Berbang.net

 

  Berbang.net

 

 

Nûçe

 

ZANIST Û TEKNÎK

 

TENDURISTÎ

 

 ERSHIF

 

DOSYE

 

 link 

Skip Navigation Links

 

Berbang.net     

 

                              

  صورة هذا اليوم

 

 
 

 

  ziman
   

 

NAVDÊR

I.     Raweyên Navdêran

Hozan Robar

Di zimanê kurdî de navdêr birekî sereke ye ji birên axaftinê, û jimara navdêrê bi giştî 40% ji axaftina me ye, lewra eger em navdêrê baş binasin em ê karibin pareke mezin ji rêzmana kurdî jî binasin.

Navdêr navlêkirina zanyar Celadet bedirxan e, navdêr heman wateya bêjeya "nav" dide ya ku di devokên kurmancî de û her wiha di zaraveyên kurdî yên dî de jî tê bikaranîn. Lê baştir e, birekî axaftinê bi têgîneke (zarawe, têrm) taybet bête navkirin, loma me da pê şopa mîr Celadet Bedirxan û me navdêr li şona nav hilbijart.

Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e

Nivîskar: ARIF ZÊREVAN
Weşandin: 2005-11-02

 

Rêbera rastnivîsandinê 

Nivîskar:ARIF ZÊREVAN

STOCKHOLM, 4/6 2005 — Di portala Nefelê de em van bingehên rastnivîsandinê bi kar tînin. Heta ko ji te bêt tu jî xwe bispêre van bingehan da hemahengiyek di rastnivîsandina Nefelê de hebe.

Di kurmancî de yekejmarî û pirejmarî 

Nivîskar: REMZÎ KERÎM
Weşandin: 2001-11-29

STOCKHOLM, 29/11 2001 — Mixabin wekî gelek aliyên bingehîn yên gramera kurmancî, li ser forma pirejmariya navan jî heta îro -ji bilî lêkolînên çend zimanzanên kurd - bi awayekî tekûz nehatiye rawestan. Rewþa siyasî, aborî û cografya welatê me, pirbûna devokan û hinek caran jî tesîra zimanên biyanî bûne sedem ko di vî warî de jî formên çewt, yên ne bi kurdî bikevin ser rûpelên rojname, kovar û pirtûkên me.

 

»Paşeroj« yan »pêşeroj« 

Nivîskar: SIDQIYÊ HIRORÎ
Weşandin: 2003-08-12

STOCKHOLM, 12/8 2003 — Di van salên dawiyê de, di kurmanciyê de peyva »pêşeroj« ji bo destnîşankirina dema hê nehatî – dema piştî niha – hatiye dîtin. Xuya ye eger weha bêdeng derbas bibe dê cihê xwe bigire. Bêguman dewlemendkirina zimanî bi peydakirin û çêkirina peyvên pêwîst tiştekî baş e. Çi xiş di hindê de jî nîne ko zimanê zindî ew e yê ko digel pêşdeçûna dem û jiyan û teknîkê xwe bi pêş de dibe.

Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de 

 Nivîskar: ARIF ZÊREVAN
  Weşandin: 2005-05-19

STOCKHOLM, 30/3 2005 — Hinek xwendevanên me carinan ji me re nameyan verêdikin û dipirsin ka çima em di portala Nefelê de gihaneka »ko«-yê bi »o«-yê dinivîsînin û ne bi »u«-ya kurt. Çend sebebên wê hene û ez dê li vê derê bi kurtî behsa hinekan bikim.

 

 

 



المقالات المنشورة تعبر عن رأي أصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع