|
|
BANG!
Ji helbestvanên Çiyayê
Kurmênc re
|
Gelî rêzdaran,
Silav û rêz ji bo we hemûyan.
Em niyaz dikin ku em hin berhemên
helbestvanên herêma ÇIYAYÊ
KURMÊNC bi zimanê Kurdî di
antolojiyekê (berhevokekê) de
biweşînin. Vê lomê jî em bangî hemû
helbestvan, wêjehez û dilêşên çanda
kurdî dikin ku, alîkarî û piştgiriya
me di vê karî de bikin.
Alîkariyên ku ji we berêzan
tên xwastin ev in:
1 – Tka ye ku her
helbestvanek ji Çiyayê Kurmênc li
welêt be yan li dervayî welêt be,
hevalên helbestvan li ser vê banga
me agahdar bike, daku her
helbestvanek ji herêmê, mafê xwe di
vê antolojiyê de bistîne û ew bêpar
nemîne...
2 – Divê her helbestvanek
jiyana xwe bi kurtî binivisîne, (pirtûkên
xwe bi nav bike, kînga ewa yan
ewanan û li kuderê hatine çapkirin.
Eger helbestvan pirtûk ne weşandibin,
ewa dikane weşanên ku tê de
helbestên xwe belav kirine bi nav
bike.
3 - Divê her helbestvanek
ligel çend helbestên xwe, wêna xwe
jî li ser navnîşana me bişîne.
4 - Divê her helbestvanek ta
dawiya sala 2007-an berhemên xwe ji
me re bişîne.
Têbîniyek pir giring:
Em bi xwe helbestên
helbestvanan ji pirtûkan yan ji
weşanan nabin.
..............................................................................................
Çima Antolojî?
Di pirtûxaneyên hemû welatan de, bi
zimanê wan, antolojiyên curbecur
hene, lê ji ber rewşa me ya berçav,
em li şûn vê pêvejoyê mane, vêca me
girîng dîtiye ku îro em bi pêkanîna
vê stûbariya pîroz, hinek ji
valahiya dîroka pêşketina wêja xwe
dagrin.
Çima tenê ji Kurdaxê?
Li gor bîrûbaweriya me û li gorî ku
em derfetên xwe nas dikin, emê niha
nikani bin karekî ji vê ferehtir
bidin ber xwe û barekî ji vê
mezintir hildin ser milên xwe, lewra
jî em dixwazin bi alîkariya we ji vê
pêngavê ve dest pê bikin.
Hûn hemî bimînin dilşad û bextewar!
Hevalê we
Hêmin Kurdaxî
12.11.2007 (Almaniya)
Navnîşana me ev e:
Antoloji-kurdax@hotmail.de
Ev navnîşana e-peyamê li hember spam
bot'an tê parastin, ji bo dîtinê
divê Javascript vekirî be
|
|