ye parvekirina dahata
giştî ya welat ji aliyê dewleta Federal ve bi awayekê be ku pişka
rûniştvanên Herêma Kurdistanê li gor qas û pileya paşdemayîna pitir ji
dahata navincî ya seranserî welat be.
24. Rêya bingehîn ya pêşkevtina aboriya Kurdistanê û tevahiya Îranê senetî
kirina welat li gor bidestxistiyên zanistî û teknîkê ji aliyekê û ji aliyê
din hewcehî û îmkanatên xwezayî yên welat e. Pêkanîna guhertinên bingehîn
yên aborî û civakî ku ji bo senetî kirinê hewce ne, yek ji erk û wezîfeyên
herî bingehîn yên dewleta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
25. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji rêya beşa giştî ya aborî ve ku para
bingehîn ji bo pêşkevtina aborî ye, dê seneta pêşkevtî li Kurdistanê ava
bike û hêsankariyekê ji bo pişikdariya sermaya taybetî di pêşxistina aborî
ya welat û nemaze di senetîkirinê de dike û her di vê demê de ji seneta
xwemalî û neteweyî jî parêzvaniyê dike.
26. Çavkaniyên bin erd û herwiha av, daristin û çêrîngehên Kurdistanê wekî
hemû herêmên Îranê heyîna giştî ne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya
dewleta navendî bi vêc û qazancê tev xelkê Îranê mifahê ji wan distîne.
27. Pêtirkirina berhema çandinê ji rêya mekanîzekirin û bikaranîna metodên
zanistî di çandinê de, herwiha darêtina bernameya avdêrîkirin û çêkirina
bendavan, parekî girîng ji siyaseta aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
28. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirina bazirganî ya hundir û
geşekirina kar û kesabet û pîşesaziyê di Kurdistanê de dê xebatê bike.
29. Jordebirina asta jiyana xelkê û nemaze zehmetkêşên Kurdistanê naveroka
bingehîn ya siyaseta aborî a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ev hikûmete dê
hêz û karîna xwe bixe kar bona vê çendê ku jînekî hêja û jêhatê wî serdemî
ji wan re pêk bîne.
30. Nabe seeta fermî ya kar û emel di hefteyê de ji 40 demjimêran derbaz
bibe. Ev kedkarên ku karê dijwar û giran dikin, divêt seet û dema karkirina
wan kêm û kin be. Aliyê kêm yê heqdestê karkeran dê li gor xerca birêveçûna
wan were diyarî kirin û tevî jêhel çûna xerca qetandinê heqdesta wan dê bihê
zêde kirin. Kedkar dê li hemberî qeza û pêşhatên kar û nesaxî û ixtiyarbûn,
bêşolî û pîr û kalbûnê de werin bîme kirin. Ji bo kêmkirin û piştre ji holê
rakirina bêşoliyê divêt rewşa aborî û civakî ya pêwîst bihê pêk anîn.
31. Di malikiyeta erdê de hinek bêdadî tê da heye. Lewra divêt guhartineke
hewce bi qazancê gundiyên zehmetkêş û bê erd li ser awayê niha yê malikiyetê
de bihê.
32. Hikûmeta Herêma Kurdistanê divêt alîkariya cotkaran bike bona vê çendê
ku bikarin alav û amûrên pêşkevtî yên çandinê ji xwe re pêk bîne. Herwiha
hewceye berhemên çandinê yên wan bi buha ya garantî jê bikre û ji bo
xurtkirina kar û barên çandiyê qerên dirêjdem bi vêc û sûda kêm bide wan.
Cotkar di berahiyê de li hemberî qeza û pêşhatên kar, nexweşî û piştre li
hember pîrî û ixtiyarbûnê dêbihên bîme kirin.
33. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê balekî taybetî bide elimandin û
perwerdekirina ciwanan û îmkanên perwerdehî, fêrkarî û seyran û rihetiyê ji
wan re pêk bîne.
34. Hikûmeta Herêma Kurdistanê balekî xasmanî dê bide pezdariyê. Çêrîngeh dê
li gor merc û qaydên jêhat radestî pezdaran werin kirin û rêyên serast û
zanistî yê pezdariyê ji wan re dê bihê hîn kirin.
35. Parêzvanî ji jîngehê, çavkaniyên xweristî, daristan, behr û parêzvanî ji
heywanan nemaze heywanên ravî: Teyr, teval û çar pê û masiyan yek ji wezîfên
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Lewra divêt berahiya nêçîra bê ser û ber ya
heywanan bihête girtin û hewceye di hilbijartina cur û cihê seneta nû di
lêdana rêyan û kêşana rêya hesin li jîngehê de bihê liberçav girtin û xweza
nehê têk dan û were parastin.
36. Hikûmeta Herêma Kurdisatanê dê girîngiyeke zaf ji xurtkirina seneta
geryan û seyranê û avahî û cihwarên kevin re bide.
***************************************
Fesla pêncan:
Siyaseta çandî û tenduristî
37. Hemû zarokên Kurdistanê divêt heta 15 saliyê bixwînin. Hikûmeta Herêma
Kurdistanê bo ji nav birina nexwendewariyê dê bilez gavan bavêje. Di herêma
Kurdistanê de pêkanîna xerca xwendina destpêkî li ser stûyê dezgeha dewletî
ye û xwendin di qonaxên din de belaş û xwerayî ye. Alîkariya Hikûmeta Herêma
Kurdistanê di vî warî de xwendingehên ayînî jî digire. Hikûmeta Herêma
Kurdistanê xerca xwendina zarokên tex û qatên kêmdahat û desteng di tevahiya
fêrgehên pêşeyî û huneristan de pêk bîne û xerca xwendina zarokên zîrek,
çeleng û hilkevtî yên kêm dahat di zanîngeh û fêrgehên bilind de jî li stû
digire.
38. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo jêhelbirina pileya çandî ya gel û
damezrandina binkên çandî, zanistî û perwerdehiya cendekî wekî Ferhengistan,
şanoya neteweyî, binkên werzişî, Fêrgehên bilind dê gavan bavêje û ji bo
komkirin û parastina mîratên çandî yên Kurdan xebat û tekoşînê bimeşîne.
39. Girîngîdan bi pêşkevtina ziman û wêjeya Kurdî û piştgîrî ji nivîskar,
hunermend û zanayên Kurd rêbaz û rêça herdem ya siyaseta çandî ya Hikûmeta
Herêma Kurdistanê ye.
40. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li hemberî ronakbîran û pisporan
siyasetekê pêşve bigire ku bi dilek germ xizmeta welatê xwe bikin.
41. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê ji bo jêhelbirina pileya saxlemî û
tenduristiya hemû xelkê bixebite û dê rewşekê pêk bîne ku tev xelkê
Kurdistanê bikarin ji alîkarî yên nojdarî û dermanan mifahê werbigirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo avakirina asayîşgehan, şîrxwaringehan û
zayîngehan dê gavan bavêje û bo xayîkirina siqet, nivîşkan û ixtiyarên reben
û bê mal û xayî dê binke û binyatên xasmanî ava bike.
***************************************
Fesla şeşan:
Xasmaniyên Komara Federalî ya Îranê
42. Hemû gelên Îranê bê ferq û cudahîdanana tixmî, olî, ayînî, qewmî û
zayendî di avakirina Komara Federalî ya Îranê de pişikdar in û ev esle di
Qanûna Bingehîn ya Komara Federalî de cih digre.
43. Qanûna Bingehîn ya Komara Federal, li gor mercên cîhanî yên mafê mirovan
û peymanên neteweyî dê bi awayekê were darêtin ku mafên netewî yên gelên
Îranê di nava tixûbê coxrafiya neteweyî ya herêman de bi fermî bihê
naskirin.
44. Qanûna Bingehîn ya Komara Federal, mafê pesendkirin û pejirandina ew
qanûnên ku pêwendiya wan bi herêman ve heye, bi Parlemanên wan herêman dê
bispêre.
45. Dewleta Federal naçe nava tu terze peyamaneke leşkerî ku armanca
destdirêjî bo ser welateke dinê hebe.
Fesla heftan:
Siyaseta derve
Di siyaseta derve de ku di selahiyet û berpirsyariya dewleta navendî ya
Komara Federal de ye, Partiya Demokrat ya Kurdistanê pê li ser vê çendê
diçeqîne ku:
46. Dewleta navendî ya Îranê tevî hemû dewletan li ser bingeha rêz û hurmet
girtin ji hev û nasîna mafê hikumdariya nîştimanî têkiliyê çê dike û tevî
welatên pêşkevtinxwaz û demokrat û ew welatên ku rêz û hurmetê ji bo mafê
,mirovan digirin têkiliya dostaniyê pêk bîne.
47. Dewleta Federal ya Îranê di nava Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û li
derveyî vê rêxistinê divêt ji aştiya cîhanî bi hev re jiyana bi aştî di nava
gelan de piştgîriyê bike û alîgirê çareserkirina pirsgirêkên navneteweyî ji
rêya gotûbêj û danûstandinê û bê bi kar anîna zorê be, meger di demekê de ku
civaka navneteweyî bi hewce bizane.
48. Dewleta Federal divêt ji xebata rizgarîxwaz ya gelan û dijî zordarî ya
gelan û ji mafê diyarî kirina çarenivîsa netewan bi destê xwe piştgîriyê
bike û penaha siyasî bi mirovên welatparêz û azadîxwaz bide.
Di çarçoveya vê siyasetê de bi agehdarî û pejirandina Dewleta Federal,
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji îmkanatên xwe bo hevkarî kirin bi xebata
rizgarîxwaz ya xebatkarên Kurd di dewletên cîran de mifahê wergire û penaha
siyasî bide wan Kurdên welatparêz ku daxwaza penaberiyê dikin.
***************************************
Beşa duyem:
Pêrewa hundirîn ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Mada yekem:
Nav û naveroka partiyê
1. Navê partiyê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye.
2. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê partiya pêşverû û şoreşvan ya xelkê
Kurdistana Îranê ye û tex û qatên welatparêz û azadîxwaz yên gelê Kurd di
refên xwe de kom dike.
Mada duyem:
Endamên partiyê
Hemû welatiyeke akincî yê Kurdistana Îranê û hemû Kurdeke Îranê dikare bibe
endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi mercekê:
- Temenê wî/ê ji 18 salan kêmtir nebe.
- Pirogram û pêrewa nhundirîn ya partiyê bipejirîne.
- Bi mirovekî xweşnav û welatparêz bihê naskirin.
Têdîtin:Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê dikarin di rêxistin û civatên
alîgir yên Partiya Demokrat de bibin endam û heke pêtir ji 5 salan li
Kurdistana Îranê jiyan, bibin endam partiyê.
Mada sêyan:
Çawaniya wergirtina endam
Ji bo vê çendê kesek bi endam bihê wergirtin, hewce ye:
- Ji aliyê 2 endamên partiyê bihê nasandin.
- Aliyê kêm şeş mehan di bin ceribandinê de be.
- Endamê partî û rêxistineke siyasî ya din nebe.
- Ji aliyê piraniya endamên şaneyeke partiyê yan organeke servetir wekî
endam bihê wergirtin.
Mada çaran:
Erk û wezîfeyên endamek partiyê
Wezîfeya ser milê endamek partiyê ye ku:
- Ji bo bidestveanîna armancên partiyê ku di bernama wê de hatine, bixebite.
- Bi hemû şiyan û karîna xwe ji bo parastina yekîtiya siyasî û rêxistinî ya
partiyê hewl û cehdê bide.
- Li gor pêrewa hundirîn pêrewiyê ji dîspilîna partiyê bike.
- Di yek ji organên partiyê de bixebite.
- Nepenî yên partiyê biparêze.
- Pileya zanyarî ya siyasî û civakî a xwe jêhel bibe.
- Siyaseta partiyê bibe nava civatên xelkê û têkiliyê bi wan re xurt bike û
ji dîtin û nêrîn û ceribînên wan mifahê bistîne.
- Heqê endambûnê bide.
Têdîtin:
Ew kesên piştgîriyê ji siyaseta partiyê dikin û peywendiya rêxistinî tevî
partiyê heye, lê hemû wezîfên endam bicî naîne, bi alîgirên partiyê tên
naskirin.
Mada pêncan:
Mafê endamek partiyê
Endamek partiyê mafê vê çendê heye ku:
- Bi endamê/a her yek ji organên partiyê bihê hilbijartin.
- Ji hemû endam yan organekê di civînên partiyê de rexnan bigre.
- Ji rêya teşkîlatî ve pêşniyarê bide tev organên partiyê, dîtin û nêrîna
xwe ji wan re bibêje ya pirsê ji wan bike.
- Ji hemû organekê bal organa servetir şikayetê bike.
- Di hemû civîneke organa xwe de ku xebat û tekoşîna partîtî û siyasî ya
wî/ê berawerd bike û bixwaze biryarê li ser bide, beşdar be.
Mada şeşan:
Cezadana endam
1. Ew Kesên wezîfên xwe bicî nagihînin, yan berevajî pêrewa hundirîn ya
partiyê dilivin, yan kiryarekê encam didin ku ziyanê digihijîne hitbara
partiyê pêka guneha xwe tên ceza kirin. Cezayê partiyê pêkhatiye ji:
- Sexer birin bi dev.
- Sexer birin bi nivîsar.
- Jê standina berpirsyariyê.
- Hilavîstin ji endambûnê
- Derêxistin ji partiyê.
Têdîtin:
1: Dema herî dirêj ya hilavîstin ji endambûnê salek e, endamê/a hilavîstî di
heyamê hilavîstinê de, nikare bi endamê/a tu yek ji organên partiyê bihê
hilbijartin û berpirsiyarî pê were dayîn.
2: Cezayê hizbî ji aliyê rêxistina partiyê ya her endamekê ve bi piraniya
deng tê diyarî kirin.
3: Merem ji cezadana hizbî, elimandina endam e û tenê wê demê endam tê
cezadan ku rêyeke din weke rexne û şîretan tu kartêkirinek di başkirina emel
û karên wî de nebûbin.
4: Endamê derêxistî heq heye ji organa servetir daxwaza pêragihîştinê bike û
dikare vê daxwaziyê ji bo Kongirê jî bişîne.
5: Endamê/a hilpisartî piştî heyamê hilpisartinê, derbasbûyiya hizbî jê re
tê berçav girtin û li ser dîtina organa xwe berpirsiyarî jê re tê dayîn.
Mada heftan:
Qewara partiyê
1: Binêşa bingehîn ya darêtina qewara Partiyê li ser van bingehane ye ku:
- Hemû organeke partiyê li jêrê ve bo jorê tê hilbijartin.
- Organên partiyê bi ser û berî rapora xebat û tekoşîna xwe didin wan
endaman ku ew hilbijartine û him radestî organa servetir ji xwe dikin.
- Endam pêrewê rêxistinê ye û kêmaniya endaman pêrewê piraniya endaman e.
- Di nava partiyê de ji bo hemû endaman bê cudahîdanan yek dîsiplîn heye.
- Biryara organa jortir ji aliyê organa jêrtir tê cî bi cî kirin.
- Baskirin û biryardan li organa herî serve heta organa herî jêr bikom e.
Takekes perestî û dîktatorî û serberedayîbûn di partiyê de cih nine.
Mada Heştan:
Kongra Partiyê
1: Organa herî bilind ya Partiyê Kongire ye.
2: Kongra Partiyê her 4 salan carekê ji endamên eslî, cîgir û ravêjkarên
Komîteya Navendî û bi radeyekê ku Komîteya Navendî diyarî dike ji nûnerên
endamên dinê yên partiyê pêk tê.
3: Kongra awarte li ser daxwaza Komîteya Navendî, yan du ji sê ya pirsonêlên
hemû dem yên partiyê pêk tê.
Wezîfe û desthilata kongirê evane ne:
- Basa rapora Komîteya Navendî dike û biryarê li ser dide.
- Rêbaza giştî ya siyasî, stratêjîk ya partiyê diyarî dike.
- Program û pêrewa navxwe ya partiyê dipejirîne û heke hewce bû desttêwer
dide.
- Endamên eslî û cîgir yên Komîteya Navendî hildibjêre.
Têdîtin 1:
Komîteya Navendî heq heye aliyê kêm bi qasê yek ji sê ya hejmara endamên
eslî yên xwe, ji endamên partiyê rasterast bi mafê dengdanê di kongirê de
pişikdar bike.
Têdîtin 2:
Ew kes dikarin bibin endam yan cîgirê Komîteya Navendî ku aliyên kêm sê
salan derbasbûyiya endambûnê di Partiyê de hebin.
Mada nehan:
Konferansa Partiyê
1: Konferansa partiyê di demekê de tê lidarxistin ku:
- Derfeta girtina kongrê nebe.
- Pirsgirêkeke wisan derketibe holê ku Komîteya Navendî nekare çareser bike.
- Di rewşeke wisan de konferans dê desthilat û kêrhatîbûna kongrê heye.
2: Konferans ji endamên eslî, cîgir û ravêjkarên Komîteya Navendî û nûnerên
Komîteyên bajar, navend, komîte û komîsyonên ser bi Deftera Siyasî pêk tê.
3: Qasê nûnerên wan komîte û komîsyonan ji aliyê Komîteya Navendî ve tê
diyarî kirin. Lê di her hal de divêt hejmara nûnerên hilbijartî ji hejmara
endamên eslî, cîgir û şêwirmendên Komîteya Navendî pêtir be.
Mada dehan:
Komîteya Navendî
1: Di heyamê navbera du Kongireyan de Komîteya Navendî organa herî bilind ya
partiyê ye û kar û barên partiyê birêve dibe.
2: Wezîfe û desthilata Komîteya Navendî bi vî awayî ye:
- Biryarên kongrê cî bi cî dike.
- Berpirsiyarê têkiliyên partiyê tevî partî û rêxistinên dinê ye.
- Deftera Siyasî û Sekreterê Giştî yê Partiyê û Cîgirê Sekretêr hildibjêre
ku li hember Komîteya Navendî de berpirs in.
- Qasa heqê endametiya endamên partiyê diyarî dike û berpirsiyarê dahat û
derkevta partiyê ye.
- Ayînnameya hundirîn ji bo kar û barên xwe û ji bo hevahengî di navbera
komîsyonên ser bi Komîteya Navendî de berhev dike û dipejirîne.
- Aliyê kêm salê sê caran dicive. Endamên cîgir û şêwirmendên Komîteya
Navendî di civînên Komîteya Navendî de pişikdar dibin û dengê ravêjê hene.
Têdîtin:
1: Komîteya Navendî dikare heta nîva hejmara endamên bingehîn şêwirmendan ji
xwe re hilbijêre.
2: Civînên Komîteya Navendî bi beşdariya aliyê kêm 2 ji 3 ya endamên eslî
fermî dibe û biryarên girtî yên wê çaxekê yekser dibin ku pêtir li 2 ji 3 ya
endamên eslî yên beşdar di civînê de dengê erê ji wan re dabin.
3: Tu kes pêtir ji du kongireyan di şûn hev de wekî Sekreterê Giştî nahê
hilbijartin.
Mada yazdan:
Deftera Siyasî
1: Di dema navbera du civînên Komîteya Navendî de, Deftera Siyasî wezîfên
Komîteya Navendî li stû digre û berpirsiyarê cî bi cî kirina biryarên
Komîteya Navendî ye
2: Deftera Siyasî civînên xwe pêka hewcehiyê pêk tîne û rapora xebata xwe
dide Komîteya Navendî.
Mada dazdan:
Rêxistinên Partiyê
1: Bingeha rêxistina partiyê şane ye. Hejmara endamên şanê nabe ji 3 kesan
kêmtir be.
2: Rêxistinên Partiyê li gund komîteya gund, li herêmê komîteya herêmê, li
tax komîteya tax, li bajar komîteya bajar û li şaristanê komîteya şaristanê
û li navendê komîteya navendê birêve dibe.
3: Wezîfa şanê û komîte yên gund, tax, herêm, bajar, şaristan, birina
siyaseta partiyê bo nava civatên xelkê û cî bi cî kirina biryarên Komîteya
Navendî û meşandina kar û çalakiyên partiyê ye.
4: Komîteya her rêxistinekê ji hêla endamên wê rêxistinê yan nûnerên wan tê
hilbijartin.
5: Organa herî bilind ya her rêxistinekê, Konferansa wê rêxistinê ye ku du
salan carekê ji nûnerên hemû endamên partiyê yên wê rêxistinê pêk tê.
Têdîtin:
Di rewşeke xasmanî de Komîteya Navendî dikare awayekî din ya jêhatî ji bo
rêxistina partiyê bipejirîne.
Mada sêzdan:
Dahata partiyê
Dahata partiyê pêk hatiye ji:
- Heqê endametiya endamên partiyê.
- Dahata binik û binyatên partiyê.
- Alîkariya endam, tagir û dostên partiyê.
******************
Werger : Azad Kurdî
|